Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: PENCEMOR

 


Zagros Osman
 
keçek zarok li Biyanistan mezin bû ye, wê yekemîn car ligel Diya xwe serdana Welatê Dê û Bava bike, loma ew þerpesze bû ye, ji Bavê xwe re dibêje: Baba eger hat û ez giham Welêt ditirsim Axa wî li min xwedî derneke ve, Bayê wî guhnede min, Ap û Xal min nasnekin, ditirsim hinek li Nasnameya min bipirsin, hebe xelk rûnedin min, an ku Axa wî þopa Nigê min nasneke, ditirsim li ser Rê winda bibim.  
Bav gote Zaroka xwe: keça min ev Welat ne mîna ti Welata ye, Welate… Welat.. Welatê me ye ji Gerdonek dîtire, dil mezine ,Asîman bilinde, Sîng firehe, pêdiviyî Nasnameya nabe da ku Te nas bike, Ti qetek ji wî ye, hema ku dengê dilkutkên Te bibhîze wê Te nas bike, tenê Þîrheraman nasnake, dilgiran nebe Karika min, Mih li Berxa xwe dibane, di Welatê xwe de ti carî Tu derbider nabe,  li ber Dergehan parsê nake, ew hêlîna Te ye, de here û dema Ti gihiþtê bi Axa wî desmêj bigre, jibo Roka wî limêj bike, Toza wî hilmije,  Bûnewer… Ba…


Darên wî himbêze bike, bi Herriya wî porê xwe hine bike, silav bide Rê û Kolanê wî, li Çem û Newalên wî guhdarî bike, derkeve ser Car… Gir… Çiyayê wî xwas bimeþe, bila Dest û Nigên Te biþeqitin xwîn bibin, jiber ku Hezarên Cangoriyên Keç û Law Pencemora Canê xwe li vê  Axê xistine, cihê þanaziyê ye ku Rehên Te van Pencemorên pîroz hilmije, dûdil nebe here Tê Canê xwe li wir bibîne, eger hat û Te xwe li wir dît, li van deran venegere.  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark