Çinînê ne ..
Vîze vîz ..
Em li benda we ne ...
Hespan li kar kin ..
Bike ...
De hûn zû..zû vegerin ..
Berû ser we digirîn ..
Tevde pûç bûn bêyî kenên we ..
De werin ..
De zû vegerin ..
Piþtî hûn çûn
Xanî li me bûne zindanên sarî tarî..
Bêyî we , malên me tenê kevir in ,
Kevirên ku tukes di nav wan de
Najî !
Piþtî hûn çûn
Tenêbûn û bendewariyê di nav malan de
Kon vedan !
Piþtî hûn çûn
Kincên me ên sipî û paqij
Reþ û qirêj û gemarî bûn ...
Taku stranên me yên kevnare
Nexweþ bûn û bê wate dibûn tanî
Ku gotinên wan bi diranan ve
Digirtin ..
Li vir êþ ew êþ e ..
Birîn ..ew birîn e..
Her roj ew þîna bê dawî
Li ba dibe ..
Her roj ew girî , wekû dengê nimêjin kevin ,
Bilind dibe ..
Em li benda we ne ..
De zûka vegerin
Emê tev ,
Peya û siwar
Dilbiêþ û xembar
Werin pêþiya we û
We hembêz bikin .
Ne xem e hûn çawa bin..
Çilo bin ,
Emê we hembêz bikin ..
Ji bo Xwedê dilê xwe li me
Teng nekin ..
Em , ewên ku pir diêþin ji
Valahiya nameyên þîn û mirinê..
Ên ku pir diêþin ji bendewariya wan
Nameyan ..
Em li benda we ne ..
Hespan li kar kin ..
Li benda we ne
Di kêlîka xweþiyê de
Xwedayo tu bihêle ku ba asa û teze be
Daku laþên wan yê xwêdangirtî sar û hûnik
Bike ...
Ji bo Xwedê hûn zû ..zû
Vegerin ..
Di malan de li ser we digirîn ..
Darên tû û hejîran hiþk û hola bûn
Bêyî we ..
Bêyî ken û henekên we ..
De werin
Em li benda we ne
Zû werin ha !