Kamran Simo Hedilî axxx ev çi ye çi dibe ditirsim min bernede bavo
av þor e þevkortarî ye pêlên avê bilind dibin nizm dibin dibin ejdihar min dixwin dayê bilin dibin lê ne çiyan e nizm dibin ne deþta beraza ye deng tên ne siwarên kîkan e ne çiya min diparêzin ne xal û ap dibihîzin ev der e derya derya nenas av çawa wisa þor û kûr dibe þev çawa wisa sar û bixof dibe tu min dibihîzî dayê av min dixwê leyîstoka min jî dixwê dayê ne di hembêza te de di hembêza avê de cara dawî xewa min tê ma xewa te û kekê min jî mîna ya min tê bavo çima neye ez ê razim bavo sibê dê were sibe bila min maç bike ez ê razim raze raze Alanikê min raze xew ji hiþiyariyê xweþtir e bêdengî ji dengê neyê bihîstin çêtir e xew aramî ye nebihîstina koçberiyê ye raze dayê bigorî raze raze em ê vegerin welatê xwe em ê vegerin û gelek çav dê di xewa te de bigirîn heke di çavan de hêstirên mirovahiyê mabin raze raze Alanê min rêwiyê riya rênenas raze da rê rêwî û stêr di kenê te de xwe veþêrin raze ez bigorî raze xewa te mîna te û welatê te bêtewan e raze raze heta xewa te deng bide qeraxê deryayê heke guhên bibihîzin mabin heke weke korbûna wijdanên wan guhên wan ker nebûbin dê dengê te bibihîzin tu raze raze ez bigorî raze 02.09.2015 Kamran Simo Hedilî