Nizar Yosif
Ji kelbûnê
Xûna min di Sîtil
a sing de bi kel e
Rêjgeh derya
hezkirin a te ye
Darbest a
peyariya te
Di vî dil ê bi
hêz de
Nûjen dibe
Bi guhêzê re hildipirikim
Stêrikên te yekyek pîroz dikim
Carna baskên þabûnê
Min bê hiþ dirêsin
Da ku çemên dilya yên Tavê
Li ser rawestgehên bendemaniyê de
Bi ser kederên zemînên te de berdim
Hêlma solafê
Bibe perdeya gewdeyê te
Û çepera hezkirina me
Da ku evîn bibe gul
Gul di þûna evînê de bibe
Xunav a li rûkê min dibare
Dizanim gulava gerdena te ye.