Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Di Çavê Azmên de

 



Tengezar Marînî

Ez yê ba
di bêdengiya min de sema dike
Çavên xewar
Ewrên sist
Li wir
Melodiyek ji dest xwe çûye
Henaseyekê dikêþim


Sînga min bi bêrîkirinê derizî ye
Min welatek di vî dilî de veþartiye
Peyvên min birîndar,
di nêv mijê de winda
gerdûna di nêv destê min de
geþt sotand
ev nedawî ye
her gavek nîþanek e
kovan nîþanên xwe rêdikin
Kî dê kefa destê xwe veke?
Dûrahî
Ceng
Peyv
Kî dixwaze di bin pirê de rakeve?
Þev þevbuhêrka xwe dike
Ez dilerizim
Bi qêrînên xwe didin pey min
Du tiþt hene xweliyê serxweþ dikin
Li ser dema çûyî
Bi jêr û jor ve negirî delala min
Di nav çuqilê zeytûnê
Berya xatir bixwazim
Dê pencereya kor vekim.
Tiyê azmên im
Tiyê ba, kon û destek rondik im

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark