Helebt encamên ewê heja ku xwepêşandanê kir, bi kerwanan endamên rêxistinan bê hêvîbûn ji partiyên xwe, û xwe dîtin li derveyî rêxistinan, li hember vê kiryarê jî, Yekîtî karîbû bi dehan hevalên xweyî berê vegerînê rêzên partiya xwe, ew jî nîşana kar û xebata kiryarî bû.
Bi vê pêngavê jî gelek girûpên serbixwe, xwe hişkere kirin û xwe damezrandin û diyarkirin ku wê piştevanên çalakî û hemî karên ku li dijî rijêmê bête kirin, ji bo standina mafê gelê Kurd, di eynî demê de jî dengê Şêxê Şehîdan Şêx Maşûqê xeznewî jî bilind bû.
Partî yeke-yeke tevî ewan xwepêşandan û kobûnan bûn, ev fereh bûn, bû cihê tirsê ji aliyê rijêmê ve, rijêmê hewl da ku vî karî rawestîne, pilanek wênekir li dijî gelê kurd di roja înê de, 12/3/2004ê, lê ew pilana lê qulibî, û gelê kurd bi serhildanek dîrokî rabû di roja 13/3/2004ê li bajarê Qamişlo, lê hîn rawestanek bi hûrî û lêkolîn li ser ewê Serhildana pîroz nehatiye kirin.
Piştî ewê Serhildanê, tirsek kete dilê serkatiya hin rêxistinan û xwe dûrî çalakiyan kirin, ji ber vê jî bi sedan hevalên wan xwe ji partiyên xwe kişandin, hin jê li malên xwe rûniştin û beşê mezin tevî partiyên çalak bûn.
Li hember evê guhertinên di rengê xebatê de, rijêma Sûryê jî, ne tenê lê temaşekir, lê hêdî-hêdî dest bi pilanên xwe kir, ew pilanê sereke, ya ku li dijî evan destkeftiyan ev bû: ji hundur pilan gereke, helbet hêdî-hêdî ew pilanên xwe bi rê ve dibirin, pilana yekemîn û giring, rêxistinên partiyên çalak yên derve bûn, bi taybetî yên li ewrûpa, û di vê pilanê de bi serket û karîbû ji hundurê ewan partiyan, biryara rawestandina xwepêşandanan li derve standin.
Bi wan pilanên dezgehên parstinî re, û serkeftiyên wan re, endamêm ewan partiyên çalak jî, bi goman li rewşa partiyên xwe temaşekirin, û ev rewş avêtin ber xwendin û lêkolînê, ew jî bi 2 nerînan derketin:
1ê- pêwiste em xebata xwe berdewan bikin, ji bo duristkirina rewşa partiyên xwe û berdewamiya hemî xebata aştiyane (xwepêşandan- girev- kobûn.. û yd).
2ê- li gor serpêhatiya me, tu sûde nîne ji avakirina partiyên çalak re, rijêm ji me bi hêz tire û hemî pirojeyên me wê hilweşînê, ya raste ewe ku em karekî rewşenbîrî bikin.
Bi van herdû nerînên serekî, ew xebatkar û li gor baweriyên xwe xebata xwe berdewam dikin.
Ji bêlî ewan herdû nerînan, nerînek din û bê ku diyar bike, yan jî xwe tevî rêzên ewan koman bikin, xebata xwe di hundurê partiya xwe de berdewam kirin, li gel hişkerekirina nakokî û cudabûna helwestan di hundirê rêxistina xwe de, ew nakokî hişkerekirin li ser rûpelên malperên Internêtê.
Ya herî balkêş ew bû ku hemî partiyan, ew daxuyanî û bangên ewan komîtên jêrîn, rexne kirin û ji wan xwestin ku piroblemên xweyî navxweyî di rêxistina xwe de çareser bikin, mebesta partiyan jî ne ku ji bo parastina yekîtiya ewê partiyê bû, lê ew ditirsiyan ku ev kiryar û rewş li cem wan jî destpêbike, ji ber ku hemî partiyên rojava girekin ji pirobleman, û dibe ku di kîjan demê de bi teqin di ruwê evan serekên kevneşop de.
Hêjayî gotinê ye, ku ew partiyên meyî (çalak) xwe dûrî kar û xebata celdan kirin, ew jî diyar bû di xwepêşandana 2/11/2007ê, ku PYD kir li dijî gefeyên rijêma Turkiyên li ser başûrî Kurdistana bi mehna hebûna bingehên lêşkerî yên PKK ê, di wê xwepêşandanê de, ew partiyên (çalak) beşdar nebûn û PYDe bi tena xwe kir li gel piştevaniya hin girûpên serbixwe. Bi rastî ne tenê beşdar nebûn, lê di eynî dem de lihevhatina Dêrika Hemko kirin di navbera Kurd û Filehan de, pêrejî hin partiyên din, civata komîta xweyî bilind di wê demê de kirin.
Di vê rewşa aloz de, pêwiste ev dengên azad û serbixwe, rola xwe xurt bikin, ji bo her kes cihê xwe di rêzên xebata kurdayetiyê de bigrê û bi mêranî li dijî pilanên rijêm û dezgehên parastinî raweste, û ji bo guhertin û nûkirin bi serkevê, divêt em xebata xwe berdewam bikin, heger em jî wek ewan xebat karên berê bê hêvî bin û dilsar bin, yekser em rê li pêşiya pilanên dijminan vedikin, lê divêt em wek demê bin, ji ber ku dem dema rastî û demukratî û hişkerebûnê ye, cihê dizeka û şevreşan têde nîne, tîşkên rojê hemî kuncikên tarî ronî dike, pêwiste em ji serekatiya tevgera xwe re bi mêranî û bê dudilî bibêjin: Spas ji xebata weyî 50î salî re, ku sal bi sal bav û kalên me di gotin xwezî bi par, ji partiyekê we kir zêdeyî 10 partiyan, êdî bese ji we re.
Tirbespî 14-1-2008