Mehmûd Bdilî
Dema te xwestin..
zeytûnên çavên te
bi niviþkê sibehan ve
daliqiyan
dema ristin tiliyên te
bayê xwîna te rapelikî hîrehîra kolanê
li ber notika pêngavên te
nasnameyê beravêt
û roka di paxila te de
dilê asoyê nikil dikir
xweska min zanîba keçê
çend mêrkuj di nav porê te de razayîne
xweska min naskiriba lêlê
çend zarokên þîrkuþtî
di serxweþiya çiçikên te de
sûka bajarê giyan talan kirine.
5/6/2012