Kêferata bandevê ye Bi zayîna sînoran re Li danîna berê xwe bigerin Demsala tirþ bûyî Bi îþkên seqemê Taviyên baranê Ji ber buharê me tên Di navbera bahozê re
Darên nûbar Bihinteng di tewin Di ka em bi hejandina rezan re Ne xewixin Di van nezelaliyan de Çav mest nebin Bi rûmeta mirovaya xwe Hay bibin Di çarçova dildarê de Li hev mijûl bin Di vê çerxê re Tav geþbiye Bi meywe yên sewyayî bi çêjin Sereylokan jê re bêjin Bila dengê me bi bihîze Em carekê evê çerxê rast babidin Çendên caran Me gotiye Me kiriye Çep keriyaye Hatine çûtin Dengvedana xwe bigirin Bi hêza wê hawarê serwextin bibin Roniyê li raserî vî welatî Zemt bikin Bila serdem bê xatir neçe Xuhdan bêbazar bêhûde ne be Bi xwestekên dilxwazê bistirin Bîçimên ken ê li þahnazê vebin Em û tav Di kinarên feleka xweyîtiyê de Ê li hev bigerin. 24.01.16