Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Roja Çîroka Kurdî.. Pêşbirkek di meha şeşê de ye

 


Kurteçîrok yek ji hunerên vegêranê ye, ku serbor û serpêhatiyên mirov di çarçoveyeke hunerî de pêşkêş dike, çi bi awayekî riyalîzm (waq`igerî) yan jî bi awayekî aşopgerî û bi roleke mezin û serekî di dariştina hişmendiya civakî, rewşenbîrî û siyasî de lehîstiye û hîn jî dilehîze.

Dirustkirina hest bi xweşiya hunerî û geşepêdan û werarkirina xeyala kesê guhdêr, yek ji qazanc û mifayên here giring yên kurteçîrokê ne û dibe aliyê temamker yê zanînê, ku mirov zanînê li ser tiştên neyî (aşopî) ava dike, berevajî zanîna ku bi tenê li ser tiştên heyî ava dibe.


Gelê Kurd; di çarçoveya çîrok û stranên folklorî de serederî ligel vê hunerê kiriye, ku bi dehên çîrok hene û di koçik û dîwanên gundên kurdan de hatine vegêran û guhdarîkirin, û dayîk û dapîrên kurdan di şevên zivistanê de çîrokên xeyalî li ser giyanewer û ajelan ji zarok û neviyên xwe re diafrandin.

Tevî geşesendina mezin ya Romanê di van bîst salên borî de, lê hîn jî çîrokê cihê xwe yê taybet heye, ku heta vê gavê jî bi dehan kurteçîrok li vir û li wir têne nivîsandin û weşandin, ji bilî çapkirina wan di rojname, malper û torên medya civakî de.  
Bi sedemê lez û beza jiyanê û bargiraniya wê û fişarên mezin li ser mirov, ku êdî hest bi wê yekê dike ku dîtir demê wî têra xwendina çîrokên dirêj nake, tevî giringiya çîrokan ya here mezin, di demê ku Mirov dikare kurteçîrokekî di kêlîkeke kurt de bixwîne.

Helbestvanên kurd her ji mêj ve pîtedan û guhdarî bi hunera çîrokbêjiyê yê helbestî kirine, wekî çîroka helbestî (Şêxê Sin''''''''''''''''''''''''''''''''anî) ya Feqiyê Teyaran (1590-1660), herwisa çîroka kurdî ya navûdeng (Mem û Zînê) ku ji aliyê helbestvanê kurd yê navdar Ehmedê Xanî (1651-1709) ve bi awayekî (destanî) hatiye nivîsandin.

Vê hunerê guhertineke mezin li ser destê zanayê kurd Mehmûd Bayazîdî (1797-1867) dîtiye, li ser destê wî çil çîrokên kurdî hatin komkirin û ji aliyê konsulê Rûsyayê yê li Împaratoriya Osmanî Aleksandr Jaba ve di pertûkekî de bi navê (danhevkarê çîrokan) bi fransî (NOTICES ET RÉCITS KOURDES) li Petersburgê di sala 1880 de hatibûn çapkirin.

Tevî nebûna lêkolînên rexneyî yên nûjen di vî warî de, lê hevdengiyek heye ku kurteçîroka kurdî bi forma hunerî ya nûjen li ser destên nivîskar Fûad Temo bi navê (çîrokek) di yekem hejmara Rojnameya (Roja Kurd) de, di Hezîrana 1913an de hatibû weşandin.

Ji ber vê yekê, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê di 7ê Hezîranê 2014an de li bajarê Qamişlo yekemîn festîvala kurteçîroka kurdî li hola Subarto lidar xist û hefteyekê berdewam kir û bi vî awayî 6ê Hezîranê wekî roja çîroka kurdî hate ragihandin.

Bi armanca piştgirîkirina zimanê Kurdî û vê hunera sipehî û ciwan, (komîteya çalakiyan) ya Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Ewropa pêşbirka çîrokê ya sala 2024an radigihîne.



 Pêşbirka çîrokan

Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Ewropayê, bang li nivîskarên Kurd dike ji bo ku beşdarî vê pêşbirkê bibin, li gorî vê formula jêrîn:
 
Berhemên xwe wekî nameyekê li ser (Word)ê bo email''''''''''''''''''''''''''''''''ê Nûneratiyê bişînin:
yekitinonrti@gmail.com

Kurteçîrok ji yekê Kanûna Pêşîn (01.12.2023) heta 1ê Reşemehê (01.02.2024) dê bêne wergirtin, û eger piştre bêne şandin jî nekevin di pêşbirkiyê de.

Di destpêka meha Reşemehê (Sibat) de, Komîteya Rêveber ya Pêşbirka Çîrokê, hemû çîrokên rikeber veguhêze ber destê komîteyek serbixwe ya nirxandin û biryardanê ku ji çend nivîskarên xwedî ezmûn di vê hunerê de pêk tê, ji bo helbijartina sê çîrokên here baş di warê “bîroke, ziman û hêmanên hunerî” de.
komîteya rêveber û Nûneratiya Yekîtiyê ti destwerdanê nake di mijarê helbijartin û nirxandina çîrokan de.

Pileyên pêzanîn û rêzgirtinê:
Helbijartina deh çîrokên herî baş li gorî pileyên wan û wergerandina wan bo zimanên din, di nav de bo zimanê Erebî, û weşandina wan li pey hev di kovara Yekîtiyê (Pênûsa Azad) de ya li Qamişlo tê çapkirin, paşî ku dê bêxin pertûkeke çapkirî.

Çîroknivîsên serkevtî dê bi xelatên diravî werin rêzgirtin.
yekem serkevtî: bi 300$, duyem serkevtî: bi 200$, û sêyem serkevtî: bi100$.
 
Navên çîroknivîsên serkevtî, dê di ahengekeke taybet de bêne ragihandin ku ji aliyê Nûneratiya Yekîtiyê ve di roja 8ê Hezîrana bê de, roja Şemiyê 08.06.2024 li Almanyayê were lidarxistin (cih wê piştre dê were destnîşankirin).

Sê çîroknivîsên serkevtî dê çîrokên xwe ji amadebûyan re bixwînin, bi amadebûna komîteya helsengandinê, ku wê bersiva pirsên amadebûyan li ser mijara hilbijartina kurteçîrokên serkevtî bidin.

Mercên beşdarbûnê:

Çîroknivîsên beşdar dikarin çîrokên xwe wekî fayil li ser Wordê bo Emilê taybet bi pêşbirkê
yekitinonrti@gmail.com bişînin.
Ku çîrokên xwe wekî fayilêkî Word bişînin, ne wekî nameyekê.
 
Divê çîrok berê nih nehatibe weşandin, yan jî berê ti xelat wernegirtibe.
 
Divê çîrok bi zimanê kurdî bi tîpên latînî bê nivîsandin.
Her çîroknivîsek bi tenê dikare bi yek kurteçîrokê beşdarî pêşbirkê bibe, û eger zêdetir ji çîrokekî bo me hat, wê demê bi tenê yekem çîrok dê were wergirtin.

Divê çîrok zêdetir ji 1500 peyvan nebe û kêmtir ji 300 peyvan nebe.
 
Divê her çîroknivîsê beşdar zanyariyên xwe yên kesayetî, jimareya têlefona xwe yan Emilê xwe digel wêneyekî rengîn yê xwe bo emilê navbirî bişînin.

Almaniya 20.11.2023

Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Ewropa


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark