Keyhan MihemedînijadMewlewî Tawegozî an jî Mewlewiyê Kurd li sala 1806`an li herêma Tawegoz a Başûrê Kurdistanê li bajarê Helebçeyê gundê Serşate a Xwarê hatiye dinê û hin dîroknas jî dibêjin navbirî li sala 1807`an hatiye dinyayê. Navbirî yek ji helbestvan û alim û fîlozofekî Kurd e.
Mewlewiyê Kurd zarotiya xwe di gundê “Bîjawî” yê nêzîkî Helebçeyê derbas kiriye.
Di serdemê berê de li gor adetên wê serdemê diba zarok di hucreyên Feqiyan de ders bixwandibana. Wê demê bavê Mewlewî jî kesekî alim û zana bûye û li gundê “Bêjawî” yê ser bi Helebçê hucre hebûye û zarok perwerde kirine. Mewlewiyê Kurd jî wek adetên wî serdemê di hucreyê de li cem bavê xwe ders xwindiye û piştre ji bo ku xwandina xwe berfireh bike rû li xwendingehên binavûdeng yên devera Erdelanî û Babayiyan dike.
Mewlewî gelek belengazî dîtiye û piştî ku bavê xwe ji dest dide heya
heyamekê dest ji xwendinê ber dide û neçar dibe ku bo xwedîkirina xwîşk
û birayên xwe dest bi kar kirinê bike.
Mewlewî piştî demekê dest ji
xwendinberdan, carek din dest avêt bi xwendinê û di gelek deverên
Kurdistanê de geriyaye û ber bi devera Ciwanro ve çû û li wir jî çû bo
bajarê Sine û di dawiyê de karî îcazeya xwe ya melatiyê li cem “Mela
Ebdullrehman Notşeyî” li bajarê Silêmanî ya ser bi Başûrê Kurdistanê
wergire.
Mewlewî piştî tewawkirina dersa xwe, li gundê “Çirostane” yê ser bi Helebçê bû mela û feqî perwerde dikirn.
Mewlewiyê
Kurd her ji destpêkê ve bi hesteke helbestvanî ve bîr û hesta
sofiyetiyê jî li serî wî de hebûye û her ji ber wê hindê jî ber bi
Tewîlle ve diçe cem “Şêx Usman Sîracedîn” ku yek ji xelîfeyê diyarîkirî
yê Mewlana Xalîdê Neqişbendî bûye û li cem wî terîqetê werdigre.
Mewlewî her zû dikeve nav dilê xelkê û dibe kesayetiyekî mezin.
Mewlewiyê
Kurd hertimî piştevaniya xelkê hejar û kêmdahat kiriye û her bi wê
sedemê jî gelek caran ji aliyê desthilatdarên wê serdemê ve ji bo wî cih
û mal hatiye terxankirin lê wî ew pişniyara wan red kiriye û her li ser
piştevanî ji xelkê hejar, ji aliyê desthilatdaran ve arîşe bo wî hatine
çêkirine.
Her disanê jî Mewlewî li cem gelek desthiladarên wê serdemê, kesekî hezkirî bûye û hertimî qedrê wî jî hatiye girtin.
Mewlewiyê
Kurd Helbesvanekî rastgo û xwedî helwet bûye û her piştevaniyek jî
kiribe di derheq heq û rastiyê de kiriye û her tiştek ji cem wî rast
nebûbe li dijî rawestiyaye û jiyana dinyayê jî li cem wî gelek girîng
nebûye.
Pêka nivîsînan dibêjin Mewlewî kesekî rû xweş û qise xweş bûye.
Cerekî
Mewlewî li mizgevta Şêx Ebdulqadirê Muhacir li bajarê Silêmanî mijûl
dibe ku xwe amad dike bo nimêja Mexrib, Mewlewî Ferenciyeke dirêj jixwe
kiriye, kabrayek gazî dike, Mele, Ferenciyê te bênimîj e firede, ew jî
zû fire dide û dest dikin bi nimêja mexrib. Dema ku nimêj tewaw dibe hin
ji xelk lê dipirsin, erê gelo her bi rastî Ferencî te bênimêj bû te
fire da? Mewlewî jî dibêje, newele paqij û nimêjî bû, lê heya min kabra
halî bikiriba û jêre bigotiba ku ev ferenciyê min nimêjiye, nek nimêja
mexrib ji destê me derdiçû belkî nimêja Eşa jî ji destê me derdiçû. Ya
baş ew bû ku min got ez fire bidim heya axavtinên wî bibirim.
Mewlewî
digel jinekî bi navê “Enber” jiyanê pêk tîne û li gor dîroknasan ew
jine li malbatekî Efxanî bûye û Kesûkarê wê hatine Kurdistan û li devera
Helebçe mane.
Pêka gotinan, Mewlewî gelek hej Enber xanima jina xwe
kiriye, tê gotin piştî wê ku jina wî diçe ser dilovaniya xwe, Mewlewiyê
Kurd gelek xembar dibe û di qesîdeyeke bilind û ciwan de pesana wê
kiriye.
Mewlewî piştî jidestdana jina xwe, 7 salan berî ewê ku here
ser dilovaniya xwe, herdu çavên xwe ji dest dide û kor dibe, hin
dîroknas jî dibêjin dema ku jina wî çûye ser dilovaniya xwe, du salan
berî wê ku Mewlewî here ser dilovaniya xwe çavên xwe ji dest dide.
Xuyaye ku Mewlewî piştî jidestdana jina xwe û korbûna herdu çavên xwe,
jiyana xwe gelek bi azar û nexweşî derbas kiriye.
Karesateke dinêye nexweş ku di jiyana Mewlewî de hatiye serê wî, ev jî şewitandina pirtûkxaneya wî bûye.
Wek
di nav pirtûkên dîrokî de hatiye nivîsîn, dane zanîn ku: “Şer û
pevçûnek di navbera eşîra “Îmamî” û eşîra “Tawegozî” de çêdibe, û
peşqelê agirê wî şerî dikeve nav xaniyê pertûkxaneya wî û pirtûxaneya wî
dişewite.”
Tê zanîn ku di wê pertûkxaneya wî de gelek nisxeyên
helbestên wî hebin û herwisa ew dîwanên helbestên wî û ew parçeyên
helbestên wî ku berê xelkê nenivîsandine û Mewlewî jî ji ber nebûbe,
hatibine şewitandin.
Tevî wan hemû nexweşî û narahetiyan, piştşikestina wî jî ji kulên wî zêde bibû.
Tê
gotin ku, rojekî Mewlewî siwarê guhdirêj anku am bêjin kerê xwe dibe û
kesekî jî hewsarê guhdirêja wî radikêşe û digel wî bo sersaxiya xizmekî
xwe çûne gundê “Pirîs”ê, di rê de darek hebûye ku çiqa wê darê hatiye
xwarê û diba Mewlewî li ser guhdirêjê, xwe xwar kiriba paşê karîba lê
derbas bibe, dema zivirandinê bi ew kesî ku digel wî bûye jêre dibêje
dema ku em gihane wê darê bêje ku ez xwe xwar bikim ji wê çiqa darê
nekevim, dema ku nêzî gundê “Hane Sûr” bûne û nêzî darê dibin, ew kesê
ku digel wî bûye û hewsara guhdirêja wî rakêşandiye bîra wî çûye jêre
bêje. Mewlewî ji ser pişta guhdirêjê li çiqa darê dikeve û dikeve xwarê û
pişta wî dişkê û hildigrin û dibine mala wî, û tête gotin ku her di
encama wê bûyerê de li sala 1882`an diçe ber dilovaniya xwe û bo hertimî
helbest û gotinên xwe yên xweş û pirtûkên xwe bo nifşa li pey xwe bicih
dêhle.
Hin dîroknas jî dibêjin di sala 1883`an de çûye ser dilovaniya xwe.
Dîwana
Helbestan, berhema wî ya herî navdar e. Bi zaravayên soranî û hewramî
hatiye nivîsandin. Ji aliyê Pîremêrd ve du caran li Silêmaniyê hatiye
çapkirin.
Dîwana Mewlewiyê Kurd Ji aliyê nivîskarên Kurd yên wekî
Mela Ebdullkerîm Muderis û hin kesên dinê ve jî bi nêrîn cuda û
şîroveyan ve hatiye çapkirin.
Mewlewiyê Kurd bilî zimanê Kurdî,
zimanê Erebî û Farsî jî baş zaniye û bi herdu zimanan jî helbest
nivîsîne. Lê dîwana wî ku bi şêwaza Hewramî hatiye nivîsîn pileyeke
bilind di nav helbest û wêjeya Kurdî de heye.
Belkî Mewlewiyê Kurd çû
ser dilovaniya xwe, lê helbest û gotinên wî yên xweş kevtine ser zimanê
evîndarên wî û ti carî nayê jibîrkirin û wî navdarê Kurd navê xwe yê
zîrîn di nav dîroka Kurdan de tomar kir.