Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Lêkolîn: Rola kovara (Ronahî ) di pêşketina çand û çapemeniya Kurdî de (1942-1945)Z. Xelek:4

 


Dr.Phil:Ebdilmecît Şêxo

Gotar di (Ronahî),hejmarên( 18.19.) an de
1-Çawa çente dizîn,(Lawût ),2-Bi serhatiya noqeveke Birêtanî(Cemîlê Tacdo),3-Hevalekî çak(Osman Sebrî ),4-Reqê avê,(Dilawer Çarpîne),5-Nêçîr(Osman Sebrî),6-Dîroka jîna Napoliyon,(Osman Sebrî),7-Hindik rindik (xeberguhêz )8- Xarkov,(?) 9-Elmaniya û Rohelat(?).Hej.(18).
Gotanivîs Lawût ji xwendevanên (Ronahî )re çîroka (çente dizînê ) bi hûrgilî  dibêje:Her wekî xwendevan dizanin Fendlanda hevalbenda Almanan e,lê  di navbera wê û Emêrîka de şer nîne,ji lewra  ev herdu milet bi nav hev de diçin û tên.Di wextekê de bijîşkek Emêrîkanî giha bû Hêlsînkî, paytexta Fenlanda, pir dem neçû,jin û keça bijîşk jî hatin cem wî,bijîşk Renter di çend mehan de navdar bû,jina bijîşk û keça xwe jî ji aliyê qenciyê û comerdiyê de jî hatibûn naskirin .


Gîstapo (navbenda polîsên Almanî ) hêdî nikanî bû guhên  xwe  ji pesnên  derheqên Emêrîkaniya vekirî bihêle,gotarnivîs hîn dibêje:Almanan jî bijîşkek welê navdar anîn û ew jî bi nexweşên xwe re comerd bû.
Wezîrekî Almanî hat xanîyek di  rex  bijîşk Rêntirê Emrîkî de girt,piştî  çend rojan sê nexwaşên Emêrîkanî hatin  nik  bijîşk  Rêntir, bijîşk Rêntir ji her sê nexwaşan re sê ode raxistin û ew derman dikirin,piştî heftakê rojnamên Finlendî nivîsandin:Wezîrê Almanî dê bi balefirekê biçe Berlînê,lê wezîrê Almanî ne çû,ji ber ku çentê ko rapor û ewraq tê da bûn,hatibûn dizîn,xaniyê  bijîşk  Rêntir di dêwîr de hatibû vekirin  û derbazî  xaniyê wezîr bûbûn û bi tenê ev çente  biribûn.
Gava Emêrîkaniyan ev nûçeya belav kir,hîngê xelkê zanî ko di çentê  wezîrê Alman de  çi hebûn  û  li dawiyê gotarnivîs dibêje:Ev bû xebata ko bijîşk  Rêntir ji bo  welat û welatiyên xwe kir.Di encamê de gotarnivîs hîn dibêje:Şerê  mezin  di navbera  mirovên jîr  de dibe,lê ne di qada şer de.

Gotarnivîs  Lawût  xwastiye tiştine giring  ji xwendevanên xwe re zelal bike, lê bi ya me be û mixabin ewî gotara xwe bi ramanên giring têr ne kiriye,lewra jî ew bi zelalî ne hatiye têrkirin .
Dîsan Osman Sebrî gotarekê di bin navnîşana(hevalê çak) de diweşîne;e w hevalê çak;Ehmedê Beravî ye,ew piştî du salan ji nexweşiyê diçe dilovaniya Xweda,O.Sebrî dinivîse:Ehmed ji Kurdên Şamê ye,min ew di sala 1938 an de  li Şamê naskir,Ehmed  bi dilekî paqij  û xurt berê xwe  dabû  riya xebata welêt,di dinê de  armancek  wî  tenê hebû  ko  ew rojekê  welat û gelê xwe serbest bibîne,lê Ehmed zû çû ber dilovaniya Xweda .
 Li gor baweriya Osman Sebrî bi vê kurtegotara xwe li ser jînegeriya Ehmedê Beravî  dixwaze keç û lawên Kurdan bi xwîna niştimanperweriyê aşle bike û tovên mirovperweiyê di xwînên  wan de biçîne.
Osman Sebrî di xelaka duhem de li ser mijara xwe (nêçîr) berdewam dike û ew nivîsara xwe diyarî pêşkeşî Şêxê nêçîrvan Lezgîn axa dike.
Di vê gotarê de;li gor daxwaza sernivîserê kovarê ew dîsan li ser nêçîra kêvroşkan radiweste û ew bi van wateyan dibêje:Nêçîra kêveroşkan bi tajiyan gelek xweş e, ji ber ko çar,pênc salan min ev nêçîr kiriye,ew van agahiyên jêrîn dide xwendevanên gotara xwe;yên ko ev nêçîr ne kiribin, ew welê dizanin ko nêçîr ne hewceyê zanînê  ye û kêvroşkgirtin  tenê  karê tajiyan e,lê ya rast ev e:Zanîn  û serwextiya  nêçîrvan pir pêwîst in,yanê ew tajiyê ko  di destê  nêçîrvanekî  nezan de rojê  du kevroşkan bikare bigre û eger ew di destê nêçîrvanekî serwext da be,ew kane pênc,şeş  kêvroşkan bigre,lê awayê xwedîkirina tajiyan jî,divê hin zanîn jî li nik nêçîrvan hebin.1-Xwarin di heftê de bi kêmasî çar caran  şîranî, çar caran avsîr( ji rûn  yan  ava goşt ,nan) bin  .2-Divê li pişta tajî  cilek  berkulav û germ  hebe.3-Heftê du caran  pişta  tajî bi ava germ û sabûnê  were şûştin.4-Divê birîna tajî hergav girêdayî bimîne .
Lê di pênc mehên nêçîrê de;mehek Payiz,sê meh Zivistan û mehek Buhar,divê nêçîrvan tajiyên xwe girêdayî bihêle û bi tenê rojê sê caran   wan bigerîne û herweha jî Osman Sebrî di vir de li ser awayên nêçîrê jî  radiweste .
Osman Sebrî  xeleka duhem li ser jiyana Napliyon jî di vê hejmarê de  û di bin du navnîşanên  şaxîn de diweşîne.!- Jîna dibistanê .2- Dibistana Biryan  a herbiyê . Ew di jîna dibistanê de weha bû :Napliyon bi sergermî û şerutiya xwe di nav hevalan de xûya bû,ew pir caran bi rê de diçû, gorê wî dadiketin  ser rûyê pêlavê û wî  di xwe re nedidît ko wê hilkişîne jor,Napliyon bi carekê nizanîbû xwe dûzan bike,tevî vê jî ew gelek ji xwe razîbû û tukes di ser xwe re nedidît.
Di dibistanê de herdem destê keçeke heftsalî digirt û bi wê re digerî, hevalên wî bi wî dikenîn û ew dikirin armanca tewz û tinazên xwe,lê Napliyon guhên xwe nedidan tewzên wan,lê gava hevalên wî tinazên xwe pir zêdde bikirina, ewî xwe mîna birûskekê  davête ser wan û yên pêş xwe  mat û şaş dihêştin û  heval ji ber wî direvîn .
Ew zimanê Firansî fêrbû di pişt re di dibistana herbî de xwend û paşê ewî  li Parîsê jî di dibistana herbî de xwend,lê ewî tehlî ji hevalên xwe yên dewlemend didîtin,paşê ew dibe zabit.Jîngeriya Napliyon di vir de kuta nebûye, dûmahîka vê xelekê di hejmara duhatî de jî heye.
Lê di mijara bi sernava (Elemanye û Rohelat) de û bi texmîna me  gotarnivîs dîsan sernivîserê kovarê  ye ;ew  di vir de  dibêje:Çêkoslovakiya ji dewletên Ewropa Navîn e,erdê vê dewletê beriya şerê di  (1914-1918) an de wîlayetine Nemsa û Almaniya bûn, piştî vî şerî Çêkoslovakiya wek Poloniya dewleteke serbixwe bû,piştî konferansa  Mûnixê Hitlir destê xwe  dirêjî Çêkoslovakiya kir, Alemanan ew welat bê teq û req vegirt(zepkir) û ew kirin du wîlayetên xwe.Sernvîser hîn berdewam dike û ew hûrgiliyên din jî di derbara wê rewşa siyasî tîne zimên û ew dinivîse:Îro Çêkoslovakiya,Poloniya,Yogoslaviya û Yewnanistan hevalbendên  sonxwariyan in.Meciristan,Romaniya,Bixaristan Mihwerîn e,Nemsa  di bin nîrê Alemanan de ye, welatê Ernewîtan di bin hikimê Talyanan de ye û Turkiyê hîn bê teref e,lê gotarnivîs li ser rewşa siyasî di  wê demê de hîn berdewam dike û dibêje:Li dawiyê em kanin bêjin ko ev gotara kane bibe cihdereke dîrokî, siyasî ji pisporên  dîrokzanan re . (Hej.18).
Lê di hejmara (19) an de Hesenê Mistê gotarekê bi navnîşana 1- ( yek ji hêmanên vê  cengê  guhêrîna  ba  hawayê) de diweşîne .
2- Qedrî Ferman  mijarekê  bi vê sernavê (Zêrên ko ji bin behrê derxistine)
dinivîsîne.3-Osman Sebrî dîroka jîna Napoliyon(xelek3)diweşîne.4-Celadet Bedirxan di bin navê bavê Cemşîd de mîna nameyekê ji(Eta Cemşîd )re dinivîse û ew di wir de dibêje:Şevê dîn  Sînemxan  Ronahiya(17)  an bi dest ve hate nik min û gote min:Bavo ev (Ronahî) gelek spehî ye.
 Celadet  pirskir; çira ev gelek spehî ye;ma yên din  kirê tin?. Sînemê got: No bavo yên din ne kirêt in;lê di vê (Ronahiyê) de reşbeleka min, reşbeleka Eta Cemçîd heye,ji lewra ev gelek spehî ye,min ji te divêt di her hejmara (Ronahîyê) de ji bona min reşbelekekê  binivisînî.
Celadet  got:Çênabe  keça min, xwendevan  jê aciz  dibin .
Xwendevan kî ne ?
Xwendevan Kurmanc in .
Sînemê got:Hesen Axa  ne Kurmanc e .
Celadet got:Belê ew Kurmanc e.
Naye bîra te,vê paşiyê gava ku ew hatibû Şamê ji te re digot:Reşbeleka zarokan ya ko çêl  li zozanan dikir, gelek spehî ye,ji gotina Hesen axa dixûye ko xwendevan jê aciz nabin .
Celadet: Ez çi reşbelekê  ji te re belav bikim? Û min got  baş e .
Sînem ji min geriya.
 Sînem: Carekê te tiştek ji min re xwend,navê wê  kitêba  Siyamend  e,wê reşbelekê ji min re bide çapkirin.
Li dawiya vê kurtegotarê,Celadet Bedirxan yekser mijareke din  bi sernavê (Kitêba Sînemxanê) diweşîne, ew di vir de ji xwendevanên xwe re dibêje: Gava hon çavên xwe li ser  vê kitêbê bigerînin, heye ko hon bibêjin,ev kitêb ji bo zarokan e,ji xwe welê ye;gelo kî ne zarok e?Heye ko em tev de di babeta xwendinê de zarok in;di nav me de gelek mirovên serê(mezin) hene ko di xwendinê û nivîsandinê de zarok têne hejmartin .
Li wextê berê; me  mêr  û zarokbûn  bi hilgirtina  tifingê ji hev vediqetand
Û eger berê yekî nikanîbû karek bikra,ew mîna zarokekî dihate hejmartin,bi wî re digotin:Ewî hîn tifing hilnegirtiye û bi vî awayî mêr ji
zarokan  vediqetandin,yanê heçî ko dest bi hilgirtina tifingê  dikir,ew ji zarotiyê xelas dibû, yanê ew dibû mêr û ew diket civata mêran û ew di nav mêran de rûdnişt,lê îro di dinya medenî dibêjin, ne welê ye; mêr û zarobûn  bi xwendin û nivîsandinê ji hev têne veqetandin;mêrê ko nexwende ye  û omrê wî  bigehe şêstiyê jî, ew zaro ye; yanê îro li şûna hilgirtina tifingê  em qala hilgirtina qelemê dikin,lewra jî niha piranî ji me zarok in,yanê îro li şûna hilgirtina tifingê,hilgirtina pênûsê ye,divê Kurd jî bîrbibin ko welat bi xwendin û zanistiyê xelas dibe,wezîfa miletperwerên me a pêşîn hînbûn û hînkirin e,Lê piştî van agahî û şîretan,Celadet sernûve vedigere ser kitêba Sînemxanê û ew dibêje: Ev kitêb bi awakî sade û sivik qala gramêrê dike, ji ber ku ta niha gramêra Kurdmancî nîn bû .
Nivîsevan hîn dibêje:Eger min got li şûna hilgirtina tivingê, qelemê hilgirin, meqseda min ne terkandina tifingê ye,qelem û tifing herdu ji me ra divêtin.
Dîsan di vê hejmarê de gotarek balkêş û watedar bi navnîşana (Êzdî û ola wan )bê diyarkirina  nivîskarê wê hatiye weşandin, lê dîsan bi texmîna  me, ew bi pênûsa C.Bedirxan e; ew di vir de dibêje:Tevî ko  der heqê  Êzîdiyan  da heya niha çend kitêbok)hatine nivîsandin jî,a rast kesî xwe ne gihandiye rastiyê,ji ber ko rastî ji ber sebebekê wendabûye,ew sebeb ji heya îro heznekirina  Êzîdyan ji xwendin  û nivîsandinê re  ye,lê Êzîdî Kurdne xwe- rû ne û ola wan îro ji averûya gelek olan bi hevketiye,dema em bawerî û rêzanên ola Êzîdiyan didine ber çavên xwe,bi rihetî tê da şopên olên  Zerdeşt,Mûsa,Îsa û Mihemed tev dibînim,lê ew yekser jî hîn dibêje:Hêjayî pirsîneke dûr û kûr e ko ev  yeka han ji yekî weke min re û xwediyên wan kitêbokan re pêkhatin gelek dijwar e û heke dîroknivîsên Ereban di navbera babilîskên (1-  15)  an de bi tiştên holê mijûl bûbûna;mikûn bû ko îro tiştk ji ola Êzîdiyan zanîne ne dijwarbûna û heya niha ez bi gelek  Êzîdî  û nemaze bi sê Şêxan  re 1-Şêx Heyder.2-Şêx Xidir.3-Şêx Xelef mijûl bûme,lê gotinên sisiyan hev dû ne digirtin, tew Îsmaîl Beg rehmetî bi awakî din gotibûn min.
Dema mirov têveliyên gotinên  her çar mezinên Êzîdiyan dide ber hev,jê ev rastî xûya dibe;ol û baweriya Êzîdiyan ji dest nehatina nivîsanê  ew çend gewherê xwe  ê bingehîn  wendakiriye.
Di pişt van nêrînên ko Celadet Bedirxan bi me dide nasîn,ew  li ser navenda Laleşê ya bi hûrgilî dinivisîne  û gelek cihên pîroz  mîna (Mergeh,Celsa Mîr) û pir tiştên din pîroz,bi xwendevanên xwe dide nasîn.
Di nêrîna me de,em nikanin pir gilûgazinan ji Mîrê Cezîrê Botan,şoreşger û zimanzanê mezin Celadet Bedirxan bikin ku çima agahiyên xwe li ser kevintirîn ola gelê Kurd pir ne dewlemend e,bêgûman sedema yekê bindestiya gelê Kurd û Kurdistanê ye û sedema duhem kêmbûna cihderên zanistî derbarê ola Ezdahiyê di wê demê de ye,lê di serdema me niha de bi sedan cihderên zanistî li ser ola Ezdahiyan bi pênûsên pisporên jêhatî hatine çapkirin û ewan gelek tîrêjên ronahîy avêtine ser ola Kurdan ya kevin.
Dîsan di vê hejmarê de Nêrevan(Celadet Bedirxan)gotarekê di bin navnîşana (pirsa Îtaliya) de bi ferehî diweşîne.Ew di vir de dibêje:Îtaliya bê qeyd û şert teslîm bûye,wek xwendevanên me dizanin  sondxwariyan(hevalbendan) ji bo vegirtina keleha Ewropayê;berî her derê  destê xwe dirêjî Îtaliya kiriye,ji ber ko ev der birca  kelehê  a qelstir e û  di fena cengê de  de; mirov  li cihê neyarê xwe ê qels digere.Li 10 Tîrmehê sondîxwarî(hevalbendan) daketin girava  sicilyayê û bê zehmet  pêş ve çûn û ji ber ko eskerên Taliyanî an direvîn,an teslîm dibûn û di nav çend  rojan
de sondxwariyan(hevalbendan ) nîvê giravê vegirt û Nêrevan  hîn berdewam  dike û dibêje : Vê navberê de Hitler hate Îtaliya û herdu serekên (Mihwerê) bi dorî hev ketin û dibêjin ko Musolînî ji Hitler esker xwestibûn,lê Hitler digot:Li gorî plana erkan herbiyê divêt nîvroyê  Îtaliyayê bête vala kirin û şerê rastîn di xeta Poyê  de bête kirin.Hitler û Musolînî li ser planê bûbûn yek,lê gava  Musolînî ev plan  berpeyî  meclîsa Faşîstan kir,lebatên meclîsê bi piranî ev plan qebûl ne kirin.Lê bi rastî gotara sernivîser di vê derbarê de pir dirêj e,ewa kane bibe cihdereke zanistî û pêbawer ji lêkolînerên dîroka nûjen re.
    9.11.2023
  Dûmahîk heye

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark