Seyid Feysel Muctevî
Bihare gul webû rabe bibîne deþt û sehrayê
Cihan bû kesk û sor û zer xeber ba daye dinyayê
Bila pîr û civan rabin bi wê cejna mezin þabin
Girêdin dawetek kurdî dihol û saz û zirnayê
Bihara nû de ramûsin qiraxê sûmeta þahî
Bi þabaþa xelata aþitî tim bidne dinyayê
Bibin coþ û xoroþa gund û bajêra bi pirdengî
Bixin þer bin kirasê aþitî, ro hate sermayê
Erê avê zelale kaniyê kurda werin cem hev
Xemê sed saleyê kurda ji dil derxin, bidin bayê
Bila kotrê sipî firdin nebînin bend û zindanê
Bikewne na gul û çîçek bi seyran û tamaþayê
Seyid newroze gel pîroze kincê keske dinyayê
Dixazit gel bi azadî bi dilxazî bibînt çare arayê
Jîyanek xweþ bi serbestî ji bo kurda wekî insan
Bixaze tu j xudayê xwe bi daxaz û temennayê
Sine 2710/1/1 a kurdî
Helbest: xezel
Wezn: mefaîlin mefaîlin mefaîlin mefaîlin
Behr: hezec musemen salim