
Konê ReşDi sala 1963an de, temenê min dor 10-11 salan bû. Bi tenê radyoya me li gund hebû. Antêla wê li ser odê bû, betariya wê mezin bû, gelek caran problemên wê çêdibûn; tayê wê diqetiya, lempeyên wê dişewitîn.. Bavê min an apekî min dibirin Qamişlo cem Papazyan, yekî ermenî bû, hosteyê çêkirina radyoyan bû, çê dikirin û vedigerand. Ew radiyo di odê de li ser refikekê danînî bû, ku vemirî ba, paçek bi ser de dadikirin da ku toz negire û paqij bimîne.
Oda me ji zilamên gund û mêvanan vala nedibû..
Zilam li ser du rêzên kulavên himberî hev, hin çarmêrkî rûdiniştin, hin
pala xwe dida palgehan û di nav axafinê re çixare ji qutiyên xwe
dipêçan.. Dûyê çixareyên wan bi ser serê wan de bilind dibû û di nav re
her yekî pesnê tûtina xwe dida.. Hina digot; tûtina min a Xursa Navê ye,
lê hinekî sert e, hina digot ya min a Nihê ye, lê hinekî yewaş e.. hina
li wan vedigerand; tûtina Mûşê ji tevan xweştir e.. Û bi kişandina
çixareyan û vexwarina qehweya tal re axaftinê ji aş û bajar, Serxet û
Binxet û nûçeyên şoreşa Barzanî û pêşmergeyan destpê dikir..
Min û
birayê xwe (Remezan), yê ji min biçûktir, di nav xizmeta wan mêvanan re,
me bi wan re li van êzgeyan guhdarî dikir; Yêrîvan an (Yêrîvan xeber
dide), (Pekî Îran), (Kermenşah), (Qesra Şêrîn), (Êzgeya Kurdî li Bexa),
(Beşê Kurdî li radyoya Qahîreyê). Lê ji tevan bêtir, wan zilaman li
(Dengê Kurdistana Îraqê), guhdarî dikir. Her sibeh û êvar bavê min,
mirov û cîranên me di demên taybet de li Dengê Kurdistana Îraqê guhdarî
dikirin, da ku saloxên Şoreşa Mele Mustefa Barzanî û pêşmergeyên wî
zanibin..
Tevî teşwîşê û nezelaliya dengê radyoyê û nefêmkirina wan
baş ji nûçeyan re, piştî ku nûçe bidawî dibûn, her yekî ji wan zilaman
li gor hezkirin û dilxwestina xwe ji pêşmergeyan û Barzanî re, pesnê wan
didan û kêfxweşiya xwe bi germî ji Şoreşa Barzanî re tanîn ziman û ji
hev re digotin; îro pêşmegeyan wêranî û afatî bi serê cêşa (Artêş) Îraqê
de aniye.. Mêr wek wan nîn in.. ku kesî me hebe Mele Mistefa Barzanî
ye.
Gelek caran bavê min ji wan zilaman re digot: Min nav ji navê
Mele Mustefa Barzanî xweştir nedîtiye.. Ji ber wê hezkirina wî ji Mele
Mustefa Barzanî re hez Mele Mustefayê Hilêliyê jî dikir.. Di sala 1966an
de, dema ku birayê min î navê çêbû, navê wî kir (Mustefa), ji eşqa navê
Mele Mustefa Barzanî re.
Xelkên gund bi germî hez Mele Mustafa
Barzanî û pêşmergeyên wî dikirin.. çîroka serhildana wî li ser zardevê
xelkên gund bû.. Xortên gund divîbûn bibin pêşmerge û ji hev re digotin;
ji bedêla ku em leşkeriya rêjîma Sûriyê bikin û di eniyên şerê Cihûyan
an di qaçaxiya li ser vî sînorê di navbera Serxet û Binxetê de bi gule û
mayînên Tirko bêne kuştin, na, bela em di ber Mela Mustafa Barzanî de
bêne kuştin, çêtir e.. Ma Abdulselam Arif çi dozê li Mela Mustafa dike..
Ew jî misilman e.. Bi Xwedê ji wan misilmantir e.. dixwaze di mala xwe
de, bi xelkên xwe re bi selametî bijî.. Ma çi dozê lê dikin..?!
Wek
ku min gotiye xortên gund jî, doz li bav û birayên xwe dikirin ku herin
Şoreşê û bibin pêşmergeyên Barzanî. Yek ji wan apê min Mihemed bû, ku
niha bûye Hecî Mihemed. Wî, ji bavê min re digot; Keka! ji min re
tivingekê bikire ez ê herim bibim pêşmergeyê Berzanî. Şikriyê Berfo jî,
ji bavê xwe re digot; Yabo! Tivingekê ji min re bikir ez ê herim bibim
pêşmerge.
Hingê nû min û birayê xwe, navê pêşmergeyan dibihîst û ji
ber pesindana zilaman ji mêraniya wan re, me di nav xwe de wateya navê
pêşmerge wiha şirove dikir û ji hev re digot: Mêr mêr e, lê pêşmerge
yanî ewên ku li pêşiya mêran e.. Anku ji mêran mêrtir in.
Ne ku
xelkên gundê me tenê di vê rewşê de bûn, belê piraniya gundên kurdan li
Cizîrê di vê rewşê re derbas dibûn. Morala Kurdan bi wê şoreşê gelekî
mezin bû û hêviyên wan pê bilind bû.
*- Ji pirtûka min bi navê: Ji Evîna Rojên Kevin: (Beşek ji romana jiyana min/ 282 rupel e). Amade ye ji çapê re.
Qamişlo 16.8.2023
