Bihrî Bênij
Ev þaxikên ter têne quraftin..!
Birîn û keser têne axavtin
Hinav û ceger pir tên piþavtin
Zarok û nûber têne hingavtin
Hê xunçe bijkoj gul diçilmisin
Her þev û her roj can dihelisin
Jan li dil bi noj kul namelisin
Çîçelokên zer tên perçiqandin
Kehnî her û her tên miçiqandin
Ji destan sîper tên fistiqandin
Ey miletê Kurd çi xêrxwazî tu..?!
Bin lepê pijmird belengazî tu..!
Riya tarî berd bike gazî tu
Ger tu razabî tê xwîna sor dê
Wer tu aza bî tê xwîna sor dê
Ya baþ tu rabî jînê bide dê
Çawa tê hedar bê niþtiman te?
Pir deng û hewar hildan ezman te
Kesî ne biryar ne pûte dan te
Hêza te xwendin zemîn hejandin
Gelêrî pendin çav sor rijandin
Þeker û qendin têne mijandin
Dermanê gelan giþa rizgarî
Wek derdê dilan wek evîndarî
Bihrî bi gulan kir piþikdarî