Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Lêkolîn: Rola kovara (Ronahî) di pêşketina çand û çapemeniya Kurdî de (1942 1945) Xelek (3)

 


Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

 Gotar di (Ronahî) ,hejmarên (15,16.17) ê de


1-(Dawiya sefer û Împeratoriyeyê),xwediyê kovara Ronahiyê.2-(500000 Firansiz)nivîskar ne diyar e.3-(Veger bi baskekî şewitî),Silêmanê Ferho.
4-(Cindiyê Japanî),Dilawer Çarpîne.5-(Reşbelek ji xwendevanê me ê  bercot ),Erefat.6-(Amediyê û sûlav ) S.Reşîd Amedî .7-(Mînerv ) Roja .
8-(Qewetên keleha  Ewropayê),Hesenê Mistê .(Hejmar 15).


Lê di hejmara (16) an de  hinek ji wan ev in:1- (yên ko dizanin)2- (Qanon û adetên zewacê),Qedrî Ferman .3 -(Beraz û Berazî),Osman Sebrî.4 -(Dîroka jîna Napoliyon),Osman Sebrî.5 -Cejna Kurdan ji taca  Îngilêstanê re (Hesen Şiyar).6-Bi qeflêre li ser riya  Mûrmanskê ,( Xelîlê Kenco ),7-(leklêrk û Firansa şervanî ),Ronahî .8-(Girtiyê  keleha Ewropayê ),nivîskar ne diyar e.
Di hejmara 17 an de 1-(Yohenes Gutênbêrg (1400-1468),Herekol Ezîzan.2-(Nêçîr, nêçîra Hirçan ,nêçîra  keftaran ,nêçîra koviyan , nêçîra roviyan , nêçîra kêveroşkan , nêçîra  masiyan , nêçîra kewan ) Osman Sebrî .3-(Eşîra Zirikan )Hesen Hişyar.4-(Şêxê Berazan çawa firandin ?) nivîskar ne diyar e.
5-(Girava jinan û girava mêran )Evdilezîz Metwar.6-(Dîroka jîna Napliyon),Osman Sebrî. 7-(Bi  ser  kelehê  de girtin û pê li pira wê kirinê) Ronahî .8-(Rê ji ber winda ),M.Beşîr Hesenî .
Emê li jêr li hin mijarên jor vegerin û bi kurtasî hewil bidin; kanî kê çi nivisiye?
Em hemû dizanin şerê cîhanê yê duhem di navberên van salan (1939-1945) de  bûye,gelek dewletên mezin di vî şerî de li ser du eniyên hevdij hevpar bûn1- Hêzên dewletên hevbend .2- Dewletên  navbendî,lê   ev şerê mezin  bi hêrişa  Almanan li ser Poloniya di sala 1939n de  dest pê kirîye.
Lewra jî xwediyê (Ronahiyê) Celadet Bedirxan di gotara xwe ya bi navnîşana  (Dawiya  sefer û Împeratoriyê) de  dinivîse:Şerê Ewropayê  li (1)  Îlona sala 1939 an de  di zikê Ewropayê de dest pê kir  û welê dixuye ko mezeferên vî şerî ên pêşîn li Efrîqayê di erdekî ji Ewropayê  50 kîlomêtrî dûr de,dê winda bikin  û ji xwe winda kirin.
Li 8 Gulanê danezanên  hevalbendan  daye zanîn ko  eskerên  hevalbendan (Îngilîzî,Firansiz,Emêrîkanî ketine bajarên Tunisê û Pîzêrtê,Talyan û Elemanan  ji ber baz dane;hin hêsîr bûne, ên mayîn  kişiyane nîvgirava Bonê;  bi vê  zefera mezin  sefera Efrîkayê ya ko  ji sê salan  de  dom dike  gihaştiyê dawiyê,peravên Efrîka Bakur û peravên behra spî yên nîvro;ji Swêsê heta  bi Cebel Tariqê,tevde ketine destên Îngilîz û hevalbendan û Behra Spî bû golek ji xwînê.  Celadet Bedirxan  hîn pêvajoka  şerê cîhanî  bi hûrgilî  şirove dike û xwendevanên kovara xwe bi zelalî agahdar dike .
Lê Dîlawerê Çarpîne di gotara (Cindiyê  Japonî ) de  dibêje: Li cem me  li Kurdistanê cindiyê Botan heye  û bi mirina xwe  bi nav û deng e û jê re mirina Botanî dibêjin,lê emê îro qala cindîyekî din û mirina wî  bikin, diyaneta japonan diyaneteke ecêb e,li nik japonan Mîkado yanê Împiratorê wan  di yek wextê de  xwedayê wan e jî,ji bona wî dijîn ,ji bona  wî û bi emirê wî dimrin.Nivîskarê gotarê li ser zimanê kapîtanekî Emrîkî  dinivîse: Japanî çiqas bikevin tengiyê jî ,teslîm nabin,gelek caran gava cih  li wan pir teng dibe,destên xwe radikin yan destmaline  spî  li ba dikin,lê ji vê mexsedê  dîsan ne teslîmbûn e, ew pê neyarên xwe dixapînin.
Dîlawer Çarpîne hîn li ser zimanê kepîtanê Emêrîkî berdewam dike û dinivîse: Di 27 Şibatê de deh  japanî li me qelibîn, gava me çav bi wan kir,em li erdê pehn bûn, beriya wan, me  dest bi agirkirinê  kir, bi japoniyan re tifingine timatîk hebûn,japaniyan xwe dane ber daran û li me vegerandin û her bi vî awayî  berpirsiyrê Emêrîkî pesnê  leşkerên japaniyan dide.
Lê Qedrî Ferman dixwaze di gotara xwe( Qanon û adetên zewacê) de li nik hin miletên biyanî bide nasîn, ew weha dinivîse :
1-Li  welatê  Eskîmoyê  de heke mêr li jina  xwe xist,jinik  dikare  telaqê bixwaze,heke  jinikê  deng ne kir,  diya jinikê  dikare keça xwe ji mêrik bide berdan .
2- Li Çînê; heke mêrik  li jina xwe xist, li gora adetê,mirovên jinikê li pêş mirovên mêrik  ve  heyşî  çovî li wî didin .
3- Li nik Hindiyên sor yên Emêrîkî; herçî  zarokê ko ji diya xwe li şûn  ko bi serî ve bê, bi lingan  ve  hat,wî  dikujin  ji wan ve, ew zarok çîft e.
4-Xelkê  Romaniyayê gelek caran  li hêviya  roja dewatê  namînin  û beriya wê  bi heftekê  zave  bûkê direvîne .
 Wêjevan û siyasetmedarê nasdar Osman Sebrî li ser jiyana Napoliyon Ponapert dinivîse:Ez  dibêjim  tu xwendevan  nînin  ko navê Napoliyon ne
bihîstine,lê gelek ji wan dîroka jîna vî serdarê mezin bi zarê Kurmancî     nexwendine ji ber ku û xasima ji gelparêzan re şîretnameyeke mezin e.Osman Sebrî  çend bendan(xelekan)li ser N.Ponapert diweşîne,ew dibêje:Min ji dîroka N.Ponapert gelek sud dîtine û ewî  ramanên nû  êxistine serê min.
Dîroknivîsên  hemû miletan  der heqê  N. Ponapert gelek tişt nivîsandine, ji van dîroknivîsan her yekî Napoliyon bi awakî daye nasîn,bi çavên hinekan,ew dêwekî welê zorbaz bûye ko textên Şah û Padîşrhan  hilweşandiye û bi  milyonan mêr dane kuştin … ,lê bi çavên hinekan, ew Melekek ji Melekên xwedê bû; ji bo ko Firansizan ji bela serxwebûnê bifilîtîne hatibû  şandin.O.Sebrî hîn dibêje:Li dawiyê gotinên li ser Napliyon  hatine   kirin  nabin yek.
Lê Xelîl Genco di gotara xwe ya bi navnîşana(Bi qeflêrê li ser riya  mûrmanskê de ) dinivîse:Îngilîz û Emêrîkanî ji hevalbendê xwe Ûrus re  nemaze  bi du riyan  çek  û cebirxanan  dişînin,li nîvro di Xelîca Faris re û li Bakur di bendera Mûrmanskê re û zabitekî Emêrîkanî bi navê  Norman  Adams yê ko  çend caran  bi wan qeflan re  çûye û ewî gotiye: Di hewake xweş de me da behrê tu talûke û teşxele ne dihate bîra me,gava em gihîştin  avên  Eyslandayê  zabitekî Îngilîzî bi xwînsarî gote me du rojan em bi selametî çûn di roja siyan de îşareta xeterê dane me,di nav ewran re balefireke Almanî derket û di ser me re geriya,lê balefirê nêzîkî  li me nekir û vegeriya nav ewran.
Gava  hicûma pêşîn dest pê kir; ez di oda xwe da bûm,sê balefirên Almanî bi ser me de girtî bûn û bera me didan û topên berbalefirê li wan vedigerandin.   
her du alîyan  agir dikir,ji alîkî agir bi hewa diket,ji aliyê din ber bi jêr dibû,gava ez li xwe zivirîm,min dît bombe bi temamî li alîkî vapora me ketibû.Bi vê rengî gotarnivîs panorameke gîştî li ser vê cengê ji xwendevanên xwe re berçav dike .  
lê; sernivîserê kovarê di gotara xwe ya di bin navnîşana (Girtiyê  keleha  Ewropayê de)dinivîse:Hinan gotibû ko Hitler Napoliyon e,Napoliyonê Almanî ye,Napoliyonê  sedsala bîstan e,hin dibêjin ko Hitler bi xwe  jî  di fikrê de ye, ewî jî bawer dikir ko Napoliyon  di wî de vejiyaye.
Herçî tarîxa cengên  dinyayê xwendine qenc dizanin  Napoliyon  çi serdar, çi Dehakê  eskerî bû, Napoliyon sê  tiştên mezin  dabûn  ber bi  çavên xwe:
1-Ber bi rohelê  fireh  bûn  û şikestina  ordiwên Rusî.2-Hakimîyeta Behra Spî, bi destxistin û vegirtina Kişwerê Misrê.3-Li behrekê 35 kîlomêtran  dirêjbûn û şikastina Îngilistanê,Napoliyon gihîşte Moskoyê. Napoliyon  derbasî Ffrîqayê bû û beriya ko  dirêjî Qahre bike li ber  Ehramên  Firewnan  sekinî.Napoliyon stolek da çêkirin,berê xwe daye Birêtaniya,lê pê erdê  Îngilistanê  ne kir. Napoliyon  gihaştibû  du armancan .1-Ketibû Moskoyê, 2- Û Kişwerê  Misirê .
Lê Hitlir Çi kir ?  Piştî sefera Firansa  Merîşal  Gorîngg qerargeha xwe li peravên Manşê danî,plana ko li Berlînê hatibû çêkirin raxiste erdê û bi dûrebînê temaşe  giravên  Îngilîstanê kir,plan û kirde li hev  dernediketin.
Napoliyon jî nikarîbû derbasî  Îngilîstanê bibe,Hitlir pirsa xwe bi serdarên xwe xist û ew ji cerbandinê jî geriya, bi bombebaranên hewayî bes kir,Londinê  xerabezar bû, lê can û giyanê Îngilîzan  ji piyan disekinî.
Gotarnivîs hîn dinivîse:Napoliyon ketibû Moskoyê,lê  di 22 ê Hizêranê, sala 1941 ê de  bi seriyê sibehê  ve Hitller emir kir eskerên xwe û got: Armanca we Mosko ye, Uris  dişikestin ,lê di şikestinê de jî berxwe didan.
Ordiya Hitlêr  a birûkîn  gihaşte ber deriyên  Moskoyê,Uris lê vegeriyan  û bûska Hitler di xwîna xwe de vekûştin, Rusan; Aleman bi şûnda avêtin û Hitler neket Moskoyê.Hitlêr ji roja ko hikim xistiye destên xwe,dest bi karbûnê kiribû,fabrîkeyên Alemanî  ji hîngê ve hacetên cengê çêdikirin û roja  ko şer destpê kir, nemaze di sefera Firansê de, mezinahiya haziriya  Alemanan xûya kir .

Di  wê seferê de  piraniya  tang  û balefirên Alemanî û  ordiwa Firansî  şaş kir bûn  û hevalbend  di gelek deran de dişikestin.
Hitler dixwast zora dewletên  mezin bibe  û dinyayê vegire, gava jê ne hat, ew di kelehekê de asê bû, bi ya me be  rewşa Almanan  di kelhê de  wek  telîsekê  genim  di enbarekê de  ye; heke êrişvanî  enbar ne şikand û telîs  bi dest ne  xist, mişkên  dora  enbarê wê telîsê  biqetînin û genimê wî  hebo, hebo dê bixwin . (Hej.16).
Lê di hejmara (17) an de  Herekol Azîzan (Celadet Bedirxan) li ser jiyana navdarekî Alman (Yohanes  Gutenberg) dinivîse: Ew di salên  (1400-1468) de jiyaye,lê li gor me di jêderên fermî de şopand, ew di sala (1398) an de  ji dayik bûye û di sala (1400) î de koça dawiyê kiriye .
Agahiya herî giring  ko Celadet Bedirxan  bi xwendevanên kovara xwe dide nasîn ko Yohanes Gutenberg zanista çapkirinê pêşda daye û ewa nûjen kiriye.
Herweha jî nivîskar û rêzanzanê  gewre Osman Sebrî mijareke gelek  dirêj  di bin navnîşana NÊÇÎR de di vir de dinivîse:Ewî gotara xwe li ser çend navnîşanên jêrîn dabeş kirine 1-Nêçîra Hirçan .2-Nêçîra Keftaran.3-Nêçîra Koviyan.4-Nêçîra Roviyan.5-Nêçîra  Kêvroşkan.6-Nêçîra Masiyan .7-Nêçîra Kewan .Osman Sebrî  dibêje:Li welatê Kurdan nêçîr û nêçîrvanî tiştekî welê ye ko her kurdek pê dizane,çawan Kurd bi ceng û şerkerî hatine nasîn, welê jî  bi nêçîrvaniya xwe dilgeş in, li Kurdistanê nêçîr û nêçîrvanî li goreyî  cih û eşîran tê guhartin .
Lê Hesen Şiyar mijarekê di bin navnîşana  (Eşîra Zirikan)li Kurdistana Bakur    de dinivîse û wê li ser van  sernavên şaxî parve dike:1-Pergal û adet û hatinên wan.(zad û genim),(pergala wan),(adetên wan).2-Zirikanê Diyabekirê an Entaxê. (Zirkanên Hezro),(pergala deştê ),(cexrafiya  vî welatî).
H. Şiyar  li ser vê eşîra mezin  xwendevanên kovarê agahdar dike û dibêje: Zirikan li Kurdistana Bakur dibe pênc kerî(şax),ew li 25 gundan û panzde  gomên banekî; yanê cihê pez  û cot  hene,pezên Serhedê  yên sor bi nav û deng in,rûnê  Ezaromê  tevaya Kurdistanê û Anadoliya têr dike û ew berê dihate Şamê jî,li Serhedê hesp timî li mêrgan diçêrin,tacir ji Diyabekirê tên wan dikirin .
H.Şiyar hîn li ser hin adetên wan jî  dinivîse: Mêr bi şal û şapik,kejî û piştên
ecemî ne,jin bi şahr û kofî ne, fîstan  û xeftan, zêr û kember in,lê stranên Kurdî jî pirên wan ji Serhedê  ne,keç û xurt  di dîlanê de destên hev digrin, keç û xortên Serhedê bejindirêj û çavreş in,li vî welatî qîz û xort  di 12 salan de balix dibin.Bi gelemperî nivîsevanê vê gotarê pir aliyên civakî; rabûn û rûniştinên vê navçeyê bi xwendevanên xwe dide nasîn, ev pêzanînên berfereh kanin ji civaknasan re bibin çavkaniyek zanistî.
Evdilezîz Metwar jî di vir de  gotareke pir hewasker bi navnîşana (Girava jinan û Girava mêran) dinivîse:Ji xwe adetin hene,divê bêne  xerabkirin,wek adetên (Girava Pesîfîkê ).Bi rastî naverokên van herdu giravan bala me  pir kişand,lewra jî emê bi kurtasî naveroka wê jî li vir bidin diyarkirin .
Evdilezîz Metewr dibêje:Berîya niha bi pêncî salî,wextê ko mibeşir yên Ewropayî li giravên Pesfîkê yên gir û hûr belav  bûne, ewan di wir de  adetên xerîb dîtine. Di Girava  Pasifîkê de du girav  li rex hev hebûn û ew herdu girav bi heft (KM) an ji hevdû dûr bûn;di van herdu giravan de qewmek dijî û li gor adeteke kevin, jin tenê di giravekê de bûn û mêr tenê  di giravkê de bûn yanê; jin û mêr ji hevdu cuda bûn.Eger xortek dixwast bizewice,hevalên wî ji wî re cejnek çêdikirin û paşê ew dibirin ber behrê û ew davêtin behrê,ewî bi melevaniyê xwe digihand girava jinan,girava  jinan bi zinarine bilind û asê dagirtî bû,lê bi tenê cihekê nizim û qulêr hebû, xurt di wê qulê re hildikişiyan û derbazî  giravê dibûn û ji xwe re keçikek  dibjartin û li gel wê dîsan bi melevaniyê vedigerîn girava mêran û eger jinan zarok ne dihanin,mêran ew  dîsan vedigerandin girava jinan û mêran ji xwe re keçên din vedibjartin û eger jinan keç bihanînan û keç bi ser lingan ketina û ji şîr  bihatina vekirin,bavên wan ew dibirin girava jinan,rewş bi vî rengî dom dikir,tanî ko rojekê ji van qewmî  xortek bi navê Arwa derket holê,Arwa gihaye dema zewacê, hevalên wî ew avêtin avê,ew bi melevaniyê çû girava jinan,ew di nav pîrekan de rûnişt û bi wan re digot:Hûn çawa qebul dikin ku hûn tenê bijîn û li hêviya me bimînin da ko yek ji me  were  yekê ji we bineqîne û ji xwe re bibe û piştî çend salan dîsan wê vegerîne girava wê, gotinên Arwa diketin serên jinan , ew rabûn destên xwe dan destên Arwe û qola ko mirov tê re derbazî giravê dibûn,jinan bi keviran  nixûmamdin , heftak hîn derbaz ne bûbû, Arwa hîn venegeriya bû
girava xwe, xelkê girava mêran berê xwe dan girava jinan, lê  qula giravê hatibû  girtin, vê carê hemû jin bûne jinên wî,belkî ewî ev tişt ji bo xwe kiribe,ew li asêgehekê sekinye û xwe ji cengê re amede dike.
Sih,cil sal derbaz bûn,Mibeşir gihaştine herdu giravan,lê di girava mêran de ji bilî hin pîr,kokim û çend mirovên nexwaş  tu kes ne dîtine,girava jinan şên bûbû û  ew bi kêfxwşî dijîn,xelkê giravê zehf bûbû ,lê ew hemû ji bavekî bûn,ango  ew ji Arwayê asê bûn.
Osman Sebrî  di vê  hejmarê de jî li ser  jîna Napoliyon berdewam dike û ew li ser malbata Bonapert dibêje:Malbeta Bonapert ji  malbeteke  Talyanî ye û demeke dirêj  di girava Korsîkayê de  bi cih bûbûn,ew di pêşiya xelkê giravê de bûn,lê ew bi mal û dewlemendiya xwe hinekî bi şûnda ketibûn, Karlo bavê Napoliyon  ji (19) saliyê  de  bawernama advokatiyê istandbû û di wê salê de jî bi keçeke panzde salî re zewicî.Napoliyon li paytexta giravê,bajarê  Ejaksiyoyê di (15) Tebaxê, sala 1769 an de hate dinê, birayê wî jozêf ji wî mezintir bû.Karlo û Lêtsiya bîst salan bi hev re jîneke berxudar ajotin û heyşt zarok wan hebûn lê Napoliyon kurê wan  yê duhem bû,bavê wî zû dimre, diya wî belengaz dibe, ewa dere cem tiyê xwe, lê tiyê wê jî dimre .
Herweha jî Osman Sebrî  di bin navnîşaneke kurt de (biçûkiya Napoliyon ) hin agahiyên sudar  bi xwendevanên kovarê dide nasîn .

   Dûmahîk heye
    26.10.2023


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark