Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Lêkolîn: Rola kovara(Ronahî) di pêşketina çand û çapemeniya Kurdî (Hejmarên 26,27,28),xelek:7

 


 Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Em kanin di hejmara (26) an de  van gotarên  duhatî bixwînin1-(nêçîra hirç û pezkoviyan )Evdirehman Elî Ûnis.2-(mirovê ko pênc navên wî hebin)Qadirê Ferman.3-(dîroka Selahedîn,xelek 4)Osman Sebrî.4-(ji ber sendoqa Xanimê )Smaînê  Serhedî.5-(dîroka jîna Napliyon,hepsê Napliyon,xelelk10)Osman Sebrî.6-(jinên Esker)Silêmanê Ferho.7-(Frencî û kirîstof Kolomb)Smaînê Serhedê.8-(balafir di bombavêjekê Birêtanî de) xwediyê Ronahiyê .9- (miriyê ko pasvanê xwe kuştîye)Xelîlê Genco.
10-(serbestî,ji bo çi hemî kes hej serbestiyê dikin?)Dilkulê Doskî.


Osman Sebrî li ser dîroka  jîna Selahedîn di vê hejmarê de hîn berdewam dike,lê ew berê pêşîn bi kurtebirî li ser ola xaçeperestî radiweste û ew dinivîse:Peyayên dîn bi navên(Katolîk)û(Ortodoks)bûbûn du bend;1-Katolîkan xwe bi dêra Romayê digirtin û mezinê wan Papa bû,2-Ortodoksan  xwe bi dêra  Rohelatê  ve girêdabûn û mezinahiya vê dêrê bi dest  Împiretorê Qustantîniyê  de bû ,ev dubendiya berî Îslametiyê  di nav Mesihiyan(xaçperestan) de hebû ,di babelîskên navîn de,xelkên van herdu mezheban(rêçolan ) bi çavekî neyartî  li hev dinêrîn,xelkê Ewropayê ji hev re bûbûn neyar;di wê demê de hin hicacên Mesîhiyan çûbûn Qudsê,lê ew bi destên hin Îslamiyan hatibûn kuştin,heye ko Îslaman wehda (soza)  ku pêxember dabû Mesîhiyan jibîrkiribûn.Paşê  Papa li ser destê Keşeyê bi navûdeng Pitris bi navê dîn û vekirina erdê muqedes(pîroz) xelkê Ewropayê bi navê dîn li Îslaman hevot û vê hicetê(buhaneyê) berê şasîwarên Ewropayê dane ber erdê  muqedes.
Keşe Pitris di nav xelkê Ewroyaê de  bi zanîn  û jêhatîbûnê  û xweşpeyvên xwe hatibû nasîn,ew di vê rêyê de bûbû destê Papa.
Di vê derbarê de  gotinên ku Papa  kirine  gelek in,lê ezê tenê çend gotinên wî  di vî warî de ji we re  bêjim :1-( gelî Mesihiyan ! heya îro  we bê sebeb  bi hev re şer dikirin,hişyar bin, îro  ji bo we  riya  şerekî  bi rastî vedibe, lê îro herin  di riya xelaskirina  welatê muqedes  de  bi Îslaman re(dijîtiyê) bikin.
2-Eger hûn serbest bûn,dê  bibin   xwediyê  welatê  Rohelat û xêratên wî .
3- Ev e  roja ko hûn  mêraniya xwe bidin nîşandin,cihê ko hûn hevdu bikujin,herin  destên  xwe bi xwîna  Îslamên  kafir  bişon ..).
Bi rastî Osman Sebrî bi dirêjahî li ser  pêvaçûna şerê xaçperestan li dijî Îslamperestan radiweste û pêdariya Îslampetrestan bi serkêşiya Selahedîn   û rizgarkirina Qudsê  ji bin nîrê Xaçeperestan bi zelalî dide diyarkirin.
Lê piştî  mirina Selahedîn bi demeke dirêj,dîsan xaçparêz  rabûn  ser lingan  û xwastin erdê ko Selahedîn ji wan standbû bi şûnda vegerînin,lê êdî Ewropa  bi şandina  leşger westiyabû  û piştî  ko hêviya  vekirina  welatine nûh neçû serî,nema  kesî dixwast  ji bo dilxwaziya  Papa  yan gora Mesîh  
here bimre.
Herdîsan Osman Sebrî di vê hejmarê de; xeleka (10)an li ser dîroka jîna Napoliyon û di bin navnîşana (hepsa Napoliyon)  berdewam dike û bi kurtî ew wisa dinivîse:1- Robîspiyêr.2-Mara .3 Danîtun  bi hev re  li Parîsê hukim dikirin,hukmê wan  bi tirs bû, ew ji sînorê êqil û qanûnê derketibûn.
Di pişt re hersê bi xwe li dijî hev derketin,berê Robîspiyêr bi arîkariya  Dantun, Mra kuşt û paşê  hevalê xwe Dantûn jî  kuşt,hevsarê hokum di destê Robîspiyêr de bi tenê  ne dihêştin, xelkê Parîsê lê rabûn û ew jî kûştin û hemû hevalên wî  kirin hebsê û hêdê, hêdî ew şandine ber kêra celêd,lê Napoliyon û birayê xwe Lûsyan hatbûn zîndankirin,lê  ruhê Napoliyon  qels ne dibû û dengê xwe dighande hukumeta nûh û xebatên xwe di riya welêt  de dane ber çavên hukumetê,paşê Napoliyon dîsan hate berdan ji ber ku ew ne havlê yên hatibûn kuştin bû û li gor naveroka gotarê,Napoliyon têkoşîna xwe hîn  berdewam dikir,lê Osman Sebrî di hejmarên duhatî de jî hîn li ser Napoliyon berdewam dike.
Dilkkulê Doskî di bin navnîşana  serbestî de  dipirse: Ji bo  çi  hemû kes  hej serbestiyê dikin ?
Em li jêr li gor wî çawa nivîsiye ,em jî  weke wî  û bê guhertin dinvisînin;
Serbestî êkemîn ronahî ye ko welatî ron diket,êkemîn stêr e li esmanê jiyanê geş diket,êkemîn dar e ko  li jêr  sîbera  wê  gel pal didet.
Belê serbestî ne diyariyeke Xweda dide gelê nivîstî,gel divêt li dûv  serbestiyê bigerêt û serbestî li dûv we nagerêt (tînî li dûv avê digerêt ).
Gotarnivîs di vê gotarê de pir baş nirxa serbestiyê û qelenga wê ji xwendevanên xwe re diyar dike û hestê gelê xwe ji xewê şiyar dike û her hevokek ji nivîsên Dilkulê Doskî li gor ku em dibînin,  kane bi sanahî bibe   navnîşanek ji mijareke  netewî û siyasî re.
Lê di hejmara (27) an de Osman Sebrî hîn li ser jîna Napoliyon berdewam dike û ew di bin navnşana (hala hikumetê) de  dinivîse:Li welatê Firansayê
Guhartina hukum  wek  gemiya ko di nav  deryayê  de dikeve ber pêlên bayî,jê re qerarek tunebû, hukumet  salekê li ser  hukum ne diman û hergîz ew dihatin guhartin û ew guhartinên welê şopine malkambax di canê milet û welêt de dihêştin û herçî  komek bihata ser hukum ,hinek ji xelkê welêt dikuştin û gelek jî ji xwe re dikirin neyar û xêrxwazên hukumeta berê jî digirtin.
Ji bo xelkê Fransayê  îdî bawerî ne mabû,welat wekî seleka  ser avê; rojê  bi alîkê da xwar dibû û ew ber ve binavbûnê de diçû,gava Melik kuştin,piraniya xelkê melekî ji welêt derketin û yên mayên jî neyartiya  hukumeta nûh dikirin û bi vî rengî  Osman Sebrî rewşa Firansa  bi hûrgulî  û agahiyên dêrokî  kêrhatî  li  ber  çavên xwendevanên  kovara (Ronahiyê) rêdixe.
Herdîsan  di vir de Kurdek ji navçeya Behdînan  di bin navê  X.Bamernî de
Kurtegotarekê di bin navnîşana(diyarî bo pisporê Kurdî,xwediyê  (Ronahiyê ) dike û ew di wir de ji xort,Axa,Şêx û zorzanan re bi  vê wateyê  dibêje:Eger hûn hikmî(destlatdariyê li me jî bikin , lê li  ya xwe bikin, û hun zanibin ku wacib(erka)we di welêt de çî ye ?
Bêguman ewî bi xwe jî bersiva vê pirsê  di pêşgotina gotara xwe de  bi çend hevokên sudar dane xwendevanên  xwe  û rêya xebat û berxwedanê nîşanî wan dike .
Herweha hin gotarên din jî di vê hejmarê de cihên xwe  girtine;mîna 1-Balafira  bêbalafirvan an bomba firolek.2- Miriyê ko li ber masê rûdinişt 3- Lê di hejmara herî dawiyê,ya(28)ande;ev gotarên duhatî hatine weşandin;1-Perçeyên canê mirovan.( bijîşkê  Mîran )2-qewraşa  general (Silêmanê Ferho).3-Nêçîra berazan.(Qedrîcan).4-Parîs(Silêmanê Ferho).5-Dîroka jîna Selahedîn ,xelek 5(Osman Sebrî.)6-Dîroka  jîna Napoliyn,xelek 12.(Osman Sebrî) 7-Katêrîn;çîroka Împeretora  Rûsyayê a  bi navûdeng- 1- (pisporê eskerî ),8- Ji lawan re (Îhsan Norî),9-Înqîlaba sor a mezin (Qedrî Can) û hin mijarên din .
Bijîşkê Mîran di gotara xwe( perçeyên canê mirovan) de  hin agahiyan li ser çêkirina  dest û lingan sînahî dide xwendevanên  xwe ,ew dibêje piştî  şerê (1914 -1918)  an  sînaheta çêkirina ling û destan gelek pêşda çûbû.
Ji mirovên seqet re  yên ko  dest yan  lingekî wan  di şeran de  hatibû  birîn  yan şikênandin ji pola hesin û textê dest û lingine welê çêdikirin,ewanan dikanîn bimeşin  û bixwin û ewan dikanîn karên xwe jî bikirina. Ji aliyê din jî yên ko  bi çavekî dibûn,çavekî  pîpoq çêdikirin,lê mirov bi wî çavî nedidît û bi tenê  kortika  çav  pê dihate  dagirtin,carna jî ji yekî difinbirî re difnek  çêdikirin,perçak goşt ji mile wî dibirîn û bi difna wî ve dikirin,lê îro zanistiya bijîşkî sûdê ji laşên  mirovên mirî dibînin û berî çend mehan di Nuyorkê de  emeliyeteke wilo çêbû  û xelk li wê emeliyetê ecêbayî  diman,jineke beriya deh salan çavên xwe winda kiribûn,Diktor reşikên çavên jineka  kor  bi reşikê çavên mirî  guhartin  û bi  emeliyatê  jinka kor  sax bû,bijîşkê Mîran hîn li ser pêşveçûna zanistiya bijîşkiyê li welatên din jî  radiweste û hin zanyarên zanistî dide xwendevanên kovara (Ronahiyê ).
Lê Qedrîcan di mijara xwe (nêçîra  berazan) de li ser  rêyên dijwar,rêyên  bi kelem,newal û zinarên bilind  dipeyve  û ew dibêje: Ez û du hevalên xwe bûn,tifingên me li milê me bûn,rextên me li piştên me bûn,ev ne cara pêşîn e,em gelek caran  bûbûn  rêwiyên  vê rêyê  û nêçîra berazan ji me ra bûbû meraq,yanê bi kurtasî nivîskarê dengdar Qedrîcan bi ferehî li ser rêveçnên xwe dinivîse û dibêje: Çawa ew û hevalên xwe pêrgî dijwariyan tên û ew  gotara xwe wek çîrokên dirêj pêşkêşî xwendevanên xwe dike.
Lê Silêmanê Ferho  di bin navnîşana( Parîs) de  weha dinivîse:Di nav (2000) salan de  biyaniyan  ji (20) caran bêtir Parîs vegirtiye(dagîr kirîye), lê xelkê Parîsê tucaran bajarê xwe di bin lingan de ne hêştiye û hercar jî wan  biyanî bi awakî derdixistin û gotarnivîs  di vir de çend nimûneyên berçavkirî li ber çavên xwendevanên xwe rêdixe,emê yekê tehnê li vir wek nimûne binivisînin:1-Di orta  (navîna)sedsala  çaran de Împiratorê Romanî Juliyan  Parîs vegirt,lê di sala (365) an de Melîk Valîntiyan dîsan Parîs jê istand.
Sulêmanê Ferho dixwaze di vê gotarê de wireyên  niştimanperwerên Kurd bilind bike û hêviyên wan geştir bike û bêje:Eger çiqas Kurdistan ji aliyê neyaran de were dagîrkirin,lê ewê  bi rêya têkoşînê jî ji bin destên dijminan rizgar bibe .
Osman Sebrî di dîroka( jîna Selhedîn di xeleka (5)) an de li ser halê  dewleta Selçoqiyan ya di bin destlatdariya Melikşah û wezîrê wî Nîzam El-milk da bû - radiweste,Osman Sebrî hîn dibêje:Nîzam El-melik bi zanîn  û dûrbîniya xwe  ew welatê mezin weke gulîstekekê di tiliya xwe de digerand, yanê bi kurtî Osman Sebrî weke dîroknasekî şehreza li ser vê heyama dîrokî radiweste û sermiyana kovara Ronahî di zanîna gîştî de hîn dewlemenditir dike.
Qedrî Can di gotara xwe (înqîlaba  sor a mezin de ) weha dinivîse:Em cengê naxwazin!Me Qeyser navê !Her bijî koma milet!
Bi hezaran  pale di meha Avdara  (1917)  an de ;bi hezaran  pale û xelkê Pêtrêsburgê girup,girup di koçeyan de  digeriyan û ev pirsên jorîn bi hev re û bi yekdengî digotin.Lê Qeyser û malbeta wî ji paş pencereyan li wan komên rêncber,pale û ciwêlekan dinêrîn û dikeniyan  û digotin:Zurîna  van  keran em  gêj kirin! Qedrî Can dibêje:Lê ew gêjbûneke siyasî bû,ew dikeniyan, lê dilên wan  digriyan  û taya mirinê bi qirika wan  girtibû,text û bextê wan dihejiyan,lê ev diyardeya li welatê Uris li her cihê diqewmî û ewan azadî dixwastin.
Qedrîcan li ser jiyan û xebatên Lênîn jî li dervayî welêt û li hundir welêt ta serkevtina şoreşa Oktoberê jî radiweste û di pişt re ew hin agahiyan li  ser Kurdên komarên Sovyetistanê û hin destkevtinên netewî jî bi xwendevanên xwe dide nasîn, lê ew ne ji dûr  û ne ji nêzîk  li ser (komara
Kurdistana sor) napeyve,ka ewa bi biryara kê hate damezrandin û bi  biryara kê jî ewa hate rûxwandin ???? !!!!!. .
Bê gûman ewa bi biryara Lênîn hatiye damezrandin û bi biryara Stalîn jî hatiye rûxandin ,çima û xêre ? Eva mijareke  taybet û serbixwe ye ..  
Bi vî  rengî em   gihane dawiya lêkolîna ser hin gotarên balkêş û emê di xelekên duhatî de li ser  (wêje bi hemû şaxên xwe ve di (Ronahî )de rawestin.

  Dûmahîk heye
    5.01.2024

   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark