Ebdussemed Mehmûd
Qamiþlo 12.08.2022Ez ê vegerim û bawer im ku þûnwarên te dîroka min e, ez ê vegerim þevê û riwê heyvê ramûsim , ez ê vegerim li ber pencera evîna te çirisk bidim û tîrêjên xwe bavêjim, mîna roka sibê,
Bi baweriyeke xurt bi vegerê tevlî ku tariye, lê bawerî û dîrok û heyva ronîdar moralan xurt dike ku vegere, wesa jî poþmanî xwe di nav tîpên hêviyan de vediþêre.
lê çawa ku penaberiya ji welat dibin zext û fiþaran de hat, ku hiþte Evîn jî bibe penaber...bê çawa bandora xwe li her tiþtî kir ? Evîn jî di koçên penaberiyê de, di nav pirs û pirsiyariyê de winda bû!
girêdana penaberiyê bi hev ve, welat û evîn, vêna baweriyê dûpat û rewa dike.
Di vê deqa wêjeyî de , nivîskar Fatima Yûsiv hizr û ramên xwe kom dike û
li moxila dîrokê dixe, hewl dide ku xewnan bihûne û wan ber bi
jîwariyê ve bajo, lê bitirse ku sînga evînê li ber hêviyên dilþewat
girtî be!
Ev pexþan bi pênûseke dilsoz hatiye ristin, ku derberîna
hêvî û êþên rojane dike, xwe li bejna baweriyan dihûne, bi zimanekî
resen û peyvên nazik Fatima hizr û ramanê xwe diyar dike.
Heger em li
hember deqê rawestin, dê bibînin ku mîna tabloyeke þêwekar bi rengan
daxive, peyvên nazik û evînê di nav têlê mûzika dil re dibûrin, û di
dawiyê de tabloyeke hevgirtî ji hêviyên xwe bi baweriyan distirê mîna
balindeyê ku ji bilî hêlîna wî war jê re nîne,
Fatma tevlî ku carna
di nav peyvên bêhêviyê de noq dibe, lê baskên xwe ji çibpikên giravê
paqij dike, baweriya xwe bi welat, bi dîroka evîna xwe nû dike.
Ku vegere û divê vegere ji bo ku li ser lêvên dapîr û bapîran semayê dike.
((Hemêza Þevê))
Fatima Yûsif Mihemed
Hewlêr 10/8/2022))
Tu cudahî di navbera
Koçberî yê de nîne
Duh ez koçberê welatê xwe bûm
Îro koçberê evîna te me
Lewma dixwazim vegerim
Hembêza þevê
Ta ku rûyê heyvê ramûsim
Belkû ne hêle û razî nebe
Dixwazim vegerim
Ji bo liber pencera evîna te
Rawestim
Mîna roka sibê
Dixwazim vegerim
Ta ku di nav xewnên te de xwe Bigevêzim
Axxxxxx
Wê çendî xweþ be ku tu disan deriyên Çavên xwe ji min re veke
Wê çendî xweþ be
Ku tu bihêle di nav baxên singa
Te de dîsan þîn bibim
Erê erê
Her hêvî dimînin hêvî
Lê her bawer im ezê vegerim
Her hêviya min ew e
Ku ezê vegerim
Lê hêvî her di mînin hêvî
Bawer im dastana evîna me
Wê bimîne dîrok
Wê bimîne mîna çîrokên bav û kalan
Li ser zimana bên hûnandin
Ez bawer im ezê vegerim
Ji ber her teyrek li þûnwarên xwe Vedigere
Dilê te ew hêlîna evîna min e.