Dildarê Aþtî
Ji nîhadê xwe rû dikim peyalê
ger dereng ket zanim tu barbiwêre
Çi hêjaye bi rêkim babetî te
yan diyarkim te bi xwe ji peyvê re
Bûye çend roj li nav hizr û sawêran
behreyê dicivînim ji firê re
Li esmanê xewna te biniyazim
di vê baskan li ba ke dil newêre
Bi tirse ji pesindana doza te
hêviyan berbendî te lew didêre
Ji kûderê destpê bikim dilêmin
nerîna te li ramanê diçêre
Jiyan xeweþe dildarê wê tu bî can
yar çeleng û serfiraz bî tu pêre
mixabin bejna tenik çêja xweþik
xinize êþ, kezebê dixepêre
birûskê Nûçe gihand tîr bire hiþ
dil liyane dibezî pirsî xêre…!?
Bi giyanê dilovanî can sivik
qehwe danî, pir þeng û dînemêre
Devbiken rû feriþtî pêþwazîkir
her hebin hûn piçikek penceþêre…!!
Bi viyana çiya geþbîn û pêdar
diçespîne kurê Sasûn dilêre
Dixwazî nav lê bikî pencerovî
evîndarî melava te bikêre
Henasên te diyarî tengezaran
di warê tendiristî de nû fêre
Viyana te kelha doza bilinde
bendewaran li nijarê dispêre
pelendare linav baxê evînê
li mûzîka dilê gulan guhdêre
Mirovî, çêj revendî, kanya zelal
kengî peyv dipiþkive çavnihêre
Evîndarê zimanê dê ji mêj ve
ji bil hemî hogiran dibijêre
Dinalî tu dikalî wek dilê min
rênasî tu hevalê qata jêre
Tu birçî û sêwiyan hiþyar dikî
ji hêsrên wan hozanê dihinêre
Perwerî tu hevalê pêþmergayî
li ber bayê azadiyê xemdêre
Binirx û her bihaye rastiya min
bi kurmancî dihûnim ku tu þêre
Tu perwerê helbesta kêþe sazî
ji loma peyv ritma min diguhêre
Çendî paye, pirs û wêne der herin
nikare dil hêsira xwe veþêre
Ha va hest û hêviyan vedijînim
ji te pêve bavê perwîz ji kêre…??
10/2/2009.z
* * *