Tekez û beriya peydabûna çandeke nivîskî, mîtos bi riya çanda
devkî û wiha ji windabûnê rizgar bûn. Her çendîn ku hin ji rûdanên wan
tevnan hatin guhertin jî, lê çîrok û bi xêzên xwe ên qalind û sereke,
dikarîbûn û ta vê dema îroyîn jî jîndar bimînin.
Piraniya caran jî,
ew tevnên ne real û wiha jî, pir dûr ji zanistê û nêzîk ji xeyal û
nîgaşên mirovan, bûn ji pêpelokên yekemîn ku paşê û piraniya wêjeya
cîhanî xwe bi riya wan gihand asteke herî bilind ji hişmendiya real û ji
avakirina tevnên herî bedew. Ew tevnên ku bûn ji şaheserên miletan û
her miletek pesnê xwe bi wan xeyalên herî sosret dide, wan diparêze û
wan ji nuh ve vedijîne.
Her çendîn ku wan metnan girêdanên xwe ên
herî xurt bi xeyal û nîgaşa mirovan ve hebûn û hene, lê careke dinê û bi
awayekî ciwan û bi rêk û pêk hatine ristin û tekez wan jêderên xwe ên
taybet hene û ew xwedan bingihê xwe ên dîrokî ne.
Em bivin yan jî
no...! Ew dastan, xwedan rolên xwe ên aktîv in û li ser wan hêmanên
jibermayî, stûnên wêje û adebiyata modern û nûjen hat û hîn jî tête
avakirin.
Wekû Alyazê û Odêsa Homîros. Alyazê, şerê ku deh salan, di
navbera Girîkiyên kevin û Terwadeyê û wiha pir ji çîrok û çîvanokên wan
serdeman û xwedawendên bi rûçik û sîmayên mirovan jî tîne holê.
Her
wiha Şahnameya Fardosî û Mahabharta Hindiyan û Dr. Fawest a Gothe û
Loreley a Heinrich Haine û Komîdiya Xwedawendiyê a Dantî û tekez pirên
din.
Wiha jî çanda Kurdî, bi mîtos û afsaneyên pir bedew û lihevhatî, dewlemend û zengîn e.
Beyta
Şêxê Senanî û Zembîl Firoş a Feqiyê Teyran û Memê ALan bi Bozê xwe ê
rewan, ku beriya Seydayê Xanî Mem û Zînê ji nuh birêse û metnekî nuh jê
re bide çêkirin, di nav miletê Kurd de pir berbelav bû. Wiha jî Narîna
Binefşî û Şahmaranê û pir ji afsaneyên din dikarîbûn û di pêvajoya
dîroka dêrîn de û tevî wêran, anfal û fermanan bigihin roja me û wiha di
bîrewerî û wijdana me de bijîn.
Bi her halî û da ku vegerim
mijara xwe a ku min hezkir wê ji xwînerên Kurdî re ji Almanî wergerînim,
dê hinekî afsaneya „ Loreley „bi şopînerên çand û wêjeyê bidim nasîn.
Tê
gotin ku li ser Zinarê bilind, li raserî çemê Rheine ê navîn, keçeke
ciwan, şox û şeng dijî, li ser latê rûniştî, porê xwe ê zêrîn şeh dikir û
pêre, pêre ji xwe re distrand. Her ku keştî di çemî re derbas dibûn,
hayedarê wî dengê xweş û zelal dibûn û Keştîvanan, riya ku li wir teng
sibû û bi qeraxên tûj dagirtî, jibîr dikirin û wiha li rasta rûdanên
metirsîdar, bûyerên tezîn û qezayan dihatin.
Bi derbasbûna demê re,
ev yek di nav xelkên deverê de berbelav bû û wiha wekû afsaneyê hat
gotin û gerandin. Paşê helbestvan û nivîskarê Alman î navdar Heinrich
Heine ( 1797- 1856) û beriya 200 salî ew nivîsî. Ango bi awayekî
helbestiyane û wiha bedew û xweş. Tekez bi nivîsa H. Heine, mîtos
berbelavtir bû û wiha jî ew bêhtir ji windabûnê, hat parastin.
Bi
her halî û da ku bêhtir, ez vê bêjeyê „ Loreley „ zelal bikim, li hin
jêdrên cuda vegeriyam û ji wan jî Google. Tekez û li gor agahiyên heyî,
jêdera wê ne pir diyar û zelal e.
Loreley dikare wiha jî bête
nivîsîn: Louer. Wiha ew tê bi wateya: Ausguckfelsen bi Almanî. Ango
Zinarê çavdêriyê bi Kurdî û صخرة المراقبة bi Erebî.
Ev bêje di zimanê Standard ê Amaniya navîn de peyda dibe.
Lur= ango Elfe yan rastir: Elfenfelsen. Bi wateya zinar yan jî kevirê Dêwê. Bi Erebî صخرة العفريت
Wiha
jî û bi dîtina min wate belîtir dibe ku girêdaneke xurt di navbera
Zinarê Loreley û jêrî zinêr, ango çemê Rheine ku li wir teng dibe û bi
qeraxên kevirên tûj, dibe sedema pir ji rûdanên diltezîn.
Ji lewra û
ji serdemên kevnar, xelkên wê herêmê, xwestin bi çîrok û çîvanokên ji
ristina xeyalê ( nîgaş ) heybet û navdariyê bidin wan zinarên tûj û
metirsîdar.
Hêjayî gotinê ye û beriya ku derbasî wergerandina
xwe bibim, dê li dawiyê, helbesta Loreley a Heinrich Heine bi du
versiyonên cuda wergerînim zimanê Kurdî. Mebesta min bi vê hewildanê ew e
ku balê bikişînim ber bi şêweyên wergerandinê û da ku xwîner û
şopînerên zimanê Kurd î resen bizanibin çendîn me zimanekî wiha kûr û
wêjeyî heye, ku ew dikare hemî zimanên heyî di himêza xwe de hilgire.
*Zinarê Loreley ê navdar çi ye ?
Eger
mirov bi hişmendî binere- Loreley bi tenê zinarekî bilind e, 132, m
bilind e û jii kevirên tûj pêk tê. Ew nêzîkî bajarê St. Goarshausen e û
li rexê çemê Rheine ê din bajarê St.Goare e. Êdî li wir, ew dîmenke
ciwan ji zinar û deşta wî pêşkêş dike.
Ji ber ciyê li wir teng û
metirsîdar, Loreley- berê û ji bo liva di çem î de, keştî( gemî) li
rasta dijwariyên mezin dihatin. Li joriya zinêr û ji berê û ta vê gavê,
bûyer ( qeza) rû didin. Dibe ku ev jî sedemekî xurt be ku berê çîrok li
ser Rheine ê navîn dihatin gotin û belav dibûn.
Lê berî Heinrich Heine, ti çîrok li ser keça ciwan û mirina wê nahatibûn gotin.
Afsaneya ( mîtosa) Loreley- çi ye ?
Her
gav, di derbarê Zinarê Loreley- çîrok bûne fantasiya şêwekar û
nivîskaran. Wiha jî helbesta helbestvanê Almanî navdar Heinrich Heine ku
wî helbesta Loreley- afirandînye û ta vê gavê, ew yek ji şaheserên
wêjeya Almanî tête hilbijartin.
Di helbesta H.Heine de, qala jineke
ciwan tê kirin. Ew jin li jor, li ser zinarê Loreley rûniştiye û porê
xwe ê boz û zêrîn şeh dike û distirîne. Bi strana xwe, ew hişê
deryavanên di keştiyan de, ber bi xwe ve dibe, wiha wan dixapîne û ta ku
li rasta mirinê tên.
Belê, berî wî çaxî jî, helbest li ser Figur
û karketerê hatibûn nivîsîn û ji aliyê Clemens Brentono, lê rastî
helbesta H.Heine hişt ku wêneya ku îro em wê pê nas dikin, berbelav
bibe.
Ev helbest û di nav hevdemên H.Heine de, wekû agirê di nava pûş
de, gur bû. Wiha Afsaneya Loreley xurtir bû û zinarê Loreley- bû ciyekî
ku geştiyaran ber bi xwe ve dikişîne.
Ji Bihara 2023-an ve, li deşta Loreley- paykerekî nuh hat çêkirin ku ew heman afsane û mîtosê bibîr tîne.
Li
Rheine ê navîn, Loreleyeke( Jin) tê hilbijartin ku ew di cîhanê de,
heman mîtosê nîşan dide û niha jî xanim Katharine Blanekert, bi heman
rola pîroz radibe.
Çima strana Loreley a Heinrich Heine wiha navdar e?
Heinrich Heine, helbesta xwe beriya 200- salî belavkiri bû, di 26 ê Avdara 1824- an de. Helbest wiha destpê dike:
/ Ez nizanim, ev çi wateya xwe heye, ku wiha pir xemgîn im/
Di
sedsala 19-an de, ev ê helbestê, pir mirov bixwe ve şewşenkirin,
muzîkjenên cuda, pir awaz jê re sazkirine û ji wan jî Komponist Franz
Liszt û Clara Schumann.
Bi giştî, 12. awazên strana Loreley hene, lê
versiona Friedrich Schiler ku di sala 1838- an de peyda bûye, ya herî
Popêlêr e û ta îroj jî, pir kewrs (Chöre ) heman versionê disitirînin.
Ev bi tenê ne li Almaniya yê, lê li tevahiya cîhanê jî.
Li Japanê jî, pir mirov, heman tekst û stranê nas dikin û ta radeya ku dikarin wê bistrînin jî.
Wiha
û li rexê din, li kampînga Rheine, 555m, yekser li Loreley- mirov
gotinên stranê distrînin. Piraniya caran jî, keştiyên geştiyariyê û dema
ku di ber zinêr re derbas dibin, di „Bafilên“ keştiyan de û bi dengê
bilind, strana navdar diweşînin.
Dîtina ( Nerîn) Romantîk ê Rheine ji kû tê?
Ev
têrm di navbera sedsala 18 û ya 19- an de derketiye holê. Nerîneke wiha
romantîk û bi coş e ji bedewiya xwezaya bejî û dîmenên ciwaniya herêma
çemê Rheine ê navîn di navbera bajarê Mainz û Kölenê vedibêje.
Romantîka
Rheine: ev têrm û di serdemên navîn de, jî hêla helbestan û şêwekaran
ve hatiye çêkirin ku dilê wan û wiha bi bedewiya newalê, çand û xwezaya
wê ve hatibû girêdan.
Tekez û heyanî îroj jî, romantîka Reine, bi roleke girîng û li ser geştiyariyê radibe.
Helbesta Loreley ( Heinrich Heine).
Wergera yekem û sade.
Ez nizanim, ev çi wateya xwe heye
Ku wiha pir xemgîn im
Çîrokeke ji demên kevnar
Xwe ji hişê min bernade
Ba wiha sar û tarî ye
Û Rhein bi hêmin î diherike
serê çiyayî rûnî dide
Û di roniya êvarê de diçirise
Li jor, jineke herî ciwan
Wiha bi kubarî rûniştî ye
Porê xwe ê gewr şeh dike
Porê şahîk û zêrîn dibrûse
Ew porê xwe bi şehekî zêrîn şeh dike
Û pêre, pêre distirîne
Strana wê xwedan melodiyeke
Wiha pir hêzdar heye
Keştîvan di keştiyên biçûk de
Dikevin bin bandora awazê
Li şûn ku hayî ji qeraxên tûj hebin
Wiha berê xwe didin jorê
Ez bawerim û herî dawî
Dê pêl, keştiyan bin av bike
Ev yek û bi strana xwe
Loreley kir.
Wergerandina duyem û hunerî/ wekî helbeatê lê bin guherînên hunerî /.
Nizanim, ev çi wateya xwe heye
Ku wiha dil pir xemgîn e
Çîrokek ji demên kevnar
Hişê min dibe û wî direvîn e
Ba sar û şev wiha tarî ye
Û Rhein bi hêmin î diherike
Û serê çiyayî wiha dibrûs e
Di tava êvarê de, bi ronî ye
Li jor, jineke herî ciwan
Wiha bi kubarî rûniştî ye
Porê xwe ê gewr şeh dike
Porê şahîk û zêrîn çirisî ye
Ew porê, bi şehekî zêrîn şeh dike
Û pêre, pêre ji xwer distrîne
Strana wê, xwedan melodiyeke
pir bi hêz û xembarîn e
Keştîvan di keştiyên biçûk de
Dikevin bin bandora kovanê
Li şûn ku hayî ji qeraxên tûj hebin
Li jor dinerin, li rexê stranê
Wa pê bawerim, ku di dawiyê de
Pêl.. dê keştiyan bin av bikin
Ev yek Lorelay kir
Bi dengê xwe û stranê.
*Têbînî:
Ji bo wergerandina helbestê û di herdu versiyonan de, dûrî wergerandina tîp bi tîp ketim.
Ev da ku helbest pir ji nirxê xwe ê hunerî û wêjeyî ji dest nede.
*Jêder:
SWR Aktuell.
* Rheinromantik und Mythos am Mittelrhein.