XEMGÎN Ê REMO
Ezê çi bikim
Ji van dilînîyan
Ku tim kiþtî ya hezê min
Ber bi kiþwera evîna te ve
Dajon ..?
Û rêça hevdîtinê
Alîk ave yek agire …
Piþtî gelek çîya yên xwê û
Xwêdanê ber digire …
Ku simê hespê min
Hezar carî dilikume …
Tim siwarim di þevê de
Rêwî me di her rê de
Û badlîzokên vîna min
Ji hawîr de
Te dorpêç dikin
Gava çavên te yên gandêre
Dibin du gelawêj
Û gelî yê sînga te
Tenik ba yên þeva dixwaze
Hingê dilê min
Kozîyekî agire …
Þeva bûrî ne xewin bû
Lêvên min
Hevendekî birçî
Li buhara te diçêrîya
Û nema zanim
Ku xwêdana gerdena te
Þorav bû yan tîzav bû
Hinavê min diperitî …
Dojehek mêyane
Li kevî yê jînê min disoje
Û ez ar-perestim
Arê te çendî gûr be
Wê dilê min di nav destên te de
Xweþ tembûr be …
De hinermendî ya xwe
Bo min pêþkêþke
Û awaza te jenî
Bila nerm û kûr be …
Qamiþlo / 19/6/2007/