Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



Lêkolîn: Xilxalê Hozanvanekî


Bavê Zozanê

Dîpaçe:
Bi rastî ji mêjve min dixwest vekolînekê li ser helbestên mamosta Hefîz Ebdulrihman binvîsim lê her û her min xwe ji vê babetî dûr dikir, ditirsiyam ku li ber pêlên awazên peyv û wateyên helbestên wî herim, têde noqbibim, ,nikaribim melevaniyê di wê lehiyê de bikim, vêca mafên wan goþe helbestan bi xwe re winda bikim.

Bixwîne...

Lêkolîn: Em dîsa Emerê Lalê bi bîr bînin di 11 salîya koçkirina wî de


Idris Omar

Emerê Lalê (Rêncber)yek ji stûnên Helbesta kilasîk li Rojavaê kurdistanê

Pêþgotin
     Dema mirov behsa helbestê û helbestvanan li Rojava yê kurdistanê bike, yek ser hinek navên mizin têne bîra mirov, wekî Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Seydayê Keleþ, Ahmedê Þêx, Salehê Heydo û Emerê Lalê hwh. Evan helbestvanan rolek girîng û birçav di warê wêjeya kurdî de lîzitne û nemaze di warê helbesta kurdî ya kilasîk de û her yek ji wan cihê wî de wêjeya kurdî û kurdistanî de diyare.

Bixwîne...

Lêkolîn: Cih û rola rojnama (Roja Nû) di pêþketina tevger û çapemeniya Kurdî de.. Ola Îslamî di (Roja Nû) de.. Xelek (6)


Dr.Phil. Ebdilmecît Þêxo

Nehro gotiye:Eger  her carê ez xwe nas dikim ku ez zimanê Îngilîzî ji zimanê xwe pirtir zanim,çavên min tijî stêr dibin.
Di vê xeleka dawî de emê li ser du xalên din giring rawestin, ew herdu jî olî ne;.1- Qewlên ola Îslamî .2-Tefsîra Quranê .Wek em dizanin ko piraniya miletê Kurd jî mîna pir miletên din li cîhanê bûye bawemendê ola Îslamî,lê bi sed hezaran jî ji miletê Kurd li ser  ola xwe ya resen û mak (Ezdahî) mane, me gelekî hêvî dikir ko Dr.Kamîran Bedirxan di rojnama xwe de li ser ola (Ezdahî ) jî rawestiya ,lê mixabin me nikanîbû mijarek tenha xwe jî  li ser ola Kurdan ya dêrînî bidîta,em nizanin sedema vê kêmaniyê çî ye? 

Bixwîne...

Lêkolîn: Cih û rola rojnama (Roja Nû) di pêþketina tevger û çapemeniya Kurdî de.. Xelek (5)


Dr. Phil.Ebdilmecît Þêxo

 Nehro gotibû : (Eger her carê ez xwe nas dikim ku ez zimanê Êngilîzî ji zimanê xwe pirtir zanim ,çavên min tijî stêr dibin.)
Çêrok û zargotin di (Roja Nû) de
Wek em dizanin ku çîroka Kurdî di nav gelê Kurd de derengtir ji dayik bûye; yekemîn çîrok(Erê min di xewnê de dîtiye ) bi pênûsa  nivîskar  Cemîl Sa-îb di sala (1925) di rojnama (Jîn)  de  ronî dîtiye,ji ber vê sedemê jî em nikanin pir çîrokan di vê rojnamê de bibînin,lewra di hemû hejmarên (Roja Nû ) de þeþ çîrok ji aliyên hin nivîskaran de hatine weþandin,1-(Temo û Çeleng ),xelek (1),(hej. (23)xelek( 2) (hej. (24),Subhiyê Diyarbekirî.2-(Kurd û Mehkeme ),(hej.( 37) Îbrahîm Metînî .

Bixwîne...

Lêkolîn: Cih û rola rojnama (Roja Nû) di pêþketina tevger û çapemaniya Kurdî de.. Xelek (4)


Dr.phil.Ebdilmecît Þêxo

Nehro gotibû:Eger her carê ez xwe nas dikim ku ez zimanê Îngilîzî  ji zimanê xwe pirtir zanim,çavên min tijî  stêr dibin .
WÊJE Di  ROJNAMA( ROJA NÛ )De
Di rojnama (Roja Nû) de hin cureyên wêje hatine weþandin; 1-Helbest,2-Çîrok û 3-Zargotin.
Di vê xelekê de;em dixwazin tenê li ser helbestan rawestin;di hemû hejmarên  vê rojnamê de (16) helbest ji aliyên hin nivîskar û pênûsan de cihên xwe girtine;1-(DerdI Dil),Kake Emîn Hiwêznî,hej.(8),2- (Bo xþewîstî me Kamîran Bedirxan); Keke Emîn  Hiwêznî, hej.(9),3-(Hêviya Nû),Osman Sebrî, hej.(15),4-(Þîn),Qedrî Can,hej.

Bixwîne...

Lêkolîn: Cih û rola rojnama (Roja Nû) di pêþketina tevger û çapemeniya Kurdî de.. Xelek (3)


Dr.Phil.Ebdilmecît Þêxo

Nehro gotibû: Eger her carê ez xwe nas dikim ku ez zimanê Êngilîzî   ji zimaanê dayika xwe pirtir zanim,çavên min tijî stêr dibin.
xxxxxx
Sernivîser K.Bedirxan  gotarekê bi navnîþana ( Mîna ko em dixwazin)  dinivîse:(Kurd vepirsînan dikin;Gelo piþtî dawîbûna þerê cîhanê yê duhem,emê mafên xwe bi destên xwe xînin? Zaroyên me mîna zaroyên¬ gelên din li cîhanê  wê  biçin dibistanan¬? Wê Çepemeniya Kurdî pêþkeve  ?  Gelo em kanin xwînê mîna dewletên (Hevbend) jî  biherikînin ?Hej.(47)

Bixwîne...

Lêkolîn: Lêkolînek li ser rojnama (Roja Nû).. Xelek (2)


Dr.Phil.Ebdilmecît Þêxo

Cih û rola rojnama (Roja Nû) di pêþketina tevgera azadîxwaz û    çapemeniya Kurdî de
K.Bedirxan  di hejmarên (12-13) de di bin navnþana (Dewran) de gotarek di bin çend navîþanên þaxî(Eniya Sovyet,Vegirtina Siclayayêm, di deriya Pasifkê de, dawiya vî þerî ) de diweþîne,  ew di vir de dinivîse: (Þerê  (1914-1918) an bi serfiraziya hevalbendan qediya bû û pê zehf  miletên dinyayê  gihane azahî û serbestiyê û nemaze miletên Rohilata Nêzînk û Navîn pêþve ketine, hevalbendan wei,d (soz)  daye ko miletên dinyayê  hemî  wê bighînin  azahî û serbestiyê.)

Bixwîne...

Lêkolîn: Bi boneya 15 Gulanê (Roja Zimanê Kurdî) lêkolînek li ser rojnama (Roja NÛ) Xelek (1)


Dr.Phil.Ebdilmecît Þêxo

Cih û rola rojnama (Roja Nû) di pêþketina tevgera çapemeniya Kurdî de
xxxxxxx
Nehro gotibû: Eger her carê, ez xwe nas dikim ku ez zimanê Êngilîzî ji zimanê  dayika xwe pirtir zanim, çavên min tijî stêr dibin.

Berî ku em li ser rojnama (Roja Nû) rawestin, em pêwîst dibînin ku em  hin weþanên Kurdî yên  ku di meha Gulanê de hatine weþandin bi nav bikin.
1-Kovara(Zarê Kurmancî),(24)hejmar di salên (1926-1932) an de li Rawenduzê derçûne; ewa kovarek wêjeyî, civakî, dîrokî, zanistî û hunerî bû, sernivîserê wê, Husên Hiznî Mukriyanî bû.  .

Bixwîne...

Lêkolîn: Roja rojnamegeriya Kurdî li hemû pênûsên Kurd pîroz be!


Dr.Ebdilmecît Þêxo

Bi vê  boneya pîroz çirûskek li ser  kovara (JÎN).
Kurtelêkolîn
Kovara (JÎN), (7.11.1918 - 2.10.1919)

Kovara (Jîn) ji hejmara 1-25 di navbera salên 1918-1919 an de bi du zimanan Kurdî û Turkî û bi du zaravên Kurdî (Kurmancî , Soranî )  û bi tîpên Erebî wek zimanê ne fermî ya (Komela pêþketina Kurdistanê) hatine weþandin.
Sernivîserê kovarê yê pêþîn ji hejmara (1 ê-20 ê), yekek ji damezrênerê  (Komela pêþketina Kurdistanê), Hemzeyê Muksê bû  û  ji hejmara (21 ê-25)an Memduh Selîm bû.

Bixwîne...

Lêkolîn: Dîroka ala Kurdistan, ala Rengîn.


Qado Þêrîn

Al û ala di destpêkê de, di þer û cengan de wek nîþan û danasîna xelk û grûpan dihatin bikaranîn, di dû re li derveyî þer û cengan, di destpêka sedsala 17an de, bi derketina keþtî û gemiyan re, di deryayan de hat bikaranîn daku, welatê xwediyê gemiyê bête nasîn. Belkû berî keþtiyên Hollendiyên Pîrat, al li ser keþtî û gemiyan nehatibûn danîn û hildan.
Al simbol û nîþana komek kes e, grûpek naskirî, êl, civak, Umetek, tîmek gogê, gund û bajar, milet û welatekî ye. Ala niþtimanî nûnertiya welat hemûyî dike, ew a li ser dezgehên hikûmetan û hemwelatî di helkeftin û cejnên niþtimanî de blind dikin.

Bixwîne...

Lêkolîn: Yazehok:


Nivîsîn: Tengezar Marînî
 
Derwaze:
Di geryana li nav cîhana toreyê bi giștî û li helbestê bi taybetî de, pêkolê dikim wan nûbûn û hûrgiliyên nû peyda dibin, bixwênim, bidim berhev, șirove bikim û li gor nêrîn û pêzanînên xwe, ya baș derbixim û bînim nav warê guftûgoyê.
Zimanê kurdî û helbesta kurdî ya bi vî zimanê șêrîn tête nivîsîn, para herî mezin ji dema min dibe. Gelek caran em rastî hin nivîsan dibin, ko balê berbi xwe ve dikișînin, bêyî ko em gelekî serê xwe bi navan biêșînin.

Bixwîne...

Lêkolîn: Jinên Kurd...... Xanimên Rojê......


Mizgîn Hesko

Li gor Wîkîpediyayê ...(Jin berevajiya Mêr e...ango ji mirova mê re tê gotin Jin.Jin ....ew mirova ku 
bi zeyîndê xwe mê ye).
Di Avesta pîroz de jî ew gotin (Jin ) bi heman wateyê derbas dibe û bi heman rola xwe ya zayîndê dileyize.
Eger em bala xwe bidinê, van salên dawî , hin ji civata mêran xwestin ku ji jinê re pergaleke pîroz ava bikin , ji lewra ev gotin ( Jin ) bi jiyanê ve girêdan, lê bi min ev ne pir rast e...jiyan jiyan e û jin jin e.

Bixwîne...

Lêkolîn: NEWROZ nameya hebûnê


  Mizgîn Hesko
 

Ji  hezarê salan û li Irana kevin cejn yan jî roja Mihrecan dihate pîrozkirin.
Mihrecan= Mihr- Xwedawend e---navê rojê ye ku  di roja 16 ê mihr de li cîhanê tête xuyakirin .
Mihr wiha  ji Mîrekun- Mîrecan dihate  binavkirin
Biherhalî  ta niha jî hin ji bawermendên ola Zardeþtî nirxekî buha û herî pîroz didin tîrêjên rojê ku nîþana ronahiya Zarvan e (Yezdan -Xwedan ) ku Zardeþti yekemîn ol bû ku  pût û kevir ne parastibû  lê  bawerî bi Ahuramezda wekî xwedawendê xêr û bêrê , xweþiyî û ronahiyê dianî.

Bixwîne...

twitter

Helbest