Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Lêkolîn: Rola kovara (Ronahî ) di pêşketina çand û tevgera azadîxwaza Kurd de Gotar di Ronahî de,hejmar: (23,24,25), xelek :6

 


Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Di hejmara (23) an de em dikanin van  gotarên jêrîn bi nav bikin:1-(jin di eskeriyê de),sernivîser.2-(dîroka jîna Selahedîn)xelek:1-Osman Sebrî.2-(bo agahî ),nivîsevan Ronahî.3-(Kurdistan,exbar elherb,Kanûna paşîn, 1944,hejmar(53)nivîsevan ne diyar e.4-(lehîstika Şetrencê),Cemîlê Tacdu.5-(dîroka jîna Napolyon 7 ),Osman Sebrî.6-(cêwikên siyamî ên bi hev  ve.)Sma-îlê  Serhedî .8-(Merîşal Lûksenburg)nivîskar ne diyar e.
Sernivîser di  gotara (jin di eskeriyê de ) wêneyeke balefirê diweşîne û li derdora wê balefirê jin bi cilên fermî hene,gotarnivîs di vir de dinivîse: Piştî ku balefir vedigere benderê,jin wê teslîm dibin,wê paqij dikin,depoyên wê ji benzînê dadigrin û li hertiştê wê miqate dibin û di balefirê de texlît sîwar hene; yên şervanî û yên ne şervanî hene, sîwarên wê yên ne şervanî jin in.


Lê ev peyayên ne şervanî jî dikevin bin barana bomban û gulan,gotarnivîs hîn dibêje:jinên Ewropayî ji her şerên berê bêtir têkilî şerî dibin û em Kurd divê li wan ecêbayî ne mînin,ji ber ku jinên me di şeran de jî arîkariya me dikin,ew li rex me rûdinin û tivingên me dadigrin.Sernivîser Celadet Bedirxan dixwaze di vê kurtegotarê de rola jinan di pêşketin û berxwedana civakê de li dijî neyaran bide naskirin û bi nimûneya jorîn jî wireyên jinên Kurd hîn bilindtir bike û rola wan jî ji civakê re bi zelalî bide nasîn.
Rêzanzan û şoreşger Osman Sebrî di vir de kurtewergerekê ji zimanê Erebî yê nivîskarekî Misrî Dr.Ehmed Bîlî li ser( jîna Selahedîn) bi Kurdî û  bi pênc xelekan di (Ronahî) de diweşîne û  xeleka yekê di bin navnîşanên şaxî de:1-(çend pirs.) 2-(Selehedîn, gel û eşîra wî).Osman Sebrî  weha dinivîse:
Kurd neTurk û ne jî Ereb in,ew qewmekî(netewekî) Arî ne,Kurd di zemanên berê da li ser çiyan dijyan û di navbera welatên Faris  û Asiya biçûk da  rûdinîştin,jinên wan ji mêrên wan ne bi şûnda bûn,pir jin  di nav Kurdan de bi gerandina şeran de bi navûdeng bûne,lê Kurd tu caran bindestiya biyaniyan ne dikirin,çiqas qebîleyên Kurd hebûn,lê zimanê wan yek bû.
Osman Sebrî xwe hildipesêre  ser cihderek dîrokî  naskirî ( da-îret me-arif el bistanî )û hin agahiyan li ser Selah –dîn Eyobî  dide xwendevanên gotara xwe û ew hîn  dinivîse:Eyobî malbetek e Kurd e ko Misir û Şam vekiriye û bi navê dewleta Eyobî  hatiye nasîn,ev malbata ji malmezinên Kurdan  e û ji qebîleya Rewadî ye.
Dîsan sernivîserê kovarê di bin navnîşana(bo agahdarî)bi vê wateyê  dibêje:Em desteya kovara(Gelawêjê)spas dikin ku ewa kovar û rojnameyên me di nav Kurdên Îraqê de propegende kirine û ewê  bi vî awayî hevdûgirtineke nijadîn şanî me daye,lê desteya sernivîserê kovarê  (Gelawêjê) weha jî nivîsiye:Ev herdu weşan bi zimanê Kurdî Botanî hatiye nivisîn.Lê em ji bersiva Celadet Bedirxan di vê gotarê de  têdighênin,ewî ne dixwast ku desteya kovara Gelewêjê bigota:Kovara(Ronahî) bi zaravê Botanî hatiye weşandin,ew hîn ji kovara(Gelawêjê) re dibêje:Zimanê Kurdî sê zaravên bingehîn in:1-Zarê Bakur.2-Zarê Nîvro.3-Zarê Dumilî û em ji zarê Bakur re dibêjin:Zarê Kurmancî û zimanê xelkê Botan Kurdî ye û zarê wan Kurmancî ye,yanê di vir de Celadet wek têbîniyekê arastî desteya kovara (Gelawêj) dike.
Di kovara (Exbar-El-Heleb) de ya ko Îngilîzan bi zimanê Erebî li Misirê derdixist;hin agahî li ser Kurdistanê ji aliyê desteya rojnamê de hatine weşandin;ewa di vir de dinivîse:Kurd di navbera heyşt û neh milyonan de ne,welatê wan di navbera Turkiyê,Îranê û Îraqê de hatiye lêk vekirin (parvekirin),birekî Kurdan di Sûriyê  de û êline biçûk di deverine din de  dijîn û Kurd ji  nijadê Arî ne,rûyê  erdê  Kurdistana Îraqê bi qaserî Skoçlandê ye, li wir çiyane rût hene ko bilindiya wan digehe heta (12000) peyî  û hwd,  lê bi gîştî  kovar  pir bi kurtî gelê Kurd û Kurdistanê  bi xwendevanên xwe  dide nasîn. Lê em di kovarê de jî kêmasiyeke mezin jî dibînin,em nizanin ko Celadet Bedirxan yan desteya kovarê xwe di ser vê rastiya dîrokî re avêtîye; ji ber ku di gotara kovarê de beşê Rojavayê Kurdistanê ne hatiye binavkirin,ango li nik  desteya kovara (Exbar –El-Heleb) ya ku li jor bi navkirî;Kurdistan tenê sê beş in û Kurdên Sûriyê penaber in,lê bi texmîna me sernivîserê (Ronahî) ji ber sedemên siyasî,nêrîna xwe ya rast di vir de ne deye û şaşiya kovara (Exbar –El-Heleb)  di  gotara xwe de  bi mebest  û tektîk seraast ne kiriye.
Lê li aliyekî din; desteya vê  kovara Erebî  pesna ciwaniya Kurdistanê  dide û dibêje:Ayenda Kurdistanê xûya dike,Kurdistan di welatên (Rohelata Nêzîng) de  wê bibe  îswîça (Swêsra) Şerqê.
Herweha jî Osman Sebrî di vir de  hîn li ser jîna Napliyon û şoreşa Firansî   berdewam dike û  pir  hûrgilîyên  pêvajoka şoreşa Firansî   bi xwendevanên
kovarê dide nasîn û bi rastî  mijara Osman Sebrî li ser Naplioyn Ponapert  bi nirîna me  kane ji dîrokzanan re jî bibe  lêvegerek zanistî û pêbawerkirî.
Lê di hejmara(24 ) ê de ev mijarên jêrîn  hene :1-(jin û mêr)Emoyê Cilînî,2- (jîna Napliyon Ponapert),Osman Sebrî.3-(gula Kirasdirhayî)M.Xidir Mizûrî.4-(dîroka  jîna Selaheldîn -2-).Osman Sebrî .5-(Gênêralê Emêrîkanî an çawişê Talyanî)Hesenê Mistê.6-(hindik rindik ),sernivîser.7-(ziman û nivîsandina wî)Osman Sebrî.
 Li ser dîroka jîna Selahedîn de;Osman Sebrî dinivîse:Sultan Selahedîn ji hemî padîşahên  Îslaman jêhatîtir û bi navûdengtir bû,Selahdîn  kurê  Eyob Necmedîn di sala  (1137) Z.de  li keleha Tikrîtê hatiye dinê,bûyina  Selahdîn rastî roja barkirina malbetê ji keleha Tikrîtê hatiye û herweha Osman Sebrî pir bi dirêjahî li ser jîna qehreman Selaheldîn Eyobî radiweste ko  ewî çawa Şam jî  ji bin  nîrê Xaçepersetan rizgar kiriye,herweha jî Osman Sebrî  di vir de bi ferehî li ser hemû têkoşînên wî di bin ala îslamperestiyê de bi xwendevanên kovarê dide naskirin .  
 Lê dîsan Osman Sebrî di gotareke din û di vê hejmarê de li ser giringiya nivîsandina zimanê Kurdî radiweste û ew dibêje:Eger ziman kete warê nivîsandinê,ew hêdî ,hêdî mîna darê pel digre û ew paşê bi ber dibe û dema em zimanê xwe bi zimanên ko ketine warê nivîsandinê,wan bidin berhev,divê em sed salî pir ne bînin ji ber ko ziman ji bo miletan her tişt e, berî ko ziman têkevin warê nivîsandinê,ew sê koçan (merheleyan) derbas dikin,gava ziman nûh bûye wesîleya fehmkirinê û hevok jî çêbûne,di koça pêşîn de çîrok pê hatine gotin û piştî vê,dema ku bêje pir bûne û ziman pêşda çûye,ew gihaye koça dudiyan û meslok jê çêbûne,ji ber ku pirên meselokan  bi qafiye dibin û hewceyî  gelek bêjeyên yekdeng  û yekbêjin, lê bê wezin û bê qafiye ye,paşê çaxa koka zimên gihaye Kuraniyê,wan
helbest gotine û  ji van  gotinên me tête zanîn ko di pêşiya zimên de,berê çîrok hatine gotin  û  di pişt re  metelok  hatine gotin û li dawiyê Osman Sebrî şîretê dide kesên ko zimanê biyanî zanin,ko ew pir tiştan ji wan zimanan wergerînin zimanê Kurdî;ji ber ku bi vî rengî jî zimanê Kurdî kane pêşda here,yanê bi gîştî Osman Sebrî  di vê  gotarê de  nirîn û agahiyên  pir zanistî di warê  zimanzaniyê  de jî  dide xwendevanên kovara Ronahiyê.
Sernivîser di bin navnîşana (hindik û rindik) vê agahiya jêrîn dide xwendevanên xwe,ew dibêje:Mirovê dinyayê yê herî dirêjtir li girava
Eyslandê de  ye;navê wî Con  Pêtêrson e û bejna wî  (2 )Mitir û (52)  S.M. in û ew bi (160) kîloiyan giran e,heyşt birayên wî hene,lê ew hemî di bejnên  normal de ne,lê gava ew diçe Hotêlekê, ji wî re du textan dighînin hev,Pêterson artist e û ew  di tiyatroke  zarokan de dixebite .
Di hejmara (25)an de ev gotarên duhatî cihên xwe dîtine;1-(Nêçîra kewan)Ebdilrehman Elî Yûnis.2-(mirovê ko simbêlên xwe di mezadê de firotin),Xelîlê Genco.3-(dîroka jîna Napoliyon) Osman Sebrî.4-(Pêtroyê sisiyan),Bişarê Segman.5-(zêdehiya jinan),kovara (Ronahî).6- (dîroka jîna Selahedîn),Osman Sebrî.7-(Pêncî milyon ga û milyon û nîvek  mirov)Silêmanê Ferho.
E.E.Yûnis dibêje:Min pir kewedanî an kewgîrvanî di deştan û çiyan de  kiriye,di aliyê Kurdistana Bakur de bi çend awayî nêçîra kewan dibe 1- Kewvedanî: Divê kewgîrvan  kewên xwe qenc xwedî bikin,êmê kewan jî ev in:Genim,giyayê şîn, pîvaz û rojê carekê genim û çar,pênc caran şînatî,
heyanî  ko Şibat  biqede  çav û nûkilên kewan sor dibin  û av ji pozê wan tê,wê çaxê  êdî  wextê  vedana  kewê nêr e,hema çend roj  ji Avdarê çûn, wê kewgîrvan  kewên xwe hilînin û bi çol  û çiyan  bikevin  û kewan vedin heyanê nîvê Gulanê  û di pişt re, ewê  dest bi vedana  mêkewan jî  bikin.
Vedana kewan:Kewgîrvan diçe li cîyekî mitik an pozik kozikekê  çêdike;dorhêla kozikê bi hejikan an bi giya asê dike û bi çar alî de devan vedide,binî kozikê jî kevir dike, lê gotarnivîs hîn pirtir û bi dirêjahî  awaya nêçîra serên kaniyan û hemî gavên pêwîst ji bo awa kewan bi xwendevanên gotara xwe dide nasîn,bi rastî ev gotara ji nêçîrvanên kewan re pir balkêş e û ewa  pir agahiyên  pêwîst dide awciyên  kewan.
Lê(Ronahî)di gotara bi sernavê(zêdehiya jinan)weha destpê dike:Ma  zêdebûna jinan derdek e,!Bi ya me be,ew ne derd e,ji berevajî wê,ew  nihmetek e,lê ji bo xelkê Emîrîkayê û ji bo hin welatên Ewropayê ewa  derdek mezin e û pisporine civakî ji vî derdî re  li dermanekî digerin,lê  bivê, nevê; di dawiya vî şerî de, derd hêj (hîn )wê mezintir bibe,mêr heroj di qada şer de têne kuştin û li gora statîsteke ko beriya v î şerî hate belavkirin, di Emêrîka de  serê sedî (17) jin ji mêran bêtir bûn û ew nisbeta (rêjeya ) heroj pirtir dibû,lewra pispor li sebeban (sedeman) geriyan û wan ev  sedemên jêrîn jê re dîtin.
-Hukumetê mihacereta(penaberan ) mêran bend kiriye yanê; ewa nahêle xelkê xerîb (biyanî weke berê )herin Emêrîkayê û ji xwe re xebatekê peyda bikin.
Piştê şerê (1914 -1918 )an de  di hemî dewletên şervanî de  rêjeya mêran gelekî kêm bû,li gora statîstîka resmî(fermî) li welatê Uris;jin di sedî de  (32)li Poloniya(38)li Êngilterê(23)zêdebûbûn,lê li Firansa,Îtaliya û Almaniya ev zêdehî  di navbera  (21 û 22) de bû,ji lewra  ji niha de  pisporên civakî bi meselê mijûl  in û ji vî derdî  re li dermanekî digerin,lê tiştê ko tête bîra me û ko ewa ji hemuyan rehetir e;ko xelkê Ewropa û Emerîka jî wek me Mislimanan û li gor rêdana Pêxemberê me li şûna yekê(jinekê) ji xwe re çend jinan bînin û ev  pirsgirêka çareser dibe. Lê piştê (Ronahî)  ev pêşniyara  xwe  pêşkêş kir,Ajansana Waşontonê av pêşniyara daye zanin (ragîhand )û ev pirs ji xelkê jî kirin:Gelo kîjan çêtir e,jin  di navbera (21 -25)  salan de  wek mêran bibin esker yan hemû jinên ko jê xebat têt di paş eniyê de bixebitin,xelkêEmêrîkî  ji sedî (76)  gotin:(Bila jin jî mîna mêran herin qada şer), yanê li dawiyê wek hate zanîn;pêşniyara desteya kovara (Ronahî) ji aliyên civakên ne Îslamî de ne hate pejrandin.
Lê Silêmanê Ferho jî  di vir de û  di bin navnîşana (pêncî  milyon ga û milyon û nîvek mirov ) de mijara xwe dinivîse û ew dibêje:Li Emêrîka heyamek  hebû,50 milyon gayên kovî dijîn,hîngê xelkê Emêrîkî  miliyon û nîvek bûn, nijadê spî yê ko ji Ewropayê çûbûn Emerîka,rêhesin û avahiyên medeniyetê yên din jî hên çênekiribûn,xelkê goştê wan dixwarin ji kevelên wan cil ji xwe re çêdikirin,gayê Emêrîkî xurt e,ji simên wî  heta pişta wî  şeş pê  bilind in û qederê  (10-12 )peyan dirêj e,ji (1800) heta (2400) kîlo  giran e,kloçên  wî  ne ew çend(ewqa)  direj in, lê ew gelek xurt in, mirov dikane bi wan erdine hişk biqelêşe,ew hîn kane bi qiloçên xwe hespekî û tev sîwarê xwe rake  û bi sed mitrî jî bimeşe,hinek hebûn tenê zimanê wan dixwarin û yên mayên guran dixwar û carna ew tenê ji bo çermên wan dikuştin,wextê dest bi çêkirina rêhesinan kirin,hîngê di navbera gan û  xelkê de  şerekî nû çêbû,gan  stûnên telêgrafan radikirin û diketin pêşiya Tirênê û bi xwe dihatin perçiqandin,lê Tirên ji rêkê derdixistin,qey ewan dizanin ko ev medeniyet(şaristanî) dê  wê qirên wan bînin.
Di sala (1865) an de  ji  (50) miliyon gayên kovî  tenê (15)  miliyon mabûn û ew hêdî,hêdî kêm dibûn û çermên wan jî buha dibûn,li dawîyê di beyarên Emêrîkî de ew pir hindik mabûn û HWD.
Li dawiya vê hejmarê sernivîser agahîyeke giring dide xwendevanên kovarê li Îraqê û ew di bin navnîşana :(wekîlê kovara me li Îraqê) de weha dinivîse:Wekîlê kovara me û herçî neşriyatên kitêbxana Hawarê  ji bo Îraqê  Mîrza Mihemed Ermexanî ye,ew li Musilê mamostê Kîmayê ye,em ji xwendevanên xwe yên li Îraqê hêvî dikin,ji ber hertiştî ko bi neşriyatên  me eleqdar e,bila  miraceetî  Ermexanî  bikin).

Dûmahîk heye
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark