Amadekirin : Hozan Emîn :
-1- Romana (Xilaf Al-Meqsûd) ya nivîskar Ehmed Omer û -2- Mele Ehmedê Palo ya Nivîskar : Dr. Ala-edîn Cengo .
1- Pirtûka yekem Romana (Xilaf Al-Meqsûd) : Ev Pirtûk di nava rêze zincîra weþanên Dezgeha SEMA ya çandî û hunerî û di nava pîlana çapên Sala 2007an de çapbûye . Romana (Xilaf Al-Meqsûd) ya nivîskarê kurd Ehmed Omer bi zimanê Erebî ye û di nava demeke nêzîk de wê li Suriyê û Imarata Erebî û Herêma Kurdistanê bê belav kirin.
Hêjayî gotinê ye ku ev Roman li Beyrûdê li weþanxana Hîro ya çap weþanê hatiye çapkirin.
2- Pirtûka diwem : Pirtûka Jiyana helbestvanê Kurd Mele Ehmedê Palo ye . ev pirtûk ji weþanên Dezgeha Sema Ya çandî û Hunerî ye ew jî li çapxana Hîro ya çap weþanê hatiye çapkirin û ji berhemên Nivîskar Dr. Ala-edîn Cengo ye . ji demekê dirêj de nivîskar dest bi karê vê pirtûkê kirbû û ji devê dost û biraderê nemir Melle ehmed de dicoment berhevdikirin .ta gihiþt asta çapkirin û belavkirinê , giringiya vê pirtûkê ew ku jiyan û xebata helbestvanê nemir Mele Ehmed palo ronî dike ew jiyana tev êþ û keder û xebata bê hempa ji bo gel û welatê xwe dikir . ev pirtûk wefadariyeke ji bo vî helbestvanê hêjayî û bi nirxe .
Ev berhem bi kar û xebateke mezin hatiye hazir kirin ji aliyê niviîskar de û wê di demek nêzîk de têkeve ber destê xwendevanan.
Helbestvan û edbiyatzanê Kurd Mele ehmedê Palo xwedanê Helbesta"Civîna Nemiran".. ya ji deh hezar malikan Pêk tê . ev diyar dike ku Nemir Palo xwedan hizir û þehrezayek mezin bû di ware helbest û wêjeya Kurdî de .
Ev pirtûk ji du beþan pêk tê . beþê yekem ya Nivîskar bi xwe ye ew jî bi Zimanê Erebî ye . û beþê diwem jî bi Kurmancî ye û ji wergêra Helbestvan Ezîz Xemcivîn e .
û di nava rûpelên Pirtûkê jî gelek babet û beþ hene ji zayina Mele ehmedê palo ta wefata wî .
Hêjayî gotinê ye ku Nemir Palo gelek berhem li þûn xwe hiþtin . gelek Dîwan û Herwiha pertûkek di rêzimana Kurdî de nivîsî bû û ferhengek gelek dewlemend bi navê (ferhenga Kurdî- Tirkî) Amadekirbû.