Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Rastiyek

 




Brahîm Mehmûd

Ez dikenim bi te re
Asoyekê lihevhatî
Bide min
Daku asîmanekî bilindî bilind dime te
Hemî steyrikên wî
Bi navê te ronî dibin


Ez destê xwe didime te
Daku te himêz bikim
Dilê xwe ji min re veke
Daku welatekî aram ji te re tapo bikim
sînorên wî xweþiya te ye

Ez  bi çavê xwe dikivim seqaya çavê te
Daku bibim niþteciyek li ser navê te
Deriyê hêviya xwe ji min re veke
Daku helbesta nemirina te bi dawî bikim

Ez dilê xwe rojane diyarî te dikim
Daku ez bi te bijenim
Taku xweda min nas bike
Ku zimanê te di giyan min de þîn dibe

Ez rêka te digrim
Daku bighêm hebûna  te
Gavên min vedayî nehêle
Daku rêk min biparêze bi te

… Û bimînim bi te 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark