Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Himêza axê û dilên vêketî.

 


Mizgîn Hesko

Hêdî, hêdî find û þemalokan
Vêxînin
Dibe ku xirecir...
Giyanê wê bêdengiya bê hempa
Biazirîne
Di himêza axê de...
Dilên hîn sincirî hene..!


Hêdî, hêdî karwanê xwe ê xemilandî
Birê ve bibin
Dibe ku pistepist ...
Matmayîna bîstikên hêmin
Bilerizîne
Di himêza axê de
Destên hîn dagirtî giyakê endekoyê hene..!

Hêdî, hêdî û bi gavên sivik werin
Dibe ku bayê kurr
Aramiya dîmenên diltezîn
Bibezîne...
Di himêza axê de
Canên bi jînê ve helawistî hene...
Ew cangoriyên bedew û þepal
Hîn girêdayî rexên jiyanê
Û dilbijokên Evînê ne.


Hêdî, hêdî...
Ma we ew firmêsikên avrayî nedîtin...?!

Hêsireke zelal im
Ne ji çavên wê jinê tême xwarê
Û ne jî tevlî xwêsiya tehel dibim..!

Hêsir im...
Hêsir...
Di davika dîmenê de
Zencîrkirî me
Ne dirijim
Û ne jî rûyên melûl
Dikarin min bidin alîîî....



Hêdî, hêdî ....
Ma we ew keça bi kirasê bûkaniyê
Nedît...?!

We nedît çawa bê hedan
Bi tilîlîyan...
Zavayê di darbesta textîn de raketî
Ji xewa þêrîn divejand...?!


Hêdî, hêdî werin
Xunaveke hûrik
Dêmên bîstikên bêdeng nixumandiye
Ji joriyan asîmên
Ji rista kadizê
Stêreke xuricî
Tête xwarê....

Ma we ew tîrêja pîroz ne dît...?!
Ma we nedît...
Çawa li jêr, li ser gerdena qadê
Þîlaneke pembe...
Bi gernijîn...
Bi hilm û bîna bihiþtîn
Xwe werdikir beravên jiyanê
                   Û bextê rojê.


Hêdî, hêdî bi rêve werin
Li qeraxên wan xaçereyên zuha
Þopikên evînê hene
Û hîn li þûn heman þopikan
Dilên sincirî ên ne dîtber hene

Ew e iþq e
A ku me sermest, þilfî tazî
Li ser têlên rêssiyayî
Li ber gurmîna topan û barîna gulleyan
Radixîne...!


Hêdî, hêdî mûm û þemalokên rengo, rengo
Vêxînin
Di çavên dayikên melûl de
Rondikên veþartî hene
Û di tiliya evîndarekî bê mirad de
Hîn gustîlka þîraniyê dijene
Ji bi heza mezin
Rûyê yar her dikene.


Hêdî, hêdî...
Di darbestên sar de
Canên lawîn....
Hîn xewnên law dibînin..!


Hêdî, hêdî...
Û tu....
Hêdî, hêdî were
Ey yar...
Ey yara ji bejna spîndarê
             Ji keskahiya zeytûnê
            Û ji hilma beybûnê

    
Were...
Ey yara....
Jibermaya hisretan
Nevîçirka þevbuhêrkên dil bi‘êþ...
Were...

Were...
Ji mihtina memikên kîjan xemê
Tu firiþk bû ye...?!
Ji mijandina pêsîra kîjan çiyayî...
Tu wiha sirt û serhiþk bû ye...?!


Were...
Ey rist nêrgiza ku ji himêza çarînan
Xwe vedizî...!!!

Ey perwaneya ku li hawîrdora çirayê
Di þûþa meyasa sor de
Gevizî....!!!


Were...
Hêdî, hêdî û bêdeng were
Bi gulyên darbeniyan ve
Giyanên bi iþqê dagirtî hene..!

Were...
Ji hêsirên tenêtiyê
Ji xwîdana bîstikên xembar
Veþiþtî were.

Were...
Morîkþînê....
Ji tizibiya demê xwe veqetîne
Kelkela havînê ye
Û li te sar e
Û sar in bîstikên bêdeng
Û sar in dîmenên bêreng
Û sar in dilên ku duh sincirî bûn
Û sar in ....sar
Destên nervînê...!
Sînorên birînê...!
Û axa zemînê..!

Were ey yar
Hêdî, hêdî were
Serê xwe bispêre gore sar
Û ji Berxê bê mirad re
Ji hezkirina dilî
Ji germahiya dest û milî
Çirayekê vêxîne

Were...
Û karwanê hespên hêviyê xwe
Li hev bicivîne...
Were ey yar...
Hêdî, hêdî were.

Berfanbar 2019.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark