Husên M. Hebeþ
Nirx
Darek bi tenê
Li ser serê çiyayekî rût bû
Pêre gotin:
Were em te bibin nav daristanê
Got: na, nirxa min
Di tenahiya min de ye.
Du dar
Dara ko du evîndar
Li bin siya wê rûniþtibûn
Tim rûyê wê
Li ken bû.
Dara ko di koka wê de
Mar bi cih bûbû
Tim rûyê wê
Xemgîn bû.
Hêz
Darek girtin
Û bê guneh xistin zindanê
Rojek,
Mehek…
Damarên wê
Bingeha girtîgehê qeliþandin
Û ji binî ve hilweþandin.
Bonn 2009