Þêrzad Zeynelabidîn
Gava ku yar ji min dûr di bît
Dil parçe parçe hûr di bît
Derya xema hêþ kûr di bît
Ma hêþta dil maye gelo ?
Mahêþta dil dê girnijît ?
An tu di bêy carek dê vejît ?
Ji nav singê min di helpeqijît
Ma hêþta dil maye gelo ?
Piþtî mi dîtîn ax û ox
Sed Enfal û term û klox
Gaveka min nemaye þox
Ma hêþta dil maye gelo ?
Hêþta birîndarê berê
Sewda ser û li pey Esmerê
Ketîme nav teqn û gerê
Ma hêþta dil maye gelo ?
Ma hêþta kurd jî evnene ?
Hind bo evî hind wê hene
Her dujminên serê xwene
Ma hêþta dil maye gelo ?
Her êk bo yê dî dujmine
Hawar xudê ma ev çi ne ?
Dîrok talan û kuþtine
Ma hêþta dil maye gelo ?
Her kes bixwe vedçirîtin
Hindê nexon zik bi dirîtin
Ava penkay dê peqîtin
Ma hêþta dil maye gelo ?
Li ser sifrê wekî mêþa
Ne çav den qirþ û gilêþa
Nê berr ji bin pên we rakêþa
Ma hêþta dil maye gelo ?
Doz evro defter bilokin
Tijî zikî kew û nokin
Li ber xelkî çi lêhbokin
Ma hêþta dil maye gelo ?
Qesr û qusîr pare û milk
An zîv û zêr manto û cilk
Li ba min hemî di bin qirþ û zilk
Ma hêþta dil maye gelo ?
Pîçek rawestin li vê bezê
Hûr hûr binêrin ne bi lezê
Dayka hawar di ket way wezê
Ma hêþta dil maye gelo ?
Nê hêj welat çar parçe ye
Barê min û barê te ye
Yê xemsar evro ma heye ?
Ma hêþta dil maye gelo ?
04-02-2010