Arjen Arî
Bo salyadî þairî gewrey Cegerxwînî nemir
Wezîfey xom her teblîxî kurd e Le mirdû herçî dimîne nawe(1)
Seydayé Seydayan Ehmedé Xanî,di Mem û Zîn beþa VI emîn de sebébé bi kurmancî nivîsîna berhemé weha réz dike: Xanî ji kemalé bé kemalî Meydana kemalé dîtî xalî Yanî ne ji qabil û xebirî Belkî bi teessib û eþirî Hasil: ji înad eger ji bé dad Ev bid’eté kir xîlafé mu’tad Safî þemirand ve xwarî durdî Manende duré lîsané Kurdî Înaye nîzam û întîzamé Kéþaye cefa ji boyé a’mé Da xelkî nebéjitin ku:’Ekrad Bé ma’rîfet in,bé esl û binyad …………………………
…………………………(2) Di gel ku hin béjeyén ne kurdî: Qabil ,Xebîr,Teessib, Bid’et,Mu’tad, Manende, A’m…di ristan de dihewîne jî; bi gotina Xanî, dema ku ditiye meydana hunerî xalî û wala ye; ne ji jîrî, þarezayî û pisporiyé; hebekî ji kevneperezî, hinekî ji hizra eþîrî; an jî ji girr û bédadiya heyî, ji berberî û dijberiya bûyî(ya derbaré kurdî de)ziman xistiye qalibekî, bi serûber kiriye, tahmek dayiyé; çi ji bo gel/xelké…û çi ji bo ku hinek ranebin nebéjin ‘ekrad/kurd ne xwedî ‘kelam’û huner in, bé esl û fesl… û bé kok û bingeh in…’ Li gorî hin çavkaniyan, Kurdan ji wexté salixdayî-dîrokî heta bigihe îro 9 alfebe;Bizmarî, Avestî, Aramî, Pehlewiya Kon,Masî Soratî, Xuruc ul Sir, Erebî ,Latînî, Kirîlî bikar anîne.(3) Desthelata Kurd rojek ji rojan rabe berhemén bi wan alfebeyan veguhéze alfebeya ku îro bikar dihét-erebî an latînî- bi min bi dû Kitébxaneya Ýskenderiyé ya ku di dema desthelata Hz.Ýmer de hate sotin, dé pirtukxaneya herî dewlemend û berhemdar be. Belé; Xanî bi xwe jî ji `bédesthelatî’ û ‘béxwedîtiyé’ bi gazinc e ku, vé maliké di Memû Zîn de bi cih dike: Ger dé hebûya me jî xwedanek Alîkeremek, latîfedanek…
Lé…xwediyekî li gel ‘a’lîkeremî’ û ‘latîfedanî’ zanîn, huner, helbest , kîtab, dîwan… li nik wî meqbûl/héjabûya!Hingé meyé çi bikira? wé gavé, wî: A’lema kelama mewzûn Alî bikira li bané Gerdûn û...wé; Bîna vé riha Melé Cizîrî Pé heyy bikira Elî Herîrî û…bi ser de; Kéfek wé bida Feqihé Teyran Hetta bi ebed bimayî heyran(4)
Kî/ké bi baldarî û heyranî; di hin cihan de bi matmayîn û dilihayî neneriye/nanere li berhema li dû xwe ji qewmekî re, û pé re ji ciwaniyén mirovahiyé re hiþtiye! Balkeþ e; Xanî dema ku vé berhemé dinivîse, xwe diþibine ‘seffarekî’,’merivekî dîn ji dest çûyî’,û ‘dînar/pere/mal bi dest nexistî’: …………………………. Qelbé me nekir qebûlé hîle Qet bo xerezé nebû wesîle Dîn çû,û ne ket bi dest me dînar Paþé ji neçarî bûyne seffar Sifré xweyé xef me eþkere kir Qirtasiyebû me li lé dua kir …………………………… …………………………… Kurmancîye sýfr e , bê gumane Zêr nîne , bý bên sýpîde mane (4) …………………………
………………………… ‘Safaré’ ku di wexta xwe de Osmanî, Erebî û Farisî ji zimané bav û kalan bétir dizane û dikare biçe ‘seffariya’ zimanekî din bike; ji ber ku dilé wî qabil nade/qebûl nake, beré xwe dide ‘seffariya’ zimané xwe. Ji nefsbiçûkî û ‘alîcenabî’ vî karé ku dike, Xanî çendî bi ‘Saffartiyé’ bin av bike jî, ya ku kiriye ‘zérigeriyek’e, ku her ‘mérxas’ nikare wisa bi hesanî xwe té werke! Jixwe, li Bakûr di navbera Bateyî û Cegerxwîn de ‘zéringerekî’din;’zéringerekî’ ku xezîneyeke miþt ‘zér’ û ‘durr’ û ‘sedef’ û ‘yaqût’li dû xwe hiþtibe, naxuyé.Ev yek, nayé vé maneyé;ku li Bakûr kesayetin héja hin ‘dûr’ û ‘mirarî’ naxistine ser ‘xezîneyén’ li ber dest: Bi min, ya rast ev e;bi du dused salén xitm de, yekî Bakûrî zend û bend hildane, derdaw li xwe péçane ,û daketiye qada hunerbazan.Cegerxwîn e ev, Cegerxwîné ku sé çar salan kém zéde hemtemené Hejar, Hémin, Ehmed Namî ,Osman Sebrî, Qedrî Can û Seydayé Tîréj … Cegerxwîn jî mîna Seydayé xwe Xanî di destpéka nivîsîné de,sebebé nîvîsîn û hilbijartina kurdî/kurmancî, weha berpéþî me dike: ……………………………………… Wexté min dî qewmé kurdî pirr delal Ew di név ehlé cîhan de bé heval Ba sexawet ba diyanet ba hiner Min li goþé lewhé qelbim kir xeter Ko beyan kim esl û ewsafén di wan Milk û hikm û padîþah û her zeman ………………………………….. …………………………………. Ez dizanim ehlé çend esrén beré Bé teesib guh nade ne vé diré ………………………………. ………………………………. Vé ji yaran hévî sed carî dikim Zéde sed þukrî ji heqbarî dikim Ko hezar û sésed û hem çil û heþt Bu ji Mûsayé Hesarî ev niviþt(5)
Weke ji ristén li jor jî diyar e sedemén Cegerxwîn û sersebebén Ehmedé Xanî kem zéde nézî hev in. Dîsa jî, bo ku îro hinek ranebin û nebéjin ‘Xanî ji kurdî pé ve bi zarekî din nizanibû ku bi Farisî an Erebî binivîse’, péþiya vé lomeyé bi yekkirina çarînén çar zimanî, dibire: Hel lena min nî’metî weslil min nesîb Ofîtadem ber deret béçare,sergerdan xerîb Derdîmîn çoqluxu senden ote yok hîç bir tabîb
Ey tabîbé,min dewayé derdé Xanî her wîsal(6) Cegerxwîné ku Xanî dike Seydayé xwe, di detpéké de weke gellek kesén ku ‘xame ‘ di ‘ hibirdanka’ zimanén serdestan dakirine, ew jî xwe radikiþîne Erebî. ‘Kurmé’ zimané dagirkeran ne tené dikeve zimané meriv; bi demé re dil dikevéje, xwe li xewn û xeyalén meriv radipéçe, û hédî hédî dinizile nava ruh, da kes û kesayeté wegurîne ber bi nasnameyeke din de,û merivé jérdest bike kavilekî hîç î pûç. Ji vé an ji wé, nivîskar û hozanvané ku di destpéké de xwe ranekiþandibe Tirkî, Erebî, Farisî..nîn e. Di vé buwaré de Kurdén fere-ziman û fere-çand(!) yén ku bi zimané serdestan dinivîsin mînaka Cezayîr û Ýrlanda derdixin péþ, û hehvdanén nîvîskarén wan welatan ji xwe re dikin palpiþt. Ev babet ne mijara vé nivîsé ye, û jixwe gelek munaqeþe û guftûgo hatine kirin… Ku em dagerin ser Cegerxwîn…me got ku Cegerxwîn jî xwe radikiþîne zimané Erebî.Lé Seyda xwe zû ji nava pençén vî ‘gurî’ xelas dike, li tevî kerwané Seydayé xwe Xanî dibe Di gel vé ya, Cegerxwîn yek ji wan þa’irén kurmac e ku ji bilî kurmancî, bi kurmanciya jér, zaravé Sorî helbest lé kirine:Ev helbest bi jimarî 10 in di sé dîwanén Seyda de;’Agir û Pirûsk’,’Sewra Azadî’û ’Kîme Ez’ de ne: Nawî Kurdistan pir þewq û taw e Gencineyî fikrim maneyî em naw e …………………………………….. ……………………………………. Wezîfey xom her teblîxî kurd e Le mirdû herçî dimîne nawe
Cegerxwîn gerçî seydayé kurd e Ta ésta pesnî kesék nedawe(7)
Helbesta ‘Wezîfey Xom’ pesinnameyek e, bo þexsiyetek ‘alîceneb’ û ‘kerembala’ Elî Kemal-nav di helbesté de jî derbas dibe-bi Soraniyeke ku her kurmancîaxév tébigihije, hetiye nivîsîn . Lé helbesta bi navé Zilmî Bégane Dibînim? Ev helbesta bi soraniyeke sormancî me dibe salén 1960î, demén mamostetiya Cegerxwîn, di Zanîngeha Bexda, piþka Zimané Kurdî de… Cegerxwîné ku wan deman bûbû endamé lîcneya sitendarkirina kurdî, li gel hemû érîþ û ariþeyén rûdayî, em dibînin ku wî, wé demé siberoja qewmekî di ser hemû bîr û boçûn, hizr û ramanén cur be cur én kes û derdorén bîrdoztndrew re girtiye; ‘miþara zimané kurmancî’’ bi çend nimûneyén kicik be jî guheztiye zaré soranî:
Ey welatem pût û latem pîrî xemgînî te me Rencberî lawanî tû me,peyké mizgîné te me Ey welaté min pût û laté min pîré xemgîné te me Rénckéþé lawé te me, peyké mizgîné te me Gerçî kurdit pém delén ‘bé dîn û gawir’ pém xweþ e Dîn û îmanim tû wî men dîn û bé dîné te me Kurd çendî li peyminbibijin ‘bé dîn û gawir’ bi min xweþ e Dîn û îmana min tu yî ,ez dîn û bédîné te me Em perîþanî û zilet têk le iþqê tû exum Pêm delên em þat û dîn e, rast e men dînê te me Vê perîþanî û ziletê tev bo eþqa te dixwim Li dû min dibêjin þet û dîn e,rast e ku dînê te me ………………………………………………… Tamî sebrem tamî sebr e tal û tûjî zor me xwar Wa bi alem tal û tuj im çunkî þérîné te me Tama sebra min sebra te ye tal û tûjî zor me xwar Weha bi alémé tal û tûj im,ji ber ku þérîné te me ……………………………………………… Bes yekitî xweþ divêtin da ku têk serbest bibin Men be qurbanê sera û,ala rengînê te me! Bes yekitiyek xweþ divê,da ku tevserbest bibin Ez bi gorî û qurbanê ser û ala rengîne me Zilmî bégane dibînim wa li xakî tû dibî Þuhretî dawe dielém men Cegerxwîné te me(8) Zilma bésedem dibînim,ev li ser axa te dibe Dawa rûmeta xwe dikim,ez Cegerxwîné te me(9)
Seyda, di helbesta ‘Zilmî Bégane Debînim’ de,li hember neheqî û bédadiya ku lé dibe de, rasterast giliyé xwe digihîne welaté xwe; Kurdistan!û dibéje ‘ev zilm û tawanén ku li min dibin, li ser xaka te, ji bal xelké te ve tét kirin! Baþ tét bîra min, di salén 70yî de çi li Bakûr çi jî Baþûré Rojava(Binxeté) hin kesan bi navtédana hin derdoran Seyda mîna mirivekî ‘xirrbûyî’, ‘gawir’,‘’ji ré’ û jidînderketî’ bi nav dikirin û bi vé yeké diçûn bi ser Seyda de!. Lé, ew Cegerxwîn bû: Þa’iré welatekî bindest û gelekî jérdest bû. Û wî, xwe qet weke mirovekî bindest nedît; di gel rewþa heyî ya siyasî, olî û civakî a kurdan, pénç pere bi nérîn û gotinén wisa nedan; béttirs, rasteras rast bîr û baweriya xwe bi réya helbesté radigihand civaka ku héviya xwe bi welatekî azad û serbixwe ve girédabû! Dilériya Seyda dilériyeke bépawan e. Di dema mirina Faîk Békes (bavé Þérko Békes e) de zilma ku lé dibe ji bîr dike; li dû Békes dibéje,’Békes tu ne Bé kes î! Eto Békes niye békes,kesit ew role û lawin Kesit ew þox û þang û naz,û ew xuþkén belek çavin ………………………………………………………… ………………………………………………………… Emin wan nakesan nakim be kes bo xwe ,heval Békes Kesim wa her de zindanan,dikrin hawar keç û lawin(10)
Ji helbestþînnameya li jor zordiyar e , Seyda hewl daye ku bi soraniyeke nézî kurmancî þi’ira xwe lé biké. Jixwe heta demeke néz Soranî û Kurmancî ne di rojeva Kurdan de bûn,û ji devla Soranî û Kurmancî,ev zarav bi Kurmanciya Jér û ya Jor bi nav dibûn… Wekî encam, wekî peyva dawî: Qelemdarén kurmanc û sorî ketibûna pey liv û tevgera hozanvanén weke Cegerxwîn û Koyî, îro du zarav, du zaravén sereke yén yek zimanî ji hev evçend dûr nediketin, nedibûn sedemé gengeþî û guftûgoyén ku îro tén kirin, û dé béne kirin. Arjen Arî
1. Kîme ez, Cegerxwîn, Wþ.Avesta. 2.Mem û Zîn,E.Xanî,Wþ.Hasad,Rp.60 3 .Em Zimané Kurdî Binasin;Wþ.Ens.Kurdî ya Stenbolé,Rp.11-12 4. 4.Mem û Zîn,E.Xanî,Wþ.Hasad,Rp.64 5. Kîme Ez, Cegerxwîn, Wþ Avesta.Rp.318-319 6. Kovara war,Jmr.3 7. Agir û PirûskWþ.Avesta,Rp 32 8. Agir û Pirûsk, , Wezîfey Xom, Wþ.Avesta,Rp117 9.A.Arî
10. Kîme Ez, Þîna Békes, Wþ.Avesta,Rp.102
|