Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Demsal û Cotkar

 



Yusra Zibêr

Baranê ne bar ne bar
Kedxwara genimê tê xwar
Çûka Geþta xwe nebir
Êþ û derdên bikeser
Bûka li nav beyara
Bêje derdê cotkara


Çîrokê bibûrîne
Kes guhdar jêre nîne
Keda çotara maye
Li warê bê rewayê
 Li welatêmin tenê
Di þdînin  gerdenê
Belkî cotkar jî bimre
Ji xaka xwe dûr here
Xak jî bimîne  beyar
Bê cot û her bê kewar
Dilê cotkar têþînin
Armancê bi çî tînin
Genim daxînin sinta
Di hêrin canê xorta
Xwe kirine dest hilat
Þar vala man li welat
Feqîr û belengazî
Li milet bi yek sazî
Ne nan û ne av û gaz
Bandikin biserfiraz
Kurdo ma bîne bendê
Genim bihêl li erdê
Çav li rêye sal bi sal
Kenkî bi bûre demsal
Bo çinîna  candinî
Cot ji serî Ta binî
Li welatê bê xwedî
Tiþtê kesî ne dîdî
Bê semiyan  û rêxistin
Milet bi çola xistin
Birçî û jar Li wara
Mane rengê hejara
Li derya tev bûn mêvan
Nêçîrê bê goristan
Genimê xwe bihêrin
Derdan pêre bidêrin

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark