Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



sersaxî: Koçbeiya Welatparlzekî giranbiha


Di Roja 15 Avdarê 2022 , Welatparêz û Kesayetiyê bilind Hecî Bozan Þido li Gundê Xêrîb – Kobanî çû Dilovaniya xweda.
Hecî Bozan Þido serbilindiya xwe di Alîkarî û piþgêriya mafê milletê Kurd de didÎt.
Her Dem û bi her awakî alÎkariya TêkoþÎna Tevgera Kurd dikir. Herdem Deriyê Mala Wî JI Xebatkarên netewî re vekirîbû.
SersaxÎ ji ji Xêzan,Zarok û Nevî û tevahiya Malbata þido re dixwazin, Buhiþta bilind cihê Canê wî be.

Bixwîne...

sersaxî: Koça dawî ya Nivîskar Mihemedê Seyid Husên


Îro êvarî, li bajarê qamiþlo , dilê nivîskarê mezin Mihemedê Seyid Husên rawestiy, piþtî ko demeke dirêj bi êþa vîrosa Korona re bûrand, wî bi karê nivîsandinê, bi gelek berhemên xwe ên çapkirî, ko di van bîst salên dawî de hatibûn belavkirin, pirtûkxaneyek zengîn li dû xwe hiþtiye, ew berhemên wî ko bi zimanê Kurdî nivîsandibûn, ew weke nivîskarekî jêhatî dabûn xuyakirin, ji ber ko zimanê wî yê nivîsandinê xurt bû, ferhenga wî berfireh bû, rewþenbîriya wî kûr û têr û tije bû ...
Koça dawî ya dostê me Mihemedê Seyid Husên, ji bo me, ziyaneke mezin bû, me di rojnameya Pênûsa Nû de, dosiyek bi zimanê Kurdî û Erebî, li ser ezmûna wî ya nivîsandinê belavkiribû, mane ew yek ji rewþenbîrên me ên xwedî nêrîna kûr û mêrane bû, û herdem rastgo bû ...

Bixwîne...

sersaxî: Sersaxî


Bi dilekî xemgîn, me koça dawî ya xanim Fehmiya Sofî dayîka Hevkarê me, Berzan Hisên Endamê Nivîsîngeha Cêbicêkar ya YNKS bihîst.
Bi vê boneya xemgîn, em sersaxiyê didin mamosta Berzan Hisên û tevahiya malbata Leyanî, û xwe bi hevparê xema wan dibînin.
Hêvîxwazin ji Xwedê ku wê bi behiþta xwe ya berîn þad bikî, û sebr û hadanê bide malbat û kesukarên wê.
Bila serê malbatê sax be.

Bixwîne...

sersaxî: Sersaxiya hunermend Selah Resûl


Bavê Zozanê

Di 1 Mijdara 2021an de srexweþi (Behîdarî)ya hunermend Selah Resûl li hola Þîraz li bajarê Herne  li Almeniya hat li darxistin.
Serxweþî ji layê Yekîtiya giþtî ya nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê hate birêve birin.
 Dor demjimêr 12 ê nîvro dest bi sersaxiyê hate kirin û ta 8 î êvarê berdewam kir,bavê Zozanê(YNRKS) bi rengekî fermî rê û rismên sersaxiyê bi rêve bir,hemî birûskên behîdariyê ku bi rengekî zindî digihþta destê me li ser masê bi hûrdengê dihatin xwendin û pêþkêþkirin  .

Bixwîne...

sersaxî: Perwerdekar, nivîskar û lêkolîner Mihemed Qasim koça dawî kir


Îro, bi dilekî xemgîn, Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya perwerdekar, nivîskar, lêkolîner, siyasetvan, kesayetiya civakî û welatparêz Mihemed Qasim bihîst ...
Kurê Dêrika Hemko, ê ko bi hezaran xwendekar li ber destên wî xwendine, û perwerde bûne, çend pirtûkên wî hene, hinek ji wan çap bûne, û hinek jî hîna destnivîs in, nehatine çapkirin ...
Ew bixwe, berî çend heftiyan mêvanê xekekekê ji xelekên PEYV TV bû ...

Bixwîne...

sersaxî: Oxirbûna Berêz Isam Awnî


Bi Hêstirên çavan û xemgîniyek giran, ez þîna Birayê hêja Isam(Essam) El Dîn Awnî piçûktirîn Kurê Dîroknivîs ê navnas Mihemed Ali Awnî û Birayê Rojnamevanê bi nav û deng Duriye xan û Bavê Mamoste Adam,li Oxford –Englîstanê, di 87 saliya xwe de li ber destê vê rojê 30.04.2021çû dilovaniya xweda bi Milletê Kurd û Misrî re agahdar dikim.
Welat wê her di ber rêzgirtinê de ji malbata Awnî re bi bîra xwe bîne,gelê Kurd li seranserî Welat û diyaspora jî wê hêjayên wê ji bîra neke û dîrok dê navên wan di ronahiya rojê de binivîse
Ez bi navê xwe û ya Malbata Þitlo bi tevahî sersaxiyê ji Malbata Awnî, gelê Misirê û Kurd re dixwazim. Ji ber ku me bi oxirbûna berêz Isam eldînAwnî yek ji welatparêzên dilsoz û bi rûmet ji nav civata niþtmanperweran wenda kir.

Bixwîne...

sersaxî: Cenbê serok Mesûd Barzanî


Bi dilekî pir bi dax û pejar, ême wek Nivîsgeha birêvebir ya Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, me nûçeya koçkirina dawî ya hevalê rêgaya xebata we, Doktor Roj Nûrî Þaweys bihîst, kesayetiya siyasî û partî a gelekî hêja û lêhatî, me jî ew wek rewþenbîr û nivîskarekî kûrbîn û dûrbîn nasdikir, û herweha têkoþer û pêþmergeykî biwêr û nebez, ko herdem di meydanên þer de li teniþta we bû ...

Bixwîne...

sersaxî: Koçberiya Hevalekî Niþtmanperwer


 Heval û Bira Berêz Kemal Ebdî Îro berbangî, Roja Sêþembê  17.11.2020 li Bajarê Efrînê çû Dilovaniya xweda.
Bi Koçberiya wî,ne tenê Malbat û Milletê Çiyayê Kurd û seranserî Rojava pê xemgîn dibe, lê her Tariya oxira wî li Esmanê hemû Kurdistanê digere.
Birayê gewre Kemal Ebdî, Nimûnekî taybet bû. Jiyana wî her Têkoþîn, Eþa Millet û Welat bi Þev û Rojê, li her Cih pêre bû her, pêre digeriya, Ded û Xema Dil û Hiþê wî bû.

Bixwîne...

sersaxî: Sersaxîyek ji Konê Reþ bo Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan


Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan!
Civaka kurdan ya Kazaxistanê!
Hêjano! Bi mixabinî û dilekî þikestî me li Qamiþlo, nûçeya koçkirina xatûna kurdên Kazaxistanê (Gulistana Hemo Bedirxan: 1925-2020), li bajarê Amata bihîst.. Eva ku ji ber qencî, dilovanî û rehma wê li ser hejar, belengaz û feqîran di nav civaka kurdên Qafqasayê de bi navê (Dayika Kurdan) û (Dayika Têrêza) dihat naskirin.. Xwedê wê bi dilovaniya þad bike.. wek ku kurdan gotiye: Þêrejinek Kurd bû, stûna malbata Zîyoyê Bedirxan bû..
 Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan!
Xweþ li bîra min e dema ku di sala 1992an de tu hat Qamiþlo.. Me li mala rehmetî Dr. Alî Loqo hev dît û baþ em bi hev re li dîroka malbata te (Bedirxaniyan) sekinîn.. A dinî rojê, em bi hev re çûn Eyndîwerê, raserê bajarê Cizîra Botan, da ku tu ji wir bajarê (Cizîra Botan), hêlîna bapîrên xwe bibîne.. Hingî, min tu naskir.. Min reseniya te naskir.. Min Bedirxaniya te naskir..

Bixwîne...

sersaxî: SEÎD GABARÎ ÇÛ BER DILOVANIYA XWEDÊ


 Îro, Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, bi dilekî gelekî xemgîn û bi dax, nûçeya hate ragîhandin ko Seîd Gabarî koça dawî kiriye bihîst ....
Bêgumane ko bi koçkirina Seîd Gabarî, gelê me bi giþtî û huner û stiranbêjî û folklora Kurdî bi taybetî bejneke gelekî bilind winda kir, û stêreke geþ ji asmanê Kurdistanê, di warê hunerê de qurijî û hate xwar, û bê guman e jî ko bi mirina Seîd Gabarî û kesên weke wî, ên ko îro pêdiviya gelê Kurd û Kurdistanê gelekî bi wan heye, valahiyeke mezin derdikeve holê.

Bixwîne...

sersaxî: Birûska behîdariyê


Di nûçeyeke xemgîn de Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya koça dawî ya hevjîna helbestvanê navdar, Mehmûd Sebrî endamê þaxê Hesekê  yê YNKS bihîst.
Bi vê boneya xemgîn, em sersaxiyê ji mamoste Mehmûd sebrî û tevahiya malbatê re dixwezin û hêvîdarin ji Yezdanê dilovan wê bi buhiþta xwe ya rengîn þad bike.
Bila serê malbatê sax be, û cihê  wê buhiþta berfireh be.

Bixwîne...

sersaxî: Spasname ji mamoste Deham Ebdulfettah

 
Ez Deham Ebdulfettah û malbata xwe, em spasiya hemû xwîþk û biraderên xoþewist dikin, ewên ku beþdarî behiya me bûn û xemgîniya me bi koçkirina kurê me (Îqbal), bi me re parvekirin.
Em ji Xwedayê dilovan tika dikin ku wan biparêze û sîwana jiyaneke asûde, bê kul û keser li ser wan vegire..!
Deham Ebdulfettah.
Amûdê 5/4/2020

Bixwîne...

sersaxî: Behîname


Rêzdar kek Dr.Azad Cegerxwîn!
Bi dilekî gelek xemgîn me nûçeya koçbarkirina birayê me Keyo bihîst,bi rastî ev nûçeya cihê dilêþek kur û mezin bû,bila serê te ,hemû xwîþkên te û gelê Kurd li Kurdistanê û li dervayî welêt sax bin,dilovaniya Xwedê li giyanê wî be,cihê wî buhuþ be.
Dilsozê we

Bixwîne...

sersaxî: Behiya «Iqbal» kurê mezin yê Mamoste Deham Ebdulfettah


Mamoste (Deham Ebdulfettah) bi dilekî xemgîn û þewat heval û dostên xwe agahdar dike ku doh 28/3/2020 kurê wî yê mezin (Iqbal/ 51 salî) li Hollandayê bi kirîza mejî koça dawî kiriye.. Ji ber rewþa ku cihan serûbinî hev bûye, baþ e ku sersaxî bi rêka telefon û mesajên (social media) be. Serê gelê Kurd sax be.
Deham Ebdulfettah: Watisap: 00905358300150/ Tel: 730145- Dest: 0988637899

Bixwîne...

sersaxî: Birûska behîdariyê


Di nûçeyeke  xemgîn de Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya koça dawî ya kurê helbestvanê navdar Cegerxwîn û birayê nivîskara hêja Boneya Cegerxwîn Keyo Cegerxwîn (Kesra) bihîst.
Bi vê boneya xemgîn em sersaxiyê ji mabatê re dixwezin û hêvîdarin ji Yezdanê dilovan wî bi buhiþta xwe þa bike.
Bila serê malbatê sax be, û cihê  wî behiþta berîn be.

Qamiþlo

27.3.2020

Bixwîne...

sersaxî: Keyo Cegerxwîn kurê helbestvanê nemir seydayê Cegerxwîn koça dawî kir


Bi dilekî xemgîn Yekîtiya giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya (YNRKS) nûçeya koça dawî a Keyo Cegerxwîn (Kesra) nuxurîyê helbestvanê nemir Cegerxwîn bihîst, ku îro (26.03.2020) li nexweþxaneyekê li bajarê Stockholmê canê xwe spart banê gerdûn.
Keyo di sala 1936an de ji dayik bûye, birayê pênc keç û lawa ye, yek ji wan hevala me Boniye ye, ku cîgera serokê Yekîtiyê ye(YNRKS).
Keyo di sala 1979 de ji welat barkir û berê xwe da Siwêd, ji ber zordariya rêjîma Sûriyê, ku herdem malbata wî binçavdikir.

Bixwîne...

sersaxî: Hunermendê Kurd ê mezin Seîd Yûsif koça dawî kir (1947-2020)


 Yekîtiya giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê (YNRKS) bi dilekî xemgîn nûçeya koçkirina S.Yûsif bihîst, ku îro di nexweþxaneyekê Istanbulê canê xwe sparte banê gerdûn.
Hunermend S.Yûsif hemî jiyana xwe bo huner û folklorê kurdî terxankiribû, û di vî warî de bû dahênanek bejin bilind.
Hunermend S.Yûsif di vê dema dawî de, di gelek çalakiyên Yekîtiya me de amede dibû, ew hate þanazkirin û bû endam wekû helbestvan û daner.

Bixwîne...

sersaxî: Spasname


Em malbata Ebdulrezaq Derwêþ û malbata Hisên Hacî Remo Leyanî, supasiya her kesekê beþdar bûyî di behiya mirina kurê me Ehmed û keça me Xemlîn û zaroka me Elîn de dikin.
Hêvîdarin ji xudayê mezin cihê wan bike behiþt û vê diniyayê nayinê bîra wan û herwiha ji xudayê mezin daxwazin ku xelkê me ji her qaza û nexweþiyekî biparêze

Bixwîne...

sersaxî: Serxweþî û Sersaxî


Bavê Zozanê

Îro 9.12.2017 li komela Hêlîn li Essen ê û bi alîkariya malbata nemir .

Yekîtya Nivîskar û Rojnemevanên Kurd bi erkê sersaxiya helbestvanê hêja nemir Xelil Mihemed Elî Sasûnî rabû.

Li dora katjimêr 13.30 nivîskar Bavê Zozanê dest bi vekirina sersaxiyê kir, pêþê wek xuleyek bê deng rewþenbîr û siyasetmedar û hemî beþdarar û mêvanên delal li ser giyanê nemir Xelîlê Sasûnî  wisa jî li ser giyanê hemî nemirên Kurdistanê rawestiyan.

Bixwîne...

sersaxî: Behîdarî


 Îro 22-10-2017an. Bi dilekî xemgim me nûçeya koça dawî ya helbestvanê Kurd î buha giran Ehmed Þêx Salih endamê Yekîtiya Nivîskarên Kkurdistana Sûriya  bihîst. Piþtî nexweþiyek dirêj ku li Hewlêrê dihat dermankirin.
Bi vê diltevzînê em bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya sersaxiyê ji xwe,û malbata wî re û her wiha ji gelê kurd û hemî dezgihên nivîskaran û kesayetên rewþenbîrî re dixwazin. Bi weþandina vê sitêra geþ ji ezmanê wêjeya kurdî ji destçûnek pir mezin bû. Em hêvîdarin ji Yezdanê dilovan wî bi dilovanî û buhþta xwe þah bike .

Bixwîne...

sersaxî: Sersaxiya hêja Mamoste Mihemed Alî Heso!


Malbata hêja Mihemed Elî Heso – Bavê Heval !
Tevahiya miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê !
 
Bidilekî xemgîn û bi êþ û jan me nûçeya koçbarkirina birayê mezinê hêja mamosta , welatparêz , kurdperwer ,têkoþer, helestvan , þîretvan , dilvireh; Birêz Mihemed Alî Heso – Bavê Heval bihîst. Stûneke bingehî li Rojavayê Kurdistanê rûxa û valahîkî mezin di tevgerê hiþt , ji ber niþtimanperweriya wî jiyana wî bû  ji roja damezrandina Partî heta roja koçbarkirina wî .

Bixwîne...

sersaxî: Koçkirina xortekî hejayî (Xoþnav Hersan)


Vê sibehê bi dilekî xemgîn min nûçeya koçkirina Xoþnavê Hersan li Almaniya bihîst. Yezdanê dilovan wî bi rehma xwe þad bike.. Serê malbata Hersan li welat û sirgunê sax be, serê gelê kurd sax be.
Konê Reþ,

Bixwîne...

sersaxî: þinname ji bo mamoste Þefiq Cangir


Malbata Cangîr li welat û sirgûnê.. Mamoste Þefîq Cangîr!

Îro, min bi dilekî xemgîn nûçeya koçkirina xortê malbata we Ehmed Cangîr bihîst..  Yezdanê mezin wî bi dilovaniya xwe þad bike û cihê wî buhiþta rendîn be.. Serê we sax bê, Serê gelê kurd sax be..

Kak Þefîq! Bêguman koçkirina neferekî ji malbatê gelekî zore, lê çare ji sebrê pêve nîne.. Þêrînênê ber dilê gelekan ji me koça dawî kirine.

Bixwîne...

sersaxî: Sersaxî


Welatparêz û siyasetvanê kurd Zibêrê Mela Xelîl Hesen endamê komîta navedî ya Partiya Demokrat a Pêþverû a Kurdî Li Sûriyê. Roja çarþembê 20.05.2015 li bajarê Stockholmê çû ber dilovaniya Xwedê.
Sersaxî di roja yekþembê: 24.05.2015. Demjimêr: 12:00-19:00 tê lidarxistin.
Cîgehê Sersaxiyê:

Alviks Kulturhus 
Brommasalen
Gustavslundsvägen 168 A, Bromma

Bixwîne...

sersaxî: Kamîran Reþîd Berwarî destbirakê Min bû!


Konê Reþ

Malbata Xwedêjêrazî Kamîran Reþîd Berwarî!
Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Duhokê!
Guhdarên Radyoya Dengê Duhokê!

Çendî bi min tal û dijwar bû dema ku min nûçeya koçkirina dawî a destbirakê xwe Kamîran Reþîd Berwarî bihîst. Ez di cihê xwe de cemidîm, hestê min rawestiya û pêre-pêre li naskirina xwe û wî vegeriyam.. Naskirina ku bingehê wê, zimanê Kurdî bû.. Hatinên wî yên bajarê Qamiþloka evinê bûn û çûn û hevdîtinên min û wî li bajarê Duhoka Dasiniyan.. Erê, ne ev tenê bûn, belê hezkirina me herduyan ji rêbaza Barzaniyê nemir re bû..

Bixwîne...

sersaxî: kesê mîna Þêx Selîm di wicdanê gel de sax in


Bi xemgîniyek mezin me koçkirina zanyarê hêja Þêx Selîmê Huseynî bihîst.
Xwedêjêrazî xwedî rolek bê hempa bû di belavkirina ronakbîrî û zanînê de.
bila serê malbata Huseynî sax be, kesê mîna Þêx Selîm di wicdanê gel de sax in
û ti carî na mirin.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd - sûriya
Qamiþlo

Bixwîne...

sersaxî: Fatma Þernexî navekî dîrokî ,ye nayê jibîrkirin


Bonîye Cegerxwin

Bi dilekî xemgîn ,min îro nûça koçkirina ,hevala kar û xebata xwe ya dîrokî ,ya ji salên dûr ve ,Fatma Þernexî bihîst.Ev nûçe ez pir xemgîn û dil bi êþ kirim û ez vegerandim  salên dûr ku derbasbûne,ew rojên xweþ û geþ ku min bi xuþka Fatma re û hin jinên din re bûrandine,rojên tev kar û xebata netewî û civakî bûn ,wek rojên þahiya Newrozê  ku ne pendî û bi dizî dihatin amadekirin lê pir xweþ û geþ bûn her û ha civîn û rûniþtinên gel jinên kurd û gera  li tax û kolanên Qamiþlo ji bo ku em, pirsa xwe ya netewî di nav jinên kurd de bela bikin, civîn û þahiya saz bikin,ew roj qet nayên jibîrkirin .

Bixwîne...

sersaxî: Sersaxiya Xwiþka Fewziya Emîn Ebdulrehman !


  Xwiþka hêja û dilovan Beyan Samî Ebdulrehman !
Tevahiya malbata rehmetî Samî Abdulrehman li herêma Kurdistanê  !
Tevahiya malbata rehmetiya Fewziya Abdulrehman li bajarê Amûdê û li dervey Welat !
Bi dilekî xemgîn û bi êþ û jan me nûçeya tal ya koçbarkirina dawî ya xwiþk û keça xaltîka xwe  ya hestiyar , dilovan û merovperwer , hêja Fewziya  bihîst .
Em beþdarî xem û êþ û jana we ya dijwar dibim .
Omêdewarim rojên wisa tal û nexweþ dûrî malbata we û milletê kurd be.

Bixwîne...

sersaxî: Çilrojiya helbestvan Arjen Arî li Duhokê


(duhok - welatê me – taybet) Di roja 12-12-2012 li hola yekîtiya nivîskarên kurd tayê Dihokê çilrojiya wexerkirina helbestvan û nivîskarê nemir yê bakurê kurdistanê Arjen Arî hat çêkirin di destpêka vê rojê de nivîskar Beþîr mizorî xêrhatina mêvana kir û kurteyek ji jiyana helbestvan Arjen Arî û berhemên wî ji mêvana re pêþkêþkir, piþtî wî re hêja mamoste Mehemd Ebdila gotina yekîtiya nivîskarên kurd tayê Dihokê xwend û behsa rola nemir Arjen Arî kir û têkiliyên wî bi helbestvan û nivîskarên rojava û baþur kir û got ku nivîskar wê herdem di hiþ û bîr û dilê miletê xwe û xwendevanê xwe de bijî û bimîne sax,

Bixwîne...

sersaxî: Behîname bo koçbûna nivîskar Arþevê Oskan


  Êþ û xemgîniyeke zor dilê me girt, dema me saloxa koçbûna hevalê xwe yê helbestvan Arþevê Oskan bihîst.
Arþevê Oskan helbestvan û nivîskarê kurd ku bêtirî ji bîst salan ve kêferatek tal û tund dikir bi mirinê re, rû li rû li hember nexweþiya pençeþêrê ya kor û bê dil, lê hevalê me Arþevê Oskan ligorî hezkirina xwe ji jiyanê re, ev kêferat ji xwe re kiribû wek þanoyekê, û bi lehengî bi rola xwe derbarî karûbarê xwe radibû, bi mirinê re dikeniya û digot: ez dizanim tu li kêleka minî, tu dixwazî min bikî mêvanê xwe..

Bixwîne...

twitter

Helbest

Jiyana tehl

Bo riswakirina Seddam Huseyn

Dîsan vê sibehê

Nivîskar

Helbestên Vînê Ji Eþtar Re

Jibîrneçûna 8ê Cehzeranê

Efrîn

Tova Jiyanik nu

Bîstê Gulanê

KEÇA KURD IM

XWEÞBÎNÎ

Gula min

Reþroj…!

Cejna Newrozê ye

Çi bihuþte !?