Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Mihrecanê Wolfsburg yê Helbesta Kurdî (Helbest û Rexne)

 


Ebdûlazîz Qasim

Duhî, bi hilkefta 39hemîn salyada koça dawiyê ya Mamosta Cegerxwîn, bi berheviya hijmarek ji helbestvan û nivîskarên kurd yên Rojavayê Kurdistanê li derveyî welat û bi piþtgiriya Komeleya Rewþenbîrî ya kurdî li Wolfsburgê, mihrecanek bi rêkûpêk yê Helbestê bo saxkirina salyada koça dawî ya Mamosta Cegerxwîn, bi amadebûna hijmarek ji helbestvan û kesayetiyên kurd ji wan nivîskar, hunermend, rojnamevan û kesayetiyên civakî û herwisa bi amadebûna Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya jî hate lidarxistin, û têde çend helbestên kurdî ji aliyê çend helbestvanan ve hatine xwendin, zêdebarî çend peyv û stranên kurdî jî hatine pêþkêþkirin,


ku têde û li gorî dîtinek rexneyî ku çend helbestên ciwan û bi astekî bilind hatine pêþkêþkirin, ku bi rastî dengê helbesteke kurdî ya ast bilind hate bihîstin, û bêhna wan digel mûzîka kurdî wekî bêhn gulavê û bêhna gul û sosinê bihara kurdistanê di hola mihrecanê de fûrî û belav bû, û dikarim bi kurtî amaje bi dû xalên girîng bikim; yekem, her wekî me di pêþiyê gotî; ku çend helbestên ciwan hatin xwendin, lê ya herî giring bi dîtina min, ku di dawiya mihrecanî de, wekî destpêþxeriyekî ji aliyê komîta amadekar û helbestvanên beþdar ve, dazwaz ji mamosta Sebrî Resûl hate kirin wekî nivîskar û rexnevan ji bo rexne û têbîniyên xwe pêþkêþ bike, ku bi rastî vê yekê gelekî bala min kiþand, ku komîteya amadekar û helbestvan bi xwe bi dilekî fireh dergehê xwe rexnekirin û nirxandina berhem û karê xwe vekin!


Ji ber ku ez bi xwe jî li mihrecanê amadebûm û min ti rexne pêþkêþ nekirin lewra dikarim bêjim; min bi mihrecanek serkevtî dît û bi tenê hêviya berdewamiyê ji wan re dixwazim û destxweþiyê li her kesekî dikim yê ku dest heyî di amadekirina vê çalakiyê de û hêviya serkevtinê bo wan dixwazim.
Münster 23.10.2023
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark