Rêber HebûnBawerkirin di heman cudahiyên xwe de naveroka girtinheviyan ji bo parvekirina desthilatiya diravî berz dikin, û hemî ji bona parastina desthilatê ne, û cîgirkirina wê bi maskên cur bi cur û gelek caran bihane didin e cengan bi buyaxên pirreng di navbera têgeha maf û parastinê de kûr tevderbas dibin,û dirnaxên xwe di hemî warên jiyanê de berdidin, ta civaka dûrketinê berhem bidin, ji ber hindî nîşanên koçberiyê di hundirê civakê de cîgir dibin, hindî aloziyên desthilatê ferehtir dibin, û maskên yên ku desthilatê li paş wê xwe vedişêrin radibin,
û diyar dibe çendîn ew mask kevin û rizî ne, û her baweriyekê li bawermend sertbûnê bi heman rengên xwe sepa dike,ji ber ku bandorek e neyînî li ser wergirtiyê ciwan dike, ta wî darjêdank bike, û bibe pasvanek î li ser komek sawêr wêna tebitî dibîne , û bîrdoziyên totiyelîter di bijardeyên ciwan yên perîşan de bicî dibin ne li ser qatên yên jêre xweşiya diravî peyda bûn e, wateya vê yekê ku ew bîrdozî xwarinek e dewsa xwarina rojane ye yên qatên perîşan li pey diketin û têne derzîkirin bi hezkirina mirinê ji bo serkeftina ramanên yên bûn e ji wan re mîna jiyanek e bi xwe. Û eger me li bawerî hinekî dît mîna nihrandinek e aştiyan e, naye
bazar an siyasetkirin em dikarin lê binêrin wekî komek nirx, jiyana
civakê û takesên wêna rêxistin dike, tiştê ku em dikarin lê meyze bikin
ku ewa tevina pirreng e yê ku rengê xweşik dide jiyanê û em dikarin wê
têbighin li gor felsefa cihêbûnê, naveroka wê yê gerentiyê dide
hevjiyana aştiyane, û armanca wê sînorkirina ceng û aloziyan ne, û
mebestên wêna ji bo danîna çareseriyên yên ku sûdwergirtinek e
pevguhertî û hevbeş dadimezrîne, yên zanyar di civakên xwe de bi rêya
rêxistinên xwe yên civakî dadimezrînin, ji ber hebûna wana li rojhilata
navîn de nîn in, bi encamê bidûhatina desthilatên totiyelîter yên ku
ji zikmakê serweriya partiyan derketibûn û cilê hevciviya êlî li xwe
kiribûn ( Lubnan) û em wêna dibînin bervajî bangeşiyê xwe dixebitin , û
ji bo hebûna desthilatiya xwe yên tofî têkoşînê dikin , aliyên herêmî
wêna xwarin didin ji bo ew bimînin, û gerentiyê wergrin ji hebûna
serweriyên xwe li ser hatin û samanên sirûştî,û berdêlên van ricîman tên
e dîtin û ji yên berê ne baştir in û tên e danîn bi rêya pêvajoya
zordar bi sernavê -buhara Erebî -, bi encamê wêna aloziyên penaberiyê
qewimîn û navçe ji xelkên xwe valabûn, û hevşar nû hatin avakirin û
bazarên firotina çekan vebûn, û gerentiya sertbûnê durist bû ji bona
sûdwergirtinê, ta bi çi rengî be pergalek î ji pergalên aştiyê saz nebe
di nav wê navçeya gurbûyî û di warê mirovî de barketî, û em dibînin
partî û rêxistin ji xwe re dirûşma yekbûn û demukratiyê mîna navekî
rêxistinî bikartînin, û a rastî jî ku bîngeha hebûna wan ji bo li
hemberî yekbûn û demukratiyê rawestin, beranberî vê yekê jî em
rêxistinên olî ragehî dibînin , hatin ku ramanê Qaîda nû û nojen bikin,
ta rojhilata navîn bikin derbegî û bi bazarê çek ve lihevhatî be, û
dirûşma herî aşkere dimîne ceng û pişt re ceng, ji bo qezenc û
destkeftiyê, û berdêla penaber ew a pêşniyara aştiyan e ye di derbarê
vegerandina jiyanê û danasîna komela a ku bi komên mirovî bala dibe ji
bo çalakirina diyardeyên cihêbûn û gotûbêjê û banga li wê mîna berdêlek î
ji zoreng û tîjandinê bi rengên wêna yên gelek, ji bo bicîkirina nirxê
babetî ji komên yên çêdibin û dizên di çarçoveya rewşa aviskirina
ramanî yên nêzî şaristaniyê dibe dûrî binpêkirinên bobelatî ên bi encamê
sertbûnê û kesên yên wêna belav dikin pêktên .
Li gor wê têkoşîna
rastîn ji mirovê zanyar tê naskirin li rex jina zanyar di geşepêdana
tovên hevjiyanê ji bo pêkanîna zêde ji afirandinê re bi awayekî berdewam
û li gor rêbaza babetî têgihiştina xwestekên zanyaran berve jiyanek e
baş çêdibe , û hişmendiya a ku ji mirov re bikaranîna afirandinên xwe
bêbend dike ew tenê dikare kokê jiyanê qayîm bike ji bo pêkanîna pîvanên
rewiştî yên navên ku hebûnan tune bikin bi awayekî wêrankirî, ji ber vê
yekê pêdivî ye pêkanîna jiyana mirovî yê zanista babetî pêşde dibe û
bîngeha xwe pêkanîna sûdgirtina giştî ye a ku Stîwart Mêl 1 dîtibû mîna
rêyekê ye ji bo xêra hemiyan û dayîna çanda aştiyê dewsa çanda
desthilata dûrkar. Berhinde zanyar xwe radestî kiryarên xwediyên
aboriyê yên çavkar nekiribûn , yê bîngeha xwe malgirtin û kedxwarî
ye, û xwestekê zanyar ew e cîgirkirina nirxên jiyanê bi rêya tewriyek e
aborî bi parvekirin û hemtayî erê dike bi rengek î ku dawiyê li cureyên
aloziyên cîhanî tîne , û rê digre li pêş gurkirin û derketina wêna ji
derveyî girovera xwe yên bîngehîn li deverên din, berhinde divê faytona
aborî bê livandin ji bo afirandina xweşiyê û bidawîkirina awanteyê û
girtina gedanê ta rê li pêş gemarbûn, xizanî, û bêkariyê bê girtin, û
rawestandin li ser nexweşiyên giran yên ji encamê xizanî, birçîbûn û
cengên yên mirov çêdikin belav dibin, li gor pîlanek ê ji civakan re
çand û nirxên wêna ezber dike, tiştê ku dibe rêgir li pêş ku çandek xwe
li ser a din sepa bike, ji bo kok newin hilkirin , ji ber hewildanên ku
çandekê serdestiya xwe li ser çanda komek î ji gelan bi xwe ranewestiya ,
û pişaftina çanda wê bi çanda zimanek î bi xwe, xwediyên wê bi zorê û
bi navê ol û girêdana olî û bin navê desteserkirinan ( desteserkirina
Erebî- Osmanî) hewildabûn durist bikin, ji ber vê yekê lihevkirin li
ser rageha aborî di wêzimkariya hebûnê ewa destikek e gerentor e ji bo
bidawîkirina aloziyên peywendîdar bi ceng û pevçûnên çekdar ve, û tenê
aborî destikek e ji bo weşandina hewildanan bi sazkirina gelektirîn
pirojeyên geşepêdanî û gezencî, yên dikarin pêdiviyên gel pêkbînin, û
anîberkirina bostên erdê wan ta berhem bervajî lê vegere bi dîmenek î bi
hêztir û baştir, û berve xêrek e giştî, û dema em li ser kêşeya
şerodiya mirovan ji şer re rawestin li gor aliyek î ku hinek feylesof
wisa di xweda kedî dikin, zanyar vê kêşeyê dibînin ku ew a şerodiya
takesan ji bo şer derbas dike, bi qasî ku rêbazên ji dil û rastîn nebûn
ji bo perwerdekirina henas li ser rêbaza sîstemê. ---------------------- 1-
Stîwart Mîl : Feylesof û aborînasek î Ingilîzî ye, li Lendonê sal 1806
de jidayik bû, û di 08.Hizêranê sal 1873 de koça xwe yê dawî kiribû. Sîstema
cîgir li ser bikaranîna pêkanînan û rêxistinkirina wana li gor
pêwîstiyên civakê û geşepêdana wê, ji ber ku mirovê yê xwe fêrî
çavkariyê dike ji xwe re rageha çavkariyê diafirîne , ji ber ku rewayî
li ser kuştin û gendelî û tundirewiyê zêde bû , û ew a bi xwe bergek e
mirovê desthilatdar xwe bi wê nixûmandibû , û armanc jê bidestxistina
tiştan û zeftkirina hatinan bi zordariyê , û herwiha mirov bibû hoste
di veşartina xwestekên xwe di çarçovê darjêgek e nimûnî , û bê guman ol
di xêzên xwe yên siyasî de û cihêbûna bandora xwe bi sirûştiya kiryarên
bawermendên xwe civakan hîştibûn di rewşek e ji nakokî, tevlîhevî û
bêcaniyê de, bi sedemên bobelat û aloziyên aborî û diravî yên
sermedariyê berhem dabûn, bi rêya qonaxên malgirtina wê ya dîrokî û yên
li hember dîmenên serbizaftina ramanî rawestiyan, yên diyar dibin bi
têkoşîna zanyar a dirêj li hemberî dadgehên soraxê li hemî cihên ku ew
têdebûn, ji ber ku li cem zanyaran serpêhatiyên giştî hene, ew karê
zanyarî berz dibe li ser her komelek e rehî, zimanî, an olî eger di
serdema me yê niha de bê xwedîkirin . Ew komkara balatirîn e yên
zanyaran li hevdû dicivîne, û ew komkara hişmendî ye ne ya xwînî ye, a
ku şer û pevçûn bi dû xwe ve anîbû, ji ber ku komkara hişmendî komkarek
e bijarî ye, bijardeya berketî hildibjêre ji ber ku li cem taybetmendî
hene xwe pê ji komên mirovên din ve cuda dibîne ji ber ew komên din bi
afirandin, raman , wêje û hunerê û sazkirina bi armanc kêm berdikevin , û
ji ber ev komkar hemî ramanyar,afrêner,wêjevan û hunermendan kom dike, û
bi heyîna mirov bala dibe, û ramanên nijadperest nahebîne, û guh nade
tiştê ku afirandinê li cem mêjiyê afrêner dikuje, an belavbûnên
destkeftiyê lawaz dike. Ew komkara a berhem dide afirandin,
bedewbûn û xêra a ku namiçiqe, û evînê armanc dike, ji ber ku ew
biservehatinek e bîngehîn e ji bo duristkirina karê mirovî a ku saya
xwe li ser hemî hebûnê digre , berve rêbaza aborî di wêzimkariya hebûnê,
ew aboriya a bi hêz a ku ewlehî û aştiyê li warên gurbûyî bi sedemên
ceng û pevçûnên çekdar cîgir dike, ew aboriya a ku ji daxwazên gelan
berve aştî û azadiyê bi serdikeve. Pêvajoyên firotina çek û hişbiriyê
û derxistina aloziyan jiyana mirovî tevlîhev kiribûn, û ji vê bobelatê
heta civakên sivîlbûyî (Ewrûpa) ewle nebû, û wek nimûne aloziya Sûrî
dijwertir zorengek î çekdar di riwê cîhanê de afirand, û hatibû
derxistin li cihên cuda , destpêka wê li kêlek û veguhêztina wê bi rêya
pêlên koçberî û nîştecîbûnê li cudabûnên welatên Ewrûpî, tiştê ku
aloziyên cuda ji wan welatan re diafirîne, ji wan dewletên yên koçberan
xwedî dike, bi sedema rewşa bihevketina aborî di navbera xwediyên
diravê, bi dawî şerê Okraniya û Rosiya derket û pêlên koçberiyê berve
welatên kêlek û ewrûpayê hatin ji bilî aloziya gazê , û ji vir banga min
ji bo yekbûna zanyaran li cîhanê pêdiviyek e lezgîn e ji bo pêkanîna
rabûna mirovî a sozdar bi pêşerojek e baştir ji hebûnê re. https://youtu.be/EWCiRbtFZVs
|