Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Qeyika di bêdengiyê de avjen!

 


Mizgîn Hesko

Derya...
Pir fereh
Û berav...
Ta bê dawî dirêj!

Kefeke guvaþtî
Rûdêmên qeraxan 
Bi xirecireke sihirdar
Dagîr dike...!
Û xuþîniyeke keskîn
Dilê latên lal
Parçeyek sinfonî
Dijenîn e...!


Kembereke berfîn î
Bi sedef û mircanên razber
Bejna deryayê
Perwaz dike...!
Û ev qeyika spî 
Bi liva xwe
Di nav destên pêlan de
Hîn jî...
 Ne zîz...!

Ey landika bayî
Û di tenêtiya de
Bi razên heyînê mijûl
Û di bextê vê deryayê de
Avjen:

Textên te ên kevizgirtî
Hîn...
Dîlên rêka xwe ne
Gupgupa zemînê ye
Û tu....
Bi lerizîna xwe
Dest ji semayê bernade...?!

Wekî hespekî afsanewî
Û di pêþbaziya kenaran de
Baskên bejî
Li dij xwesteka bahozan
Diferidîne...!
Û xewnên ferawan
Li ba dike...!


Erê...
Textên te
Ên vê gavê û di bêdengiyê de
Avjen...
Dîlên rêka xwe ne
Û tu...
Dest ji kêferatê bernade...!

Tekez...
Rewanê bi sewzên omîdê
Xemilî
Ji tavên tariyê re
Serad e...?!


08.06.2024 Li beravên deryaya navîn .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark