Xalis mswer:
Dîwana helbestvanê navdar konê reþ, ya bi navnîþana(Þîhîna þevbihêrkên dîl), bi çapkirineke pir rengîn û ciwan derket, ew dîwaneke ciwan û rengîne, çi di warê qap û dekorê de, û çi jî di warê wate û naveroka xwe de.
Dîwan ji (186) rûpelan pêktê, û bi zimanekî resen û hesan, û bi helbesteke bi kul û derd û xem û xeyal hatiye avakirin, hêjhaye ku hemû kurdên dil soz û bibirîn û xwediyên þevbihêrkê dîl bixwînin, û birînên xwe yên xedar pê tedawî û derman bikin.
Konê reþ xwe mîna mirovekî þivan, hem þivanê zarokên xwe, û hem jî þivanê milet û welatê xwe dibîne, û herdem jî þivanekî sozdar û bi wijdane.Di xweþxaneya dîwanê ya didiwan de, þivanê þevbihêrkên dîl (Konê reþ) þivantiya xwe , weha dide nasîn û dibêje:
Þivan im!
û kes bi min
nizane.
Ji berbanga sibê ve
Ta bi nîvê þevê
Þivantiya zarokên xwe
dikim
……
Þivanekî bi soz û
Wijdanim:
Belê, weha qêrîn û nalîna Konê reþ, dikeve kerika kuhê hemû kesên kurd ku, jibo zarok û kulfet û miletê xwe zik êþ û sozdar û fîdakarin.
Û ez jî lê vedigerînim, û bi diyarî van rêzan jê re pêþkêþ dikim û dibêjim:
Konêreþ bese
Menal
Hevqasî bilûra
þivantiyê
tevnexurcilîne
Deng vegera
Soz û peymanên te
Nalîn û kalîna te
Newal û hêrikên
Berya xelef axa
Bi awazên kurdayetiyê
Dixemilîne û
Rehên dilê me
anîne xwar
lê nizanim
çawa û bi çi hawî
û ta kengî
li qêrînên te
vî þivanê
bi wijdan û sozdar
guhdarbikin û
lê bi xwedî derkevin
……………………………….