Ji weþanên wezareta rewþenbîrî û lawan ya herêma Kurdistanê pirtûka helbestan ya helbestvanê mezin Emerê Lalê derkete ber destê xwendevanan.
Pirtû bi navê (Welat Binase) û ew pirtûka çaran e piþtî pirtûka XEM Û SAWÊR , ÇAR ÇIRA , û TEWAFA YARÊ .
Ev dîwana (WELAT BÝNASE) bi rengek helbestî nexþê kurdistanê hatiye vehûnan bi sînor û deþt û çiyayê xweve bi av û gelî û kelih û zinarê xwe ve, ev cara yekemîne di toreya kurdîde nexþê kurdistanê hatiye vehînan bi vî rengî weke belgenamekî dîrokiye mirov dikarê mitmanê[1] lê bikê ji ber ku
giringe û pêwiste her kurdek welatê xwe binasê û sînorê welatê xwe diyar bikê da nebê pirsgirêkek di riya nifþên werêde ji ber ku ev erkê me hemiyaye .
Ev dîwan ji du helbesta tête jimartin
1-helbesta nexþê kurdistanê
2-helbesta dî hemî deþt û çiya û kelih û zinar û av û çemên kurdistanê têde hatine diyarkirin
-tevî vî jiyê wîyê dirêj hê berdewame di vehînana helbest û nivîsandinê de.
Welat binase
Divê her kurdek welat binasê
Cihên çep û çûr deverên asê
Çi li tirka bî çi li îranê
Li sorî û êraq hemî bê basê
Dema dibêjin kurd û Kurdistan
Em ji du peyvan didin xeberdan
Yek navê kurde ya dî sitane
Dibê kurdistan em dikin base
Wek em dibêjin navê gulistan
Yan jî dibêjin navê daristan
Cihê gulane cihê darane
Du peyvên hevgir xwe didin nasî
Welat binase b xîzika tanî
Li derya sipî qefa bêlanî
Eskinderonê ber û jor banî
Ber bi çiyave ta amenosê
J, amanos diçê þarê osmanî
Bajarê mereþ li çiyayê banî
Di roj avayê armodaxêre
Qeyabebere dighê sêwasê
Ber bi tuqatre diçê demrozê
Sodê û berkelê em dikin dozê
Hesar þiban kar girason rêzin
Aloc beleban çiyayên asê
--------
[1] Mitmane: piþ pê germ kirin