Welatê me
Îro piştî nîvro li avahiya Perlemana Kurdistanê rê û rismên yekirina herdu îdareyên Herêma Kurdistanê hate pêkanîn . dest pêkê berhevên civîna perlementoyê kêlîkî bê deng li ser canê şehîdên kurd û kurdistanê û tevaya şehîdên cîhanê rawestan . Pişt re Ednan Muftî serokê perlementoya kurdistanê pirogiramê rê û rismê karê avakirina Hikometa yekbûyî ragihand, rêzdar Nêcîrvan Barzanî wek serokê civata wezîran û rêzdar Omer Fetah cîgirê serokê civata wezîran hatin destnîşankirin.
Piştî ku navê wezîrên kabîna pêncê ku ji (42) wezîr û wezîrên herêmê pêkhat bû hate diyarkirin, wezîran sûndxwarin û dest bi kar hate kirin . Di pey re Nêcîrvan Berzanî serokê civata wezîran, zilmayî xelîl zade palyozê Emerîka li Iraqê, nûnerê Kofî Enan û cîgirê serokkomarê Iraqa Fîdral Adil Abdul Mehdî dest bi axavtinên xwe kirin,û herweha axavtina dawiyê ya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî bû, serok Barzanî di axavtina xwe de diyarkir û got : ev kabîne kabîna gelê kurdistanê ye,kabîna xizmet û karguzariyê ye, ne ku ya mil milane û hevrikiyê ye,ji ber mil mila ne li kurdistanê nema ye,û herdîsanê got: ev serdem ne dema şer û pevçûnêye, em destên xwe ji bo aştî û biratiyê dirêjdikin . Hêjayî gotinê ye ku nûnerên gelek dewletên Ewropî,Çîn,Turkiya,Rusya,kurya başor,berpis û nûnerên netewên yekgirtî û Îraqî jî beşdarbûn. parvekirina wezaretan bi vî rengê xwarê li ser partiyan hate belavkirin :
PDK : Diravî, Pêşmerge, Xwendina Bala, Çandin, Şehîdan, Rewşenbîrî, Kareba, Jêdêrên Sirûştî, Şaredarî, Werziş û Lawên kurdistanê, wezareta herêmê ji bo navçeyên kurdistanê yên ji derveyî herêmê .
YNK : wezareta Navxwe, Dad, Perwerde, Saxlemî, Kar û Barên Civakî, Ewqaf, Jêderîn Avê, Veguhestin, Avedankirin, Pilandanan, Mafê mirovan .
Yekgirtûya Islamî: wezareta Barzgiranî, wezîrekê herêmê .
Tirkuman : Pîşesazî, wezîrekê herêmê .
Kild û Aşûrî : Giştûguzarî, wezîrekê herêmê.
Komonîstên kurdistanê: wezareta Gihandinê.
Sosyalîstra kurdistanê: wezîrekê herêmê .
Komela Islamî : wezareta Jîngehê .
Navê wezîran:
1- Nêçîrvan Barzanî serokê civata wezîran 2- Omer Fetah Husên cîgirê serokê civata wezîran 3- Osman Hacî Mehmûd wezîrê Navxwe 4- Ebdulkerîm Siltan Şengarî wezîrê Herêmê ji bo karûbarên Navxweyî 5- Serkîs Axa can wezîrê Diravî û aborî 6- Bayîz Seîd Mihemed Talebanî wezîrê Herêmê ji bo karûbarên diravî 7- Farûq Cemîl Sadiq Wezîrê dadê 8- Azad Ezedîn Mela Efendî wezîrê herêmê ji bo karûbarê dadê 9- Omer Osman Îbrahîm wezîrê karûbarê Pêşmerge 10- Cefer Mistefa Elî wezîrê Herêmê ji bo karûberê Pêşmerge 11- Burhan Se''''îd Sofî wezîrê Veguhastinê 12- Dilşad Ebdulrehman Mihemed wezîrê Perwerdê 13- Dr. Ebdulrehman Osman Yûnis wezîrê Saxlemîyê 14- Ednan Mihemed Qadir wezîrê Karûbarên Civakî 15- Mihemed Ehmed Se''''îd Şakelî wezîrê Ewqafê 16- Tehsîn Qadir Elî wezîrê Jêderên Avê 17- Îmad Ehmed Teyfor wezîrê Avadankirin û akincîkirinê 18- Osman Îsmaîl Husên wezîrê Pilandananê 19- Yûsif Mihemed Ezîz wezîrê mafê mirovan 20- Dr. Îdrîs Hadî Salih wezîrê xwendina bilind û vekolînên zanistî 21- Ebdulezîz Teyêb wezîrê çandinê 22- Çinar Seed Ebdula wezîra Karûbarên şehîdan û Enfalkirîyan 23- Felekedîn Kakeyî wezîrê Rewşenbîrîyê 24- Hoşîyar Ebdulrehman Siwîlî wezîrê Karebê 25- Dr. Aştî Hweramî wezîrê Samanên Sirûştî 26- Nazenîn Mihemed Weso wezîra Şarederîyê 27- Taha Ebdulrehman Elî wezîrê Werziş û Lawan 28- Dr. Mihemed Îhsan wezîrê karûbarên deverên derveyî herêmê 29- Mihemed Reûf Mihemed wezîrê bazirganîyê 30- Wîdad Xorşîd Osman wezîra Pîşesazîyê 31- Dara Mihemed Emîn Seîd wezîrê Jîngehê 32- Nemrûd Beşîr wezîrê Geştûguzariyê 33- Heyder Şêx Elî wezîrê Gihandinê 34- Ebobekir Elî wezîrê Herêmê 35- Dr. Cînan Qasim wezîra Herêmê 36- Corc Yûsif Mensûr wezîrê Herêmê 37- Xelîl Seîd Qasim wezîrê Herêmê 38- Mihemed Hacî Mehmûd wezîrê Herêmê 39- Mehmûd Îdo wezîzê Herêmê 40- Midhet Mendelawî wezîrê Herêmê 41- Seîd Xalid Mihemed Emîn wezîrê herêmê 42- Ebduletîf Bender Oxlo wezîrê Herêmê
|