Keko
keko.57@hotmail.comEm tev dizanin rewža tevgra kurd îro li sûryê di çi qûnaxê re derbas dibe , û ta kîja radeyê têkilî sistin di navbera wande eger ewjî hebin , û tu projeyên hêja liber çava ne diyarin ji bilî çirûskin melûl û bê hêvî . ango xebat kok ne ligor asta xweyî normale , û wek tê xwestin , û evaya cihê žermezaryêye û cihê protistokirnêye .
Lê guhrtina rasteqîn ew bû Raperîn yanjî žoreža Avdarê 2004 an bû , raperîna gel bû hemû pîvanan , û tevger ajot ber Erebê da bê žopandin û bê sarastkirin , mixabin pižtre saloxa raperînê bû avakirna hevokan bo pesindana vî kesî û wî kesî vê partiyê û wê partiyê , û wey li wî li yê dî pirtir bike û li singa xwe xê tevlî go qelen xwîna dehên xortan bû û birîdara bi sedan û girtîkirna bi hezara bû ji xortên welat perwer.
Îca ev demeke hevokek nûjen tevgerê bi gelemperî Afirandiye û liser gelek zimanan tê cûtin û bask pêvekirin bi zanbûn û bê zanbûn ewjî eve ku di raprînêde (ŽAŽIYÊN PIR MEZIN HATIN KIRIN ) û evjî ( gunehkarîk bê lêbûrîne ) , û tevger ketiye hevdû û lêgerînek bê westan dikin da karibin vê ( gunehkariya mezin) çareseriyekê jêre peyda bikin û xwe bi heft ava jê bižon , û xwe ji ber pirsiyariyê reha bikin , û dixwazin xwîna wan goriyan beramberî kiryarên hovane berdin , û xwe ji bîrdibin kû rijandina dilopek xwîn tenê nayê beramberî tev wan têkçûnên kiryarî de, vêca çawa ku qelen can bi xwe bê ?! dema ku gerek ew can ew bê yê bê parastin û her tiž bibê gorî , tevlî ku tevger dizanê ne ewin yênberpirsiyar jî .
Vêca Eger mirov bi rengekî lêkolînerî û bê alî vê guhertina Partiya ya neyênî bi žopînê , rastî zû ežkere dibê , ewjî di bawerya minde eve : zingargirtin projên wan yên kevnar û bê hêvî ji alîkî ve , û ne peydabûna projeyên hemdemî ligor xwestek û mercên tê xwestin ji bo berjwendiya gelê Kurd ji alîkî dinve , yan din jî bazdana partiya ji bersivdanêre û ez bawerim ev bazdan barê wan sivik nake belê girantir dike û bêtir wê bên guvažtin û bin pêkirin .
Dumahîk heye