Di 11.4.2010, bi boneya çilrojiya wexerkirina xwedêjêrazî nivîskar û rewženbîrê kurd yê qedirgiran Rezoyê Osê bi beždariya hijmarek ji hezkiriyên peyva kurdî û çanda kurdî ya resen pêkhat. Heval ên Rezo yên ku bi hev re di kovara PIRSê de kar dikirin, wek erk li ser bîranîn li dar xistin. Žev bi xuleyek rawestan li ser giyanê xwedêjêrazî Rezo hate rawestandin Nivîskar Merwan Osman, bi xwendina çend malikan ji helbesta wî ya bi navê kevoka min, ku trajîdiya komkujiya Helebçe diyar dike, dest pêkir:
Lêkolînvan Heyder Omer, ku bi salan, di gel Rezo, di redakisiyona Pirsê de kar kiriye, gotara xwe ya mižt keser û kovan, ya bi navê „ Min çawa Rezo Osê naskir“ xwend. Rêzdarê navbirî, bal kižande, li ser sinc û nirx ên nivîskarê nemir Rezo û behsa nasîna cara yekem û axaftina dawî, ya ku bi telefûnê pê re kiribû, dema rehmetî, hatî Europa û dixwest dermanekî ji êža xwe re peyda bike. Xala balkêž, ku mamoste Rezo, cih û rêza xwe di dilê her mirovekî de, ku pê re danûstendin kiriye, diçand. Ji bilî ku nivîs û xebat û mendûbûna wî, ku tu caran bîranînek weha nikare mafê wî bidê. Di navberê de, peyva malbata Rezo û malbata xezûranên wî mamoste Samî yê Ehmedê Namî hate xwendin û nivîseka mamoste ya dilžewat û dilkovan di derheqê zavayê wî de Rezo hate xwendin. Helbestvanê kurd Mahmûd Badilî bo vê bîreweriyê helbesteke xwe ku diyarî giyanê seyda Rezo kiribû, bo komîta amadekar rêkiribû û hate xwendin. Nivîskarê kurd Newaf Mîro, ji bakurê Kurdistanê, axaftinek kir û helbestek bi navê kevok, ku digel ya seydayê Rezo digunciya bo beždaran xwend. Name û birûsk ên bi rêka E.mail an jî telefûnê gihabûn koma lidarxistina vê bîranînê hatin xwendin. Mamoste Konê Rež, nameya xwe bi vê boneyê rêkiribû, hate xwendin. Nivîskar Evdile Koçer di nameya xwe de, behsê seredana xwe berî ku seyda Rezo her ser heqiyê, kir û çawa wê seredanê kartêkirinek li giyanê wî kir û nûçeya wexerkirina wî çi akam li nav dil û giyanê wî hižt. Nivîskar Edîb Çalkî jî, ku bi sedema êžê nikarîbû beždar bibe, bi rêka telefûnê xem û pejarên xwe bi vê boneyê diyarkirin, her wisa jî Dr. Zerdežt Haco, serokê PEN ya kurd, xemgîniya xwe da diyarkirin, ku wî nikarîbû beždar bibe, bi sedema karê xwe yê ji bo amadekirina mamosteyê kurd li Bonn ê. Lê diyar kir, ku mamoste Rezo netenê endamê PEN ya kurd bû, belê nûnerê wê li rojavayê Kurdistan bû, ji bilî ku hevalekî wî yê nêzîk bû. Yekîtiya Nivîser ên kurd-tayê Duhokê jî bi vê boneyê mesaja xwe rêkirin û diyarkirin, ku çûna Seydayê Rezo valahiyeke mezin hižt, lewra jî ew dê roja 12.04.2010 bi vê boneyê, 40 rojiya wî di gel herdû mamosteyên nemir Hafiz Qazî û E.Hekîm Segvan li dar bixin. Nûnerê Partiya PYD jî, ku di ževê de amade bû, bo komîta amadekar xem û pejareyên xwe ragehandin û daxwaza sersaxiyê bo miletê kurd xwest. Careke din bi navê malbatê, Dr. Kamîran, ku hevlingê seydayê Rezo ye, behsa nasîna xwe û wî kir û kartêkirina wexerkirina wî li ser wî û malbatê. Biraziyê wî Azad jî axaftinek kir û spasiya hemî beždaran kir û di pey re, çîroka Kêzxatûn, ya ku seydayê Rezo dabû hev û ji wan re digot bo beždaran gêra, bi mebesta ku mamoste Rezo, gelek guhdan bi edeba zarokan dida, bo dibistaneke kurdî li beramberî dibistana dagîrkeran ava bike û hingava yekem ji zarokan dest pê kir.
|