Koçka rojavayî Kurdistan
( têkiliya di navbera rewženbîr û tevgera kurdî de ) mijara danûstandinê bû di koçka Rojavayî Kurdistan de roja 16/7/2006 bi siyastmedar û nivîskarê kurd Ebulrehman Alucî re.
Danûstandin bi vî hawî biberve çû :
pižtî Silavin gerim ji rêveber û mêvanên koçka rojavayê kurdistanê, berêz Alûcî weha axifî: Ez bihêvî me ko em demeke xwež bi hev re bibhurînin , Berî Žež heft mehan em ketine vê mijarê de , nemaze sistbûna têkiliyê di navbera tevgerê û rewženbîran de û ji milê din ve gelek caran gilî û gazinên di nav herdiwan de dighêje pileya êrîž û êžandinê û ji warê rexnê durist û avadaniyê derdikeve eger em kêmasiyên tevgerê bijmêrin dê gelek bin , lê kêmasiyên rewženbîran jî hene û ew jî gelekin , ev kêmasî fireh dibin û nayên çareserkirin , ji ber her alîk ji wan dixwaze sedemên kêmanî û pažveçûnê bavêje ser ê din û gunehê wî giran bike , lê mafên tevgerê li rewženbîran hene û ji wan tête xwestin ko tevgerê bi pêžxînin û gež û dewlemend bikin û raman û behweriyên xwe bi awakî zanistî pêžkêž bikin ko bibe gavek hêja di warê pêžketinê de , her wiha mafê rewženbîran jî li tevgerê hene ko cihê wan bête xuyakirin bi rêz û hurmet ko xwe nebînin di bin êrîž û astengiyên ko tevger li wan girêdide . Ew cudabûn û gilî û gazin tevde bê sûde , û kelem û kortalan bêtir dike , ji ber ko roj bi roj dûrketin peyda dibe û rexin dikeve warê žer û rûxandinê… Raste kêmaniyên tevgerê hene û di warê parçebûnê û jihevketina partiyan , û herifandina navxweyî gelek endam û mejiyên hêja têne sutandin bi ezîtiyê û malbatiyê û êlperestiyê , herwkî hinin gellkî pažmayî û kor û kevinperest rengê nûjeniyê li xwe dikin û bavê xerabiyê ne , ev xerabî peyda dibe di komîteyên navîn û komên serekî yî konevanî cihên biryar û nerînên ewan hêzên kurdî li rojavayê kurdistanê , ev karê kêm û xerab destin gemar bi dû wan de hene , çi perçebûna partiyan be , yan jî dûrxistina rewženbîran ji xebat û têkožînên tevgerê .
Pirsa ko tê kirin û em Karin li ber rawestin eve : ta kengî dê tevger ji van kesên xêrnexwaz û qirêj xelasbibe û kesên dilsoz û paqij ê dûrî tevgerê bimînin , û bisedan ji wan endadmên delal û heja vegerin ware kar û xebatê di tevgera xwe de ê ko li malên xwe mane , û ji ber karê evan kesên qirêj xwe dane alî ?
Ev pirs xurtir dibe dema ko rewženbîrên kurd dûrketinê ji xwe re bikin kar û rê vekin ji van kêmasiyên tevgerê ko bibin girêk û kwînêr û laž biaxive roj bi roj da ko nema çareserî bimîne , lê têkiliya dinavbera rewženbîran û tevgerê de dê çêtir bibe çaxa em sedemên cudabûnê çareser bikin û tevger xwe bêtir nêzî kesên paqij û hêja û zane bike - ji rêziman zana , nojdaran , konevanan , dîroknasan ….td - da ko ew bi alîkariya evan mejiyên hêja xwe rake û dengê xwe bêtir bighîne cîhanê û kêžeya kurdî bighîne qonaxeke pêžveçûyî , û gerek têkilî li ser bingehin xurt rabe û encama evê têkiliyê serkeftina kêžeyê be berî her tižtî .
di evê dîdarê de gelek kesan beždarî kirin , ji rewženbîran û endamên tevgerê , û didanû standin gež dibû bi sênga fireh ji rexna re , di encam de hate xuya kirin ko tevger û rewženbîrên kurd dikarin li hev guhdar bikin bi rengekî nûjen û žaristanî ,tev ko carna rexin ji ware xwe derdiket û diket warê kîn û êrîžê de ew jî kêm bûn beranberî rexnên zelalî bi sûde , ên ko mirov karibe sedemên dûrketinê tê de nas bikin û diyar bikin.
Ev dan û standin û ronî kirin demeke baž stand û daweriyin xwež ava kirin di warê yekitiya tevgerê , û tižtên erênî têde , û bi taybetî yekitiya partiyên nêzî hev di warê raman û baweriyan de , ev partiyên rabûrî yên ko bûne sedemeke serekî ji dûrketina zane û rewženbîran û dilsazan û endamên hêja , û valayî û kêmayî di tevgerê de li dû xwe hižtin , û derfet dan gelek kesên nehêja û keysperest û revoke û tirsonek , ew kes ji rewženbîrên ko karê wan rexne ji bo rexnê ne jibo ava kirinê , û êrîžan dikin ta ko kêmasiyên xwe vežêrin û tevgerê bi êžînin û alîkar bin bi dijmin re û çav režîkê têxin nav millet û tevgera wî de .
Di dumahiyê de bi dilsozî û kêf xwežî ev mijar hate qedandin û bû bingeheke ji mijarin dîtir re , ko têkeve warê avahiya tevgerê û nêzîkayiya di navbera wê û rewženbîr û hunermend û zanayên li rojavayên kurdistanê û hersî parçeyên dîtir de jî .
Hêjayî gotinê ye kû Koçka Rojavayî Kurdistan ji layê hunermend Ževger û bi alîkariya gelek xortên hêja wek (admîn), tê birêvebirin.