Mihemed Hesko (Birasoz)
Çiqas ciwan û rindî
nîþan a netew a Kurdî
ji Kurdan re kemendî
Ala min…ala min
Bi xemla xwe pîrozî
ji me re hêvî û sozî
nîþan a welat û dozî
Ala min…ala min
Ala mina çar reng e
çi binav û bi deng e
bo aþtî, ne bo ceng e
Ala min …ala min
Rengîn e sipî û sor
dijminin li hawîrdor
Pêþmerge girtîye qor
Ala min …ala min
Rengê dî kesk û zer e
him text e him serwere
ji kurdbûnê re rêber e
Ala min…ala min
Dunya bi zor, ne bi dor
ala rengîn hildin jor
çavê dijmin bikin kor
Ala min…ala min
Li bakin alê li bakin
dilê Kurdan pê þakin
ta kurdbûnê peydakin
Alamin …ala min