Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Þevên xemgîn ên Berfanbarê.

 



Texst: Methal Sulaiman.
Wergerandin ji Erebî: Mizgîn Hesko.

Hew dizanim, ka Berfanbar mîna wê ye
Yan jî wê rûçikên xwe ji Berfanbarê vedizîn e...?!
Bi tenê, wê nas dikim;
Ew dayika min e û ji wilo bêhtir e.


Bi tenê, wa bi guherîna rengan di çavên wê de hest dibûm.
Dema ku xemgîn dibû û çirisîna di wan çavan de, wekî sîbereke þermok berbelav dibû
Wê bi tenê, dikarîbû barana di çavan xwe de rawestîne
Û dema ku em bi xemgîniya wê hest dibûn,
Wê bi keskesora di paþ wan de, em dixapandin.
Ji me re li çepkan dida û bi biþirînê, text nîgar dikirin
û me laþê xwe yê westiyayî tavête ser wan.


Dayika me, ya ku bavê me, yek rojê û li pêþ me ew himêz nekir.
Ne jî di rojeke evînê de, gulek radestî wê kir û yan jî nameyeke evîn î  kurt, di rojbûna wê de, jê re rêkir.
Dema ku wê hingiv jêre berdida nav çayê jî, ew î spasiya wê nedikir
Dema ku wê li baþ derî ew birêdikir, ew î qabûtê xwe ê rojhilatê ji ser bedena xwe ne tavêt.


Wiha û di Berfanbarekê de, biryar dan ku evîna xwe hiþkere bikin
û di Qehewxaneyekê de, çîrokeke evîn î herî kurt bijîn.
Wiha jî derketin û ta vê gavê, hew êdî... ew bi ser riya vegerê ve bûn.
Pir dereng man û bi dûriya xwe re, xemgîniya Berfanbarê, wekî“ Berekî“ afsanewî ji me re hiþtin. Êdî ew mezin bû...
Ne wî ji tîrêjên rojê, yan ji kalbûnê, em parastin.


Bi hêmin î ew raketin
Û her ku Berfanbar dibe mîvanê zivistanê
Ez bi tavên xunavê ên wekî çavên dayikê, mijûl dibim.
Dibim perqeyikek û di paþ wê de, pêdariyê vediþêrim.
Li ser berfê û bê wan, ez semayê digirim û wiha tirsê, tevlî  pelên pûngê dikim.
Û her ku Berfanbar wekî mîvanekî xwîntirþ bi ser min de tê
Ez firmêskên xwe di bexçeyekî wêran de diçînim, belkû bîrdanka xwe bi riwê wan î xembar- ku xewna min beravêtî kirin- dagirim.


Berfanbar...
Wiha bi xwînê
          bi dêwan
          û bi afsaneyan dagirtî ye
Û valahiya di dilê min de, wekû birîna tê de, çendîn giran û mezin e...!
Hew dikarim ku dilþad bibim
Û hew dikarim çîrokan di roja xwe de berhev bikim
Û tenbîknameyên dayika min, dur in û di tiliyên min î koçber de çandî ne..!
Bi tenê di cejnan de, li min vedigerin.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark