Mizgîn Hesko
ji bo çilrojiya þehîd ketina Miþal Temo
Çilroj…
û çil melyon Miþalên
vêketî.
çil melyon çinarên
li ber ketî.
çilroj...
û bi melyonan
xortên protistgêr
serhildêr
û þoreþgêr
ji banga te
qet venagerin
tevde pêt in
çiran e
û Miþal in
çilroj…
û bi hezaran
Sûriyên dozê
darên kevnar e
paybilind
na livin qet
li ber bager û bahozê
tevde…
neviyên buharê ne
piþtî Newrozê
tevde…
bi yekdengî … ban dikin
em in tîrêjin rojê.
çilroj…
erê..
Misalê min
xelkê genimê xwe xistin çewalan
û birin
û em palevanên reben
li nav firazeyên wan
hîn li pey bîna þimamokan
diçin
û genimê me
îdî tijî kuleh bûye
û agir bi zad ketiye
û bêrîvan
tar û mar bûye
lê .....ey Miþalê min î
þepalî ...þêrîn
dîroka te
qet venamirî
xwîna te
dilop..dilop
sor …..sor
di damarên me de
sincirî
tu …qet namirî
tu gupgupa dilê Qamiþloyî
tu egirî.
çilroj…
û tu….
kurê Helapça û Þengal
dilrezîna Wanê
Çiraya çar çira
hêsrên kewan
fîxana bilbilan
cinge cinga þûrê
Rustemê Zal
hawara Ciladet
dastana Xanî
dîwana Cezîrî
li ber dilê
Barzaniyê kal.
çilroj
û tû.. Miþalê min
her dimînê
xêzên destên min hozanî
Mizgîn megrî...bi kovanî
soz û peymana me kanî
Miþal...helbest û ramanî.
14.11.2011 elmanya