Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: RÊVEÇÛN

 



Xemgîn Remo
 
tu bi rêve diçe
Ba li bin porê te dilorîne
Bêhna gulavê dorhêl hemî
Bîn belavin ....
Çûkê vînê sermest dibin
Li biyabanê tî
Hilfirîn û awazê wan
Bi kesera firek avin ...


Cana neçî geliyên davkirî
Ew dîlê bi lewendiyê te ve
Hatine girêdan
Bo sekvana nêçîr û ravin ...
Xanê giran bî
Li ber babelîzka nelezîne
Hûçikê xwe bi du daran ve
Girê bide
Û pêyên xwe li peravê decla
Û ferat du singa bikutîne ...
Wê roj bên û bager bibûrin
Tê xwe ji toz û xweliya
Gemaroka daweþîne ..
Bi taviyek buharê
Ezê te serþo bikim
Û li ber taverojek bi tîn bixemlînim
Hingê tê bibî bûka xewna
Û hêviyên salane
Da ev keser û xwezî
Di dilê dildaran de nemîne .....

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark