Narîn Omer
Bi înanî me hev nas kir
Kelem pirbûn me derbas kir
Sedembara Evîn saz kir
Dibêjî min gunehbarî?!
Ne pirbêjî fena* cara
Dinalînî wekî jara
Dibakî min bi sed zara
Te baxêvim bi çend zarî?!
Kenê þêrîn ji bîr kir tew
Þevên þadî hemî çû xew
Xwe digrînî dikî tew tew
Xwedî zar im tu þaþyarî!!
Kesan tînî bibin dadgar
Hezar sûnda didî her car
Mixabin wek berê dijwar
Li sûndê nabe guhdarî
Serê min wax te bê hiþ kir
Dilê dengbêj te çû reþ kir
Nesîbê pir çi zû beþ kir
Digazînî Xiniz* yarî?!
Nema ez þa dibim dîsa
Eger Mada te ya pîsa
Tu car nabim Nebî îsa
Bi xaçê nabme dadyarî.
*- Înan: Îman
*- Fena: weke
*Xiniz:Xayîn