ew rastiyeke dîrokiye gava mirov vrdigere xerîza xwe ya berê tu ol, bergalên sinçî li ber wî namîne, di hundurê misilmantiyê de xelîfên pêxember Omer, Osman, û Elî kuştin û bi rengekî ji sînorê mirovatiyê de derdikevin,
rastiyeke mêjûyiye li ber çavane û tucarî nayê ji bîrkirin, u li biniya tu cillekê de nayê veşartin, belê gava Xalid bin El welîd derbasî Serê Kaniyê bû, ew derbasî dêra fillan bû û şûrê xwe kiûand, û gotina xwe ya binav û deng bi rengekî hovîtî ravekir, êrîş bikin hey weliyên xwedayê mezin
êrîş bikin hey dost û hogerên pêxemberên şîrîn
lê ka kî dikare ev mirovê ha ji van kirên xwe wî rawstîne, û ew gem bike,
gelo bi çi rengî di bablîskê 20 ande em karibin nav van hêzên gurên Turkêş, Netewiyên Ereb û Farisên netewprest we biparêzin, û bi nerîneke hûr li dîroka van gelan ku dîroka wan ji roja wan afirandiye kirên wan kuştin û reşkujiya serikên jîr û jhatî ji milletê me, nemaze em ji hezara salan li ser xaka xwe dijîn, û ev gelên han pêşneketin û neketin durvê mirovan, teqez we tev li ser gelê Siwîdî xwendine û hûn giş dizanin ku ew gelê ha yê xwedan şaristaniyeke mezin berê êlin hov û dizek bûn, diketiye deryayê cihane û keşteyên bazirganan didzîn û xelkê têde dikuştin, lê niha ew di tîtaleke xelkê cihane de ne. غ di jiyaneke sîvîl de herî çak dijîn.
Gotina dawî ew ku ev hovîtiya ha berdewam nabe, û teqez dongiya van gelan wê bê te rûxandin, eger bi rengekî mirovatî, û biratî li hevwelaên xwe nenerin, û bi mafê gelê kurd mukur neyên û ala aşîtiyê qebûl nekin wê herdem ev rojhilatanavîn di bin pêlên nakokî û keftelefê de bijîn.
----------
* Xwedî û berprsyarê kovara (ASO) ye