Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Lêkolîn: Rola kovara (Ronahî) di pêşketina çand û tevgera azadîxwaza Kurdî de (1943-1945) Gotar di( Ronahî),hejmarên 20,21,22 an de ß Xelek:5

 


Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Di  hejmara (20) ê de ev  gotarên jêrîn bi pênûsên cuda hatine weşandin: 1-(Peymana  Îswîçyan),gotarnivîs ne diyar e,lê bi texmîna me,ew sernivîser bi xwe ye. 2-(Ji min ve tiştên dinyayê).Lawikê Tiloyî .3-(kes gereke winda nebe).Sibhiyê Diyarbekirî.4-(çend gazind)Osman Sebrî.5-(jin û mêr û çîroka marekî Fêris )Silêmanê Ferho.6-(dîroka jîna Napliyon.xelek 4),Osman Sebrî.7-(zaravayê  Cizîrê), bi texmîna me dîsan sernivîser e.8- (Êzdî û ola wan,xelek.2)Osman Sebrî.9-(Yên ko xelas bûne),Smaînê Serhedî.Em li jêr wek nimûne naverokên  çend gotaran ji hejmarên  jorîn  bi kurtî li pêş xwendevan û lêkolîneran rêdixin. 


Di peymana Îswîçyan de gotarnivîs dinivîse:ji Seydayê me ê mezin Cegerxwînê dilbixwîn re û ew di wir de ji Cegerxwîn hêvî dike ko vê peymanê têxe nezma xwe (helbesta xwe) a xurt û şêrîn.
Gotarnivîs di vir de dibêje:Îswîç dewleteke Ewropayî ye û dewleteke biçûk e,lê ew di nav dewletine mezin de wek Franasa ,Almaniya û Talyayê de dewleteke biserxwe ye..,heta sala 1291 ê  xelkê Îswîçê ji hev belav bû û ew li 22 Kantonan lêk vedibûn,ew 22 eşîr,wek eşîrên me,li Kurdistanê, mêr û şerûdî ne,ew ji hev belav bûne û ew hero diketin bin nîrê dewleteke din.Lê di Tabaxa sala 1291 ê de serekên wan(Îsvîçiyan)her(hemu)22 eşîr gihane hev,destên hev girtin,sond xwarin ko mezinahiya tukesî  di ser xwe re qebûl nekin û ew bi xwe bibin mezinên xwe û ew serbixwe bin.Celadet  Bedirxan hîn ji Cegerxwîn û gelê xwe re dibêje:Em jî dixwazin bibin miletekî yekbûyî,em dixwazin aza bibin û li şûna ko em di hêsiriyê de bijîn,mirin ji me re çêtir e.
Gotarnivîs bi xwe hin caran helbest jî nivisîne,lê ew baş zane ko Seydayê mezin Cegerxwîn di tevnekirina helbestan de pisporekî astebilind e,ew kane hundirên peyvên xwe pir bi germî û bi wêneyên balkêş derbibire û tovên ramanên xwe yên netewî bi hostatî di giyanên xwendevanên xwe de biçîne,lewra jî ew vê kurtegotarê arastî Seydayê Cegeerxwîn dike.

Lê lawikê Tiloyî di mijara (ji min ve tiştên dinyayê) de dibêje:1-Meriv ji bo du tiştan hatiye dinyayê,yek jê şeref û namûs e,ê didowan malê dinyayê ye,yê ko li şeref û namûsê bigere, gereke pir ji malê dinyayê hez neke,çiko  namûs û malê dinyayê neyarên hev in û ê ko ji malê dinyayê pir hez dike, ew pir bala xwe  nede  şeref û namûsê .2- Dan û standin bi merivê ehmeq re meke.3-Pirsê ji yekî meke ko ew pirs ji aqilê wî mestir be.4-Tu caran derewan meke,heke derew ji Zîv bin,rastî ji Almas e.5-Siyaset ne derew e,6-Ger tu zane û gihîştî bî,kar û tevgera xwe mede destê jina xwe û herweha Lawikê Tiloyî çend şîretên din jî dide xwendevanên xwe.
Di vir de gelek şîretên watedar û sudar henin wek nimûne:1-Dan û standin  bi merivê ehmaq re meke.2-Heke derew ji zîv bin,rastî  ji Almas e.
Lê em  di vir de û li gor zanista civakî  nikanin hemû şîretên nivîskarê gotarê bipejrînin,wek mînak:(Ger tu zane û gihîştî bî,kar û tevgera xwe mede destê jina xwe).Lê eger gotarnivîs weha gotibûya dê rastir û nêrîneke zanistî  bûya. (Ger tu zane û gihîştî bî,kar û tevgera xwe mede destê JINA XWE YA NEZAN.(Hej.20).
Lê dîsan di vê hejmarê de Sibhiyê Diyarbekrî di bin vê navnîşanê de (Kes gerege wenda nebe) kurtegotarekê diweşîne;ew di vir de dibêje:Min ev bend ji bo hemî Kurdan nivîsandiye,ji boyî her kesê ko dibêje: Ez Kurd im,çi biçûk û çi mezin,çi jin û çi mêr û nemaze ez gotinên xwe berpêşî çavên zana û miletperewer û xebatkarên  Kurdîtiyê dikim .
Ev çend sedsal in miletê Kurd di vê paşvemayînê de ye û li pey xelkê sekinîye,sebeba xwe ne ji bextreşiyê ye û ne jî ji çepgera çerxa felekê ye, herwekî Seydayê me Cegerxwîn carina dibêje:Lê belê sebeba xwe nezanî ye û bêbextiya me Kurdan ji hev û du re ye,em di vê bindestiya xelkê de hêştin, qisor jî ev e ko em xwe nalivînin, lê dawiyê gotarnivîs metheloka  Erebê bi bîra xwendevanên gotara xwe tîne û ew dinivîse:(Dem şûrek e,heke te ew nebirî ,ewê te bibire).
Vaye em  wek xwendevan û lêkolîner dibînin; çawa kovara (Ronahî)bi peyv û nêrînên gotarnivîsên xwe rewş û bindestiya gelê Kurd dide ber çavên miletê xwe,rêya têkoşînê û azadiyê jî bi zelalî  şanî  miletê Kurdistanê dike.

Lê vê carê û di vê hejmarê de Osmsan Sebrî  mijarek  dirêj di bin navnîşana  (çend gazind) dinivîsîne û bi kurtasî ew dibêje:Îro  bûne çarde sal ko
zimanê me bi tîpine xweser têye nivîsîn û ala vê tevgera çak û berxudar cara pêşîn di rûpelên kovara(Hawarê)da bi destê  xwediyê wê  hate hildan.
Van tîpên xweser zimanê me di tenganiyê ko tê da bû,biderxist,lê tevî vê yekê ez dinêrim hinek ji Kurdên xwenda,nemaze gelparêzên wan,hemû nivisînên wan bi zimanê Erebî ne,bi ya min be, ew şermeke mezin e.
Bi rastî Osman Sebrî tiliyê xwe daniye ser birîneke dev vekirî di govdê çanda Kurdî de, lê di serdema me de  û  nemaze di dehsalên dawî de çand û pir weşanên Kurdî bi zimanê dayikê li Kurdistanê û li dervayî welêt  derketine û hîn jî têtin weşandin,lê gelek mixabin hîn bi sedan jî rojnamevan û nivîskar û siyasetmedarên me bi zimanên biyaniyan dinivisînin  û ev diyardeya  nih jî li nik pir lêkolîneran cihê gengeşiyê ye.
Dîsan di vir de gotarek dirêj di bin navnîşana(zarav-1- zaravayê Cizîrê) bê destnîşankirina nivîsevanê wê hatiye weşandin,lê bi texmîna me  Celadet Bedirxan xwediyê vê gotarê ye û ew di vir de dibêje:Ziman bi  gelemperî bi zaran lêk vedibin (pêktên),ev zar carina ji hev gelekî bi ferq in,lê ew zarên yek zimanî ne,wek zarên zimanê me û hîn dibêje: Di zimanê me de sê zarên bingehîn hene1-Zarê Kurdmancî.2-Zarê Dumilî 3-Zarê Soranî û ferqa van  zaravan ne ew çend mezin e û piştî vê dabeşkirina zimanê Kurdî li ser wan  zaravên sereke, gotarnivîs  hevdîtinên xwe bi hin kesayetiyên navmezin re li Cezîrê bi bîr tîne û şêweyên zaravokên wê herêmê bi xwendevanên  kovarê dide nasîn.
Lê Osman Sebrî jî di vir de xeleka  duhem li ser Êzîdî (Ezdahî) û ola wan  berdewam dike û ew  bi kurtasî  gotara xwe li ser van navnîşanokan  dabeş dike 1-Şêx .2-Pîr .3-Feqîr. 4-Koçek .5-Mîr weha dinivîse:Şêxên Êzdîyan xwe  kurên Şêx Hadî  dizanin,mezinatiya  ola  Êzîdiyan  di destên wan de ye,riya bawerî,nimêj û rojî ji Şêxan tên hînkirin .
2-Pîr:Di ola  Êzdiyan de  piştî Şêxan, Pîr tên ,Pîr  di reha binatî  da  ji malbeta Şêxan in,yanê  ji kurên  Şêx Hadî ne,lê di parvekirina kar û xebatên olê de hinek Şêx û hinek jî pîr hatine nasîn,herçî pîr in,ew di bin destên  Şêxan da ne û di nav xelkê da arîkar û şûngirtê Şêx tên zanîn û Pîrek divê keça Pîrekî bixwaze.3-Feqîr:piştî Pîr Feqîr tê,lê Feqîrîtî wek Şêxitî û Pîrîtiyê ji bavê
nagehê kur,her Mirîdê ko di ber destê Şêx de  xizmetê ola  Êzîdê  bike, ew dibe Feqîr,karê Feqîran di nav Êzdîyan (Ezdahîyan ) da  bigerin  û derheqê  ola wan de şîretan li wan dikin.
4-Koçek:Koçekitî ji Şêx,Pîr,Feqîr û Murîdan e,kîjan ji wan bibe xweyî keramet,ew dikare haya îxtiyariyê mergehê bike;gava ji îxtiyarîyê re bide xûyakirin ko ew  xweyî keramet e,hîngê ew dibe Koçek û eger çiqas karê  Koçek di nav Êzîdiyan de hindik e jî,lê qedra wî gelekî mezin e,karê Koçekan hergav ji pêşendeyê,(berî hertiştî ) nûçeyan didin û nexwaşan bi lavijan xweş dikin,yan bi axa  avahîyeke miqedes, teberikê salixî nexwaşan bidin û li hemer wan lavijan an salixana teberkê  sedeqeyekê digrin .
5-Mîr:Mîr mezinê hemû Êzdiyan e,her Êzdî  salê tiştekî  dide Mîr .
Lê Osman Sebrî dûmahîka gotara xwe di hejmara(21)ê de dîsan berdewam
dike û ew li jêr navnîşana (Eşîrên Êzîdiyan) weha bi xwendevanên gotara xwe dide nasîn û ew dinivîse:Eşîrên Êzdiyan wek eşîrên Kurdan yên mayî, heyîn û yekîtiya xwe neparastine.Osman Sebrî di vir de navên van çend êşîran bi xwendevanên kovarê dide nasîn û ew dibêje:Navên eşîrên  Êrdima Şêxan ev in:1-Hekarî,2–Xetarî,3-Mamûsî,4-Tîrkan,5-Qaîdî Domilî,6-Hiraqî,7-Xiskan,8-Şariyan,9-Şêx Xidirî,9-Sînan,1o-Dinayî,11-Başîtî û hwd,lê ji van eşîrên jorîn eşîra Hekarî tenê di rewşa eşîrtiyê de maye û tevaya vê eşîrê hezar û sed mal in.
 Herweha jî di vê hejmarê de; Nêrevan û bi texmîna me ew dîsan (Celadet Bedirxan) bi xwe ye,gotarekê di bin navnîşana (tiştên ko di Libnanê de çêbûne)diweşîne û di wir de hin agahiyên giring dide xwendevanê xwe; ew dibêje:Di destura Libnanê de madeyin hebûn ko li gora hikumeta Libnanê ew made û îstîqlal bi hev ne diketin.Li Çiriyapaşîn hikumeta Libnanê ji bo edlandina wan madan, pêşniyarek qedimande  perlemanê,lê li ser vê yekê civata Firansizan ya azahiyê rabû  beyanamek belav kir û ewê di wir de daye zanîn ko Libnan destura xwe bi tena xwe nikane bighurîne  ji ber ku ew destûr hukumeta Libnanê û Firansa bi hev re çêkirine,ji lewra  ji edlandina wê re, raya Firansê jî divêt û li dawiyê nelihevhatinên mezin di navbera Libnanê û Firansa de çêbûn.
Di hejmara(22)an  de gotarên jêrîn cihên xwe  girtine1-Di  vî şerî de (xebata jinên Sovyetistanê)sernivîsser.2-Dîroka jîna Napliyon(6),(Osman Sebrî).3-
Çîn û tarîxa medeniyeta wê(Dr.Lyonêl Caylez).4-Nêçîreke pilingan(Dilawer Çarpîne).
Evdilrehman Siltanov sekretêrê sefareta Sovyetistanê  li Misirê  ji kovareke Misrî re qala xebata jinên welatên Sovyetistanê kiriye û gotiye:Jinên Sovyetistanê di vî şerî de(şerê cîhanê yê duhem) zor xebat dikirin,kovar û rojname hero qala qehremaniya jinên Sovyetistanê dikin.
Osman Sebrî di vê hejmarê de jî, xeleka (6) ê ji  dîroka Napliyon û di bin hin navnîşanên şaxî de1-(vegera Korsikayê),2-(berdana Korîskê),3-(malbeta Bonabart li Firanseyê ) dinivîse.
Lê di vê hejmarê de jî gotarek pir dirêj li ser komara( Çînê)bi pênûsa Dr. Yonêl Çaylez  bi wergera pênûseke nenas hatiye weşandin, lê  pir gengaz e jî  ku ev gotara dîsan  ji aliyê sernivîserê kovarê hatibe wergerandin.
Ew dinivîse:Li  gora tarîxê;Çînî  îro ji 4000  salî bêtir hene ,dibêjin  ko Çînî ji cihine din  yên Asyayê, ji Rojava yan ji merkezê hatine welatê ko îro tê de  ne,lê ji vê nirînê re tu delîl û belge nînin.Di pêşiyê de Çînî bi tenê bi cotkariyê  mijûl dibûn, di pişt re ewan dest avêtine fen û zanistiyê;wek
çêkirina porsalanê,çêkirina dermanan ji giya.Bi rastî Yonêl Çaylez gotara xwe bi gelek zanîn û agahiyên civakî,dîrokî û di pir warên din de dewlemend kiriye û ev gotar jî mîna pir berhemên din di (Ronahîyê )de gelek balkêş û watedar e .
  Dûmahîk heye
  Efrîn ,19.11.2023

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark