Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Veger

 


Vejîna Kurd

"Arîn vegerî.. Arîn vegerî.."
Bi vê mizgîniyê du zarokan bang li malbata Arînê kirin. Herkesê di malê de bi lez ji hundir derket rastiya wê nûçeyê vebîne. Li ber deriyê hewşê keçikek bîstsalî mîna pûtan sekinîbû. Keçik tenê çerm û hestî mabû, ji toz û gemarê rengên cilên wê xuya nedibûn. Por li serî hinc bûbû, çav di kortikê de çûbûn, rûyê wê mîna pelên payîzê zer bûbû û şopa birînên kûr li ser rû û bedena wê daxivîn, çîroka hovîtiya Osmaniyan eşkere dikirin.
Dê, bav û herdu birayên wê li dor Arînê civiyan. Dayikê ji çavên xwe bawer nekir. Sal û nîvek e wê çavên xwe bi dîtina keça xwe kil nedane. Sal û nîvek e dîlgirtina Arînê jiyana wê miçiqandiye, giyanê wê di meşka êşan de keyandiye. Dayik li hember keça xwe rawestî, bi destên lerizî rûyê keça xwe peland. Belê ne xewn bû, Arîn bi xwe li pêş wê sekinî bû!


Dayika kezebşewitî bi hemû hêza xwe kire qêrîn, keça xwe bihn kir, dest û çavên wê maç kirin. Bi girî û şîn Arîna birîndar hembêz kir. Herweha girîyekî bi şewat ji gewriya mêran rizgar bû. Birînên vê malbatê pir giran bûn.
Piştî dagirkirina Efrînê bi çend mehan çeteyên koma El Hemzat -hevalbendên Tirk ên dagirker- êrîşî malê kirin, bi bihaneya têkiliya wê bi YPJê re Arîn dîl girtin. Hîngê dayika wê Sewlî bi mêrantî li pêş wan rawestî. Wê xwe da pêşiya keça nûgihîştî got ez nahêlim hûn keça min bibin. Arîna min tiştekî nebaş nekiriye.
 Gotin û hawarên Sewliyê bê sûde bûn. Çeteyekî gopala pîrejinê ji dest girt, bi hêz ew têveda. Pîrejin li dîwêr ket, xwîn bi ser de herikî, mejiyê wê celq bû. Herdu kurên wê li pîrê heyirîn. Çeteyan gef li jin û mêrên beşdar kirin. Yekî tivinga xwe ber bi wan ve nîşan kir bi zimanekî tûj got: Yê ku li pêş xwesteka me bisekine dê ji guleya min re bibe armanc.
Çeteyên çekdar Arîn li pêş çavên hemûyan li tirumbêlê siwar kirin û bi cihekî nediyar de birin. Ji wê rojê ve kesekî tu agahî li ser Arînê nebihîstin. Çiqas bavê wê lê geriya kesekî jê re negot ew li kû ye. Kesekî negot ew sax e yan na. Sal û nîvek e malbata Arînê di nav agirekî gur de dijî. Kêlîk bi kîlîk ew di gola êşan de noq dibûn. Berî deh rojan bavê Arînê sê hezar dolar dan çeteyekî ku alîkariya wî bike û Arîna dîlgirtî li malê vegerîne.
Dayikê bi dengekî bişewat nefret dikirin: Arîna min tu baş î? Keça min wan teresbavan çi bi serê te kirin? Wey Xwedê wan talan bike.. Xwedê koka wan ji zemînê rake.. Xwedê zarokên wan li pêş çavên wan bi çil perçe ke.. Xwedê….
Birayê Arînê destê xwe danî ser devê dayikê, bi nermî gotê: Dayê bila ji yekê nebe dudu. Ma tu nizanî dîwar bi guh in. Spas ji Xwedê re ku xwîşka min sax e.
- Belê dayê! Ma tu nabînî tenduristiya Arînê gelek xerab e. Divê em wê derbas hindur bikin ku vehese.
Arîn bê deng bû. Zimanê wê nedigerî ku gotinekê bibêje. Tenê lehiya hêstiran ji çavên wê diherikî. Gewdê nazik weke ku di destarekî kevirî de hatibe hêran ji hev ketibû, hestiyên wê di tûrekî çermî de li ber xwe didan, lingan nema karîn wê hilgirin. Birînek li ser rûyê wê hîn teze bû xwîn jê diherikî. Diranê wê yê pêşiyê şikesti bû lewre lêvên wê mîna yên pîrejinan hatibûn hev. Arîn têra xwe westiya bû…  
 Dayikê bi destekî bi gopala xwe girt, bi destê din jî bi piyên Arînê girt derbasî hundir kir. Arînê yekser xwe avêt ser nivînê, di ber simfoniya girî re xwe di hembêza dayikê de xwe kome hev kir, weke mirovekî ku deh salan xew nekiriye, hertavilê bi xew ve çû.
Piştî serbestberdana Arînê nîvê qisawetên dê û bavê wê bi avê de çûn, lê qisaweteke din xew ji çavên wan direvand. Arîn ji zîndanê rizgar bû lê hiş û rewanê wê hîn dîlgirtî bûn. Derûniya wê pir kambax bûbû, gelek caran di xew de diqîriya weke dînan xwe di qozîkekê de kome hev dikir û çavên wê tim li derî bûn. Pêre dema li hişê xwe vedigerî ew hildigerî ser banê xanî, awirên xwe li gundên Çiyayê Kurmênc diçêrandin û keser dikişandin. Demjimêrekê Arîn li wir rûdinişt, bi ser xwe de diponijî, ramanek di serê wê de digeriya, kesekî nizanî ew çi ye.
Li sibeheke Înê bavê Arînê li ser kursiyeke textî li hewşê rûniştibû. Cixare bi cixarê vêdixist. Ramanên rengereng di hişê wî de di nakokiyê de bûn. Barekî giran li ser milên wî bû. Li aliyê din jî Sewlî li ser erdê rûniştibû, berê xwe dabû rojhilat, dest danîbûn ser sîngê xwe û nimêj dikir. Hevokên wê ne bi zimanê pêximber ne jî bi kurdî bûn. Tenê wê û Xwedayê wê ji lave û peyvên wê fêm dikirin. Di ber xwendina ayetên Quranê re rondikên wê diherikîn.
Piştî Sewliyê nimêja xwe dawî kir, ew li rex hevjînê xwe rûnişt. Ziq li çavên wî nêrî jê pirs kir: Tu bi çi diramî. Xuyaye gotinek li ser zimanê te heye.
- Jinê! Tiştê ku hatiye serê me ne hindik e. Zanim tu şaşîtiyên Arînê tunene, lê tu zanî civak li me nayê rehmê. Dema jinek bi dest hovan dikeve, yekser destdirêjîya cinsî li bîra civakê tê. Lewre piştî vê bobelatê kesek keça me bo zewacê naxwaze. Keça me sal û nîvekê di bin destê tarîperestan de bû. Ne hewce ye ez bipirsim wan çi bi serê wê anîn ji ber terrorist gemar û bê namûs in. Ji ber wê jî min biryar stand ku ez wê bi biraziyê xwe Miho re bizewicînim. Barê namûsê pir giran e. Divê em xwe bisitirînin.
-  Malşewitiyo! Miho remtelê Xwedê ye. Ew nîvdînî ye. Temenê wî çil sal hene û hîn ji sibehê heya êvarê li kolanên gund digere bi zarokan re dilîze.
- Ma ji bilî Miho kî yê razî bibe bi Arînê re bizewice?! Duh min ev mijar bi birayê xwe re gengeşe kir. Wî jî bêdudilî erê kir. Em deyndarê wî ne ku ew ê li namûsa me xwedî derkeve!
Li ber deriyê odê Arînê li wan guhdar dikir. Gotinên bavê wê weke birûskê li dilê wê ketin. Gerdûn li derdora wê geriya. Hemû êşkenceyên di zîndanê de dîtine ji lêdan, şewitandin, bidardekirin û gelek cureyên din li bîra wê hatin.. Lêpirsîna yekem ku çeteyan pê re kirine mîna kurtefîlmekê li pêş çavên wê dubare bû..
- Navê te çi ye?
- Arîn e!
Ebo Ilyas serê xwe xurand di ber xwe de navê wê du caran bilêv kir:
- Arîn.. Arîn.. Navê te ew dêlika Arîn Mîrkan a ku di şer de fetisiye li bîra min tîne. Tu zanî ku ev nav bo me bes e ku em te di zîndanê de bitixînin?! Ji ber wê yekê ez dixwazim şîretekê li te bikim. Eger tu li xwe mikûr werî, lîsteya navê her kesê/a ku bi YPG/YPJ re kar dikir bidî me bi soz ezê alîkariya te bikim te ji vir zû rizgar bikim.
- Ne sezayî min e ku ez xwe erzan bikim û sîxuriyê li miletê xwe bikim. Ez li ber kesên Xwedênenasan nagerim. Dema bavê min nav li min kir "Arîn" wî nizanî ku Arîn Mîrkan dê bi lehengiya xwe cîhanê bihejîne û bibe sembola azadiyê. Ya rast min berê ji navê xwe hez nedikir lê niha ez bi vî navî serbilind im. Belê.. Navê min Arîn e. Navê min barekî giran li ser milên min bar dike û berpirsyariya pir tiştan ji min daxwaz dike. Bila tu zanibî ez tucarî serê xwe li ber teroristan netewînim.
Ebo Ilyas bi gavên aram li dor Arînê geriya, li bedena wê û li xwîna ku bi ser de diherikiya meyizand. Destê xwe di ser piyê wê yê nîvtazî re bir, Arînê bi hêrs ew veçengand.
- Ma ne guneh e ku ev canê ferişteyî ewqas birîn bibe?!
- Min xema birînên gewdê xwe nexwariye, ew ê bi demê re veterisin. Lê di dilê me kurdan de, Efrîn kula herî mezin û birîna xwînzê ye! Ew xema min a herî mezin e.
Hîn Sewlî û hevjînê xwe mijara zewaca Arînê gengeşe dikin, Arîn ber bi wan ve hat. Bi dengekî vîndar ji bavê xwe pirs kir:
- Bavo! Te ji berê de digot xak rûmeta mirov e. Îro destdirêjî li 366 gundên Efrînê tê kirin. Ne mirov ne jî dar û ber ji destdirêjiya tarîperestan nafilitin. Tu dixwazî min bi pismamê min yê dîn re bizewicînî ku xwe bisitirînî. De ka ji min re bibêje xaka me ya ku ewqas destdirêjî lê tên kirin tê çawa bisitirînî?
Bavê Arînê keserek kûr kişand. Bi dijwarî êşa dilê xwe daqurtand. Arînê axaftina xwe berdewam kir:
- Ez ji nav lepên wan ên gemar xelas bûm lê hîn bi hezaran jin, keçik, zarok û mêr di zîndanên dagirkeran de hene. Jiyana wan dojeh bi xwe ye. Zordariya ku rojane dibînin mirov nikane bawer bike.
Bavo! Min hemû rengên êşkenceyan dîtin. Carekê min hewildana xwekuştinê jî kir. Dengê qêrîna jin û mêran dîwarên zîndanê qul dikirin. Carekê sê çete bi zincîreke hesinî bi ser zarokekî dehsalî ketin. Zincîr li kû diket ne xema wan bû. Ew jê negerîn heya zarok di bin qamçiyên wan de pirpitî û jiyana xwe ji dest da. Dîmenek gelek bi êş bû heya ez xweş im ew ê ji bîra min neçe.   
Bavê mino! Tiştê ku hûn pê diramin qet ne di bîr û baweriya min de ye. Roja ku destdirêjî li min û hevalên min hate kirin min bi xwîna pakrewanan sond xwar ku ez ê tola xwe ji wan kuçikbavan hilînim. Xuyaye îro dem hat ku soza xwe bi cih bînim.
- Ev çi gotin e keçê! Ma kesên sivîl wek me dê çawa tola xwe ji dewleta Osmaniyan hilînin.
- Ez ê tevle şoreşvanên kurd kar bikim. Ez ê xwîna xwe bo welatê xwe birjînim. Yan mirin yan jî jiyaneke birûmet.
Piştî hefteyekê, Arînê cilên YPJê li xwe kiribûn, keziyên xwe bi aliyekî de berdabûn, bi paçekî pemboyî û zêtê tivinga xwe paqij dikir û bi heval Darîn re digot: Efrîn li benda me ye. Em ê vegerin.. emê vegerin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark