Rêber HebûnHevgarî di romanê de şêweyek e ji derbirînê ye têde romannivîs behsa buyerekê dike girêdayî ye bi cih û demekê ve, armanc jê çareserkirina hinek kêşeyên ku di civakê de qewimîn û çêkirina bandorkirinê li ser hest û hizrê xwendevanan, lê mijarê yê nivîskar Luqman Silêman di vê romanê de zelal kiribû siyasî û mirovî ye, têde behsa buyerek e hevgarî li ser rehnî nehatibû danîn, û nehatibû naskirin li cem gelek kesan, komkûjiyek e di dermafê hinek kesên sivîl hatibû pêkanîn , li gundê Cirnikê kêlek Qamişlo.
Dîroka vê kuştarê 1980 ye, pelgenameyek e dîrokî girîng e ji bo
nifşê bê , û herwiha dibe bingeh û lêveger û jêderek î ji xebatek e
lêkolînerî û jidil , helbet min di serî de vê romanê bi hevgarî binav
kir û peyvê hevgarî ( Tiracîdî) ji peyvek e Yonanî pêktê ( Tragoidia) û
wateya wê peyvê (Strana bizin e) û wisa hatibû binavkirin ji ber ku
şanogerên Yonanî çermê bizin li xwe kiribûn dema ji kesayeta Satîr re
(Satyr) lîstikvaniyê dikirin a girêdayî bi hijmarek xwedawendên Yonanî
yên kevin.
Û ev roman dikeve di hurgiliyên jiyana kesayetan, û
hest û nerînên wan dişopîne bi awayek e şanogerî, di nav her kesayetekê
ve destara êş û hêvî dizîvir e, nivîskar ronî daye li ser çawaniya dan û
standinên mirovî berî mirinê , û rewşa tirs û matmayîbûnê yên di nav
mirovê bendewar de dimînin, taya xwe bi wan digrin, li benda rojên ne
diyar in, xalek balkêş nivîskar nîşan dide, û ewa mêranî û merdiya
mirovê kurd yê ji gefxwarina êrîşkeran berî komkûjiyê netirsiya û li
kêlek mîvanê xwe sekînî, û baca vê yekê ji xwîna xwe û malbatê dabû, lê
ev komkûjî tevî ku ji gelek kesan ve nehatibû nasîn û ev vedigere ji
paşguhkirina kurdan ji ezberkirina vê yekê, wek tê zanîn ku her partiyek
e kurdî serîkî digre, tenê behsa hevalên xwe dike, wek ku ew tenê kurd
bin û ji bilî wan kurd nîn in, an wek ku ew tenê di gerdûnê de hebin,
wisa buyerê ku xwîna kurdan têde bi erzanî dihatibû rijandin ne ji meraq
û baldariya wana bû , lê nivîskar Luqman Silêman di beşê destpêkê heta
bêhtir nîvê romanê behsa rûniştin û civata hevalên partiyê di wê mala ku
lê bûn e mîvan dikir, û şêweya derbirînê wisa dûbarebûyî hatibû
xêzkirin, bi awayekî pevbendî.
Lê babeta pesindayîna êrîşkeran û
rengê qurbaniyan û ew gotûbêj di navbera nivîskar û ew kesê ji mirinê
filitî , dawîkirinek e balkêş û bi bandor bû , û herwiha zimanê romanê
tenik û diyar bû, û wek pêdiviye em binav bikin , ku ev roman yekem e ji
romanên wê yên li dû vê derketin mîna Şengalê û vîna evînê , nivîskar
bêhtir rol da gengeşeyê û cih û kuştin bala wî bêhtir biribû, ji derveyî
vê komkûjiyê tiştek din nebû, hemî kesayetên romanê li cihekî tenê bûn
li wê gundê sînorî yê bakûr û rojava ji hevdû vediqetîn e .
Roman
behsa bizdana xelkê û bêdengiya dewleta Sûrî dikir û nasnama êrîşkeran
bi dawiya vê romanê ji aliyê kesê maye sax bi nav hatibû aşkerekirin,
hemî kurd bûn, êlperest bûn , hatibûn e tola xwe ji hevalbendên vê
partiyê bistînin, bi hêvotina dewleta Tirkî û hêsankirina rê ji aliyê
wê ve .
Xemsariya rêxistina Kawa û hîştina xwîna hevalên xwe li
erdê û pir ji endaman dev ji kar berdan yê karê qeçaxiyê kir û yê bazda
Ewrûpayê ev jî dawî encama vê rêxistinê ye , yê nikaribû li ser linga
bimîne ji ber ew zora dijwar ji aliyê Turkiyê ve.
Roman têkildar e
bi wêjeya rewşanî yê kevin û komkûjiyê vegûhêzandî ye bi rengekî giştî ,
nivîskar xwe bêalî kir di vê romanê de, rê da bûyerê xwe pesindan û
aşkere bike, tiştekî an ramanekî ji cem xwe ve lê zêde ne kiribû, lê
rehnî dayîn li ser vê komkûjiya reş bi xwe karekî cihê rêz û spasiyê ye,
hewil da bi rêya vê romanê cihê qelsiya ne bîranîkirina vê kuştinê ji
aliyê tevgera kurdî dagir e, û li vir helwesta nivîskarê wêjeyî zelal
kir û rola wî ji ronîkirin û piştgiriyê gel û êşên ku bi ser de hatî bi
derbasbûna dem û dewranan .