2-Kovara (Hawar)),du hefteyî bû, (57) hejmar di salên (1932-
1943)an de li Şamê hatine weşandin; ewa koverek siyasî, wêjeyî û civakî
bû, sernvîserê wê Mîr Celadet Bedirxan bû .
3-Rojnama (Roja Nû
),(73) hejmar di salên(1943-1946) de,heftane li Bêrutê derdiket; ewa
rojnemek pirtir siyasî bû, sernivîserê wê Dr.Kamuran Bedirxan bû û ewa
jî di vir de mijara lêkolîna me ya bingehîn e.
4-Kovara (Hataw),
(188) hejmar di salên ( ……. -1960 de ) li Hewlêrê û di heyvekê de sê
hejmar derdiçûn, ewa civakî, rewşenbîrî bû, sernivîserê wê zimanzan Giyo
Mukiriyanî bû .
5-Kovara (Hewlêr), di salên (1970- 1973) de li
Hewlêrê mehane derdiket, tenê (11) hejmar ji wê ronî dîtine,ewê li ser
çalakiyên bajêr nivîsar diweşandin, herweha jî nivîsarên wêjeyî jî di
wir de hebûn, sernivîserê wê Muhemed Mewlod bû.
Em li vir dixwazin
tenê li ser naveroka rojnama (Roja Nû) rawestin û rola wê di pêşketina
tevgera rojnmegeriya Kurdî de berçav bikin.
Rojnama (Roja Nû)
duzimanî ,1-Kurdî 2-Firansî û heftane bû, ewa li Bêrutê bi( 4) rûpelan
û carna jî, ji (4 )rûpelan kêmtir bûn , ji vê rojnamê (73) hejmar bi
serpereştiyê wêjevan, zimanzan û siyasetmedarê navdar Dr. Kamîran
Bedirxan dihate weşandin,em di vê lêkolînê de tenê li ser behemên bi
zimanê Kurdî radiwestin,
Rojnama (Roja Nû) di bingeha xwe de mîna
rojnamek siyasî ji dayik bûye, lê di rastiyê de pir mijarên wêjeyî û
nûçeyên şerê cîhanê yê duhem jî di wir de cihên xwe dîtine.
Wek me
nivisiye; (Roja Nû) rojnamek siyasî bû, lewra jî ewê nûçeyên şerê cîhanê
yê duhem jî û helwestên (Eniya Dêmoqrat) û (Eniya Faşîst) di nav
rûpelên xwe de pir weşandine û bê guman ewê piştvaniya(Eniya Dêmoqrat)
dikir,herweha jî ewê giringî daye ser rewşa Kurdistana Başur, Kurdistana
Rojhilat û hin caran jî ewa li ser rewşên Kurdên Libnanê û
Kurdistana Rojava jî rawestiye.
Em di nav rûpelên (Roja Nû) de
şirovekirina Qurana pîroz jî dibînin û em wergerandina romana (Welatê
Zembaqîn gewr) ya nivîskar Girîgorî Pêtrof bi çend xelekan bi
wergerandina Qedrî Can dixwînin.
Hejmara yekê di (3.05.1943) û ya
dawiyê di (13.06.1946) an de ronahî dîtin,ji hejmara (1 ê-12)bê
dembirîn di rojên Duşeman de derdiketin.
Hejmarên (12-13) bi hev re
derketin û hejmara (14) ê, piştî (2) heftan hate weşandin, lê ji hejmara
(14 -23) an heftane di roja Duşemê de dihatin çapkirin.
(Roja Nû) ji hejmara (1 ê-49) an sê rûpel bi zimanê Kurdî, tîpên latînî bûn,
û
(1) rûpel bi zimanê Firansî bû û ji hejmara (49-71) ê de, hejmarek bi
Kurdî û hejmarek bi Firansî bû û hejmarên (72-73) bi hev re derçûn, du
rûpel bi zimanê Kurdî û du rûpel bi zimanê Firansî bûn.
Em kanin naveroka vê rojnamê parve çend beşên serekîn bikin:1-Gotar.2-Wêje.3- Nûçeyên cîhanî,4- wergerandin.
Lê em dixwazin di vê xelekê de tenê li ser naverokên gotar û çîroka Qedrî can di (Roja Nû)de rawestin.
Di
hejmara (1)ê de;Celadet Bedirxan gotarek bi navnîşana (Merhele)
dinivîse, ew di wir de dibêje:(Di jiyana miletan de; merheleyin hene û
miletê ko dixwaze bigehe tekûzî û medeniyetê û wan li xwe bike,jê re
divêt bide reya wan merhelan û bi wan merhelan re re derbasbe.
Gelo
miletê Kurd daye pey wan merhelan? Û heke daye; îro gihaştiye
kîjanê….. ,miletê me bi gavine giran, bi gavine giraniyê tê re diçe…..
Heye
ko hon bibêjin ji miletê me re,ji miletekî şûndamayî re ,ne gavine
giraniyê lê gavên çargoviyê gerek in, da ko ew xwe di ser merhelan re
bavêje û rojekê berî rojekê xwe bighîne miletên ko di vê bezê de
bindestiya wan dike… , û belê daxwaz ev e, lê tiştê hazir û mewcûd bi
awakî din e û silav li sifra hazira, berî sê sed sal E.Xanî di nav
miletê xwe de digot:
Enwa,î milet xudan kiteb in
Kurdmanc bi tenê di bê hesêb in ).
Em
di van çend hevokên jorîn de bi zelalî dibînin ku Celadet BedirXan
tengeha pêşketina civaka Kurdî dinerxîne û ew gazinên xwe ji miletê xwe
dike ku çima ew gavên xwe dereng, dereng berve pêşda davêjin , ango;ew
dixwaze bi gelê xwe re bêje: Divê hûn ji xewê rabin û zû,zû gavên xwe
pêşda bavêjin û ew bi hustatî nêrîn û peyvên xwe bi çend malikên Mîrê
helbesta Kurdî E.Xanî jî aşle dike.
Celadt Bedirxan di cîhekî din
de dinivîse:( Peyayên ko ji kirinê xwe dane paş, ew du sebeban şanî me
didin 1-Tu tişt ji min nayê , ma xwendina min çi ye ko ez bikarim bi
kêr bim? 2- Ma tu nabînî her kes neyarê Kurd e, tu kes arîkariya me
nake,siyaseta dewletên Ewropî yên mezin hero bi awakî ye,ji bo xatirê
miletên din rûyê xwe ji me badane .3-Rast e ko siyaseta dewletên mezin
hero bi awakî ye…,lê ew siyaseta tu caran xwendin û nivîsandina zimanê
me bend ne kiriye, lê hin kes mîna Mila Enwer ji Amedê ye , sûxteyên
xwe bi hînî tîpên Kurdî dike.)
Dîsan Celadet di van rêzên jorîn de
buhaneyên hin kesên qels û hin kesayetiyên tirsonek jî pûç dike û ji
wan re bi vê wateyê dibêje:Erê rewş û siyaseta dewletên cîhanê ne li
gor daxwazên me ye, lê em kanin bi
kêmasî û bê dijwarî li zimanê dayika xwe xwedî derkevin,ji ber ku zimanê me nasnama me ya netewî ye.
Her
dîsan Qedrî Can jî nameyekê arastî xortên Cizêrê dike û ew di wir de
dinivîse: (Cerkî ez dûrî we me…. , lê belê; ez mîna berê li ba we me û
hûn dizanin jî, ez ji bo çi dûr ketim …, ez evînê(evîndarê) şekirê Şamê
ne bûm, lê ji ber jana ku dabû cegerê min , lê ez hevalê we me, ger
ez durî we bim jî, para min bêtir dibe ji kederê).
Dîsan Qedrî Can
mîna çîrokekê bi awakî balkêş û bi zimanekî rewanbêj bi navnîşana
(serencam)dinivîse: (…,ez xortaniya xwe,zaroktiya xwe tînim bîra xwe û
ez bi vî awayî bîna xwe derdixim, bi hezar û yek hesretî dilê xwe tijê
dikim û ji wan lezetek derûnî distînim) û herwisa jî Qedrî Can di vir
de mirina birayê xwe Fethî jî bi bîra xwe tîne û ew di wir de xwe
gunehkar jî dibîne û dibêje: (Min vêbextiyek li birayê xwe kiribû û min
bi diya xwe re digot : (Fethî Êmiş ji te didize û wê dide hevalên xwe,
diya me li wî xist û ew nexwaş bû û paşê ew mir, lê di rastiyê de, ew
bêguneh bû û ya rast xwîşka min Êmiş ji dayika me didizî û ewê jî
Êmiş dida pîrejinek çîrokbêj ya ku herşev çîrok ji zarokan re digotin).
Em
di vir de çiqas baş dibînin ku nivîskar Qedrî Can; piştî ewqas salên
derbazbûyî li xwe vedigere,li şaşiya xwe ya mezin poşîman dibe û ji
xwendvanên çîroka xwe re dibêje: (Min bi texmîn û gumanan şaşiyek mezin
kiriye, lê texmîn dewsa rastiyê nastîne). Lê em ji vê çîrokê têdighînin
ku çîroknivîs bi dilşewat lêborîna xwe ji birayê xwe dixwaze û ew
nameyekê ji xwendevanên xwe re jî dişîne ku ew tucarî bi gumanan
vêbextiyan wek min li tu kesan nekin û mîna min niha di bin baskên
poşmaniyê de derdkêş nebin .
Lê nemir û siyasetmedarê mezin Osman
Sebrî di hejmara duhem de kurtegotarekê bi navnîşana (Sincî û Ol)
dinivîse: (Hin kes hene ol û sincî ji Hevdu vediqetînin, lê ev nêrîna
şaş e , ew herdu bi heve girêdayî ne) û O. Sebrî di vê baweriyê de ye
jî, ku carna rûdawek civakî di nav miletekî de heye û hebûna wê di nav
wî miletî de qenc hatiye nasîn, lê ew rûdawa bi xwe jî di nav
miletekî din de şerm û fihêt e.
Em bawer dikin ku nivîskar
Osman Sebrî felsefa zanistên civakî û olî baş zanîbûn û bi durbîna
zanistiyê li rewşên civakan temaşe dike û ew di gotara xwe de nameyek
civakî û sincî ji gelê xwe re dişîne.
Sernivîserê(Roja Nû) Kamîran
Bedirxan kurtegotarek bi navnîşana (Hitler çi dixwast?) diweşîne, ew
dinivîse:(… Beriya ko ev şerê mezin destpê bike,Hitlir gotibû: ( …. Ezê
qiweta xwe bavêjim ser Poloniya û koka vî miletî ji erdê de rakim û
eger çiqas Firansa û Êngiltera bêjin, emê alîkariya Poloniya bikin , lê
ew ji tirsan re nikanin ji cihên xwe jî bilivin û destên xwe dirêj nav
karên min bikin,lê piştî ku Stalîn jî bimre, emê welatê Sovyet ji hevdu
cida bikin û bi vî rengî emê bibin serdarê cîhanê û herweha jî
hukumetên biçûk ji min re ne giring in, ew nikanin min xemxwar bikin û
emê li (Rojhilata Dûr û Nêzîk) astengî û tevleheviyan ava bikin),lê
Tişirşil û Cêneral Dîgol bersiva Hitlir weha dabûn: (Şerê cîhanê hîn
destpê ne kiriye),lê Hitlir giringî ne daye gotinên Tşirşil û Dîgol û
ewî bi leşgerên xwe re digot:(Di dawiya vê salê de şerê me bi dawî dibe
……).
Bê guman Kamîran Bedirxan di vir de li dijî Hitlir e, ew
siyaset û helwestên wî yên nazî û faşîst dicersîne û nêrîna miletê Kurd
ya mirovane û dêmokrat ji civaka mirovperweriyê re berçav dike.
Di
hejmara (8) an de; Qedirî Can xeleka (5) an ji wergerandina pirtûka
(di welatê Zembeqê gewr) de, ya nivîskar Grîgorî Pêrtof li ser gelê
Finlendî berdewam dike û ew dinivîse:(Ta(1917) an gelê Finlendî ne azad
bû û ewa tanî sala (1811) ê de di bin destlatdariya Îsweçan de bû û
têkeliyên Îswêçan bi nişteciyên Finlendiyan re mîna têkeliyên Awistirya
bi Sirbê-Bosne hersik re bûn), yanê miletê Finlendî jî bindest bû,
herdîsan gotarnivîs hîn dibêje: (Di sala (1808) an de şer di navbera
Rusiya û Îsvîçê de hebû û herweha jî Elêksenderê yekê nîvî Finlenda zep
kiribû, ji ber ku Finlende pir ji Mosko ve nêzîk bû û dijminên Rusiya
kanîbûn pir bi sanahî hêriş ji Finlenda bibirana ser Mosko, lê li aliyê
din jî Finlenda bi serxwebûn û azadiya xwe şabû).
Lê di hejmara
(9)an de têkoşerê mezin û wêjevan Osman Sebrî mijarekê bi navnîşana
(Zanîn û pêşketin) dinvîse û ew bi vê wateyê dibêje: (…….Milet çiqas
bindest dibin, bobalatên wan yên civakî jî pirtir dibin û bobalatên me
yên civakî pir in û dijwar in, lê gelên mayîn xwe gihandine bilindahiyê
û em gelê Kurd ji gemiya Nûh çar bostan bi dûr ne ketine) .O.
Sebrî
hîn dibêje: (Em Kurd wekî tovê hîn di bin keviran da mane û tîrêjên
royê qet naghîne tovê û tov her tov dimîne, berî hezar salan em çi
bûne,îro jî em hîn ev in). Di pişt re nivîskar yekser li ser cihê
jinan di civaka Kurdan de weha dinvîse: (Li gel hemû miletan du hîm
hene, yek jin e û yek mêr e, lê li nik me Kurdan hîmek heye ew jî mêr
in,yanê wek peyayê bi lingekî lê eger jin ne xwendekar be, ewê çawa
bibe hîmek !? Pêxemberê me şîret daye me ku mêr û jin jî xwendevan û
zane bin,lê şêxên me gotinên Pêxember ji gel re şirove nakin, ji ber ku
ew keçên xwe bi qelengan didin mêran û ew hîn dibêje: Şerma herî
mezin ew e ku bavek bazarê li ser keça xwe bike).
Em di vir de baş
dibînin ku O.Sebrî gelek bi şêweyek vekirî û zelal rexnên tûj arastî
civaka Kurd dike;ew bi nêrînek gelek pêşverû li civaka jinan temaşe dike
û şûndamayîna civaka mêrên Kurd şermeze dike û bi ser de jî ew hin
Mileyên Kurdan jî di warê civakî de rexne dike û ew wan di şundamayîna
gelê Kurd de berpirsiyar û gunehkar dibîne.
Sernivîserê rojnamê
Dr.Kamîran Bedirxan di hejmara (10) an de gotarekê bi navnîşana (Azahî û
serbestî) diweşîne, ew di wir de dixwaze tirsê ji dilên Kurdan derxîne
û wireyên wan di têkoşîna niştimanperweriyê de bilind bike,lewra ew
dibêje: (Ewên ku ji bo azadiyê têkoşînê dikin, ew ji berpirsiyariyê
natrisin), û ew hîn li ser dîroka azadiya Emêrîka radiweste û wateya
serbestiyê ji xwendevanên xwe re zelal dike,herdîsan ew jî mîna Osman
Sebrî li ser azadiya jinên Kurd dinivîse û ew dibêje:(Divê mêr û jin
rêzê li hev bigrin, herdîsan sernvîser li ser milet û karên milet jî
dipeyive: (Divê gel bi destên xwe kar bike,lê divê ew bi xwe
kesayetiyekê ji bo rêvebirina welêt vebrêje û eger gel ji karên serokê
xwe ne dilxweş be, divê ew wî serokî bide aliyekî û Dr.Kamîran
nimûneyekê berçav dike û dinivîse: (Emêrîka niha bi vî awayî
destlatdariyê dike û bi vî şêweyî re dibêjin
(Dêmokratî ); Birîtaniya û Firansa jî bi vî şêwazî destlatdariyên welatên xwe dikin).
Dr.Kamîran
Bedirxan di vê gotarê de hîn dibêje:(Miletê Emêrîkî sond xweriyê,
piştî serfiraziya hevalbendan, hemî miletên diniyayê wê bibin azad ).
Di
vir de Kamîran Bedirxan pir baweriya xwe bi Emêrîka anî bû ,lê mixabin
siyaseta Emêrîka ya paşerojê tersî baweriyên Dr..K.Bedirxan sercil bû û
Emêrîka jî mîna hemû welatên sermiyandar û sosyalîst û di serî wan
de Sovyetistana berê û Rusiya niha jî azadiya gelan binpêkirine û ew
tenê li gor berjewndiyên xwe, siyasetên xwe bi rêve dibin.
Di
hejmara (11) an de dîsan sernivîser dinivîse:(Ji bona xurtbûna miletekî
çar merc divêtin 1-Mêranî,2-Bext.3-Zanîn,4-Dewlemendî……,lê gelek caran
bext ji mêraniyê ye,lê dîsan bi zanînê peyayên kêmbext çavên xwe
vedibin, dewlemendî ji zanînê ye û bê pere û dirav tu tişt nare serî, ( Destên vala deng jê nayê) .
Em
di rêzên jorîn de jî baş dibînin ku derd û meraqa Dr.Kamîran Bedirxan
herdem gelê Kurd û Kurdistan e, ew çar diyardeyên jorîn bi awakî
zanistî bi hev ve dibestîne û cemawerê gelê xwe bi têdayên van çar
xalên jorîn agahdar dike û ew ji nişteciyên niştimanê xwe dixwaze ku
ew van mercên jorîn pêkbînin.
Herweha jî sernivîserê (Roja
Nû)naveroka pirtûkekê bi navnîşana (Dinyayek) ji berhema Wendil
Wîlkî;nûnerê serekcimhurê Emêrîkayê Rozwelt,ji xwendevanên rojnamê rê
rêdixe. Sernivêser dinivîse:(Xelkê Emêrîkayê ji vê kitêbê gelek hez
kiriye û Wendil Wîlkî bi xwe di pirtûka xwe de gotiye:Xelkê Emêrîkayê
dixwazin bizanibin ko wezîyeta Emêrîkayê di pêş miletên cîhanê de çî
ye û ew bi awakî vekirî, rast û baqij û bê şik û şibhe bête gotin,
xelkên Emêrîkayê dixwazin wezîyeta Emêrîkayê wilo bibe ko Emêrîka
hisabê milyonên xelkên Rohilatê Dûr û Nêzîk û miletên cîhanê yên din
bike, yên ko hero bi awakî hêj xurtir û germtir azahî û serbestiya
welatê xwe dixwazin û naxwazin ko dewletên biyanî têkilî îş û karên
wan bibin, xelkên Emêrîkayê dil dikin ku Emêrîka û Ûris destên hev
bigrin û pev re bixebitin ….) .
Dr.Kamîran Bedirxan dîsan di vê
hejmarê de gotarekê bi sernavê(Cejna serbestiyê û (14) (Tîrmehê cejna
Firansizan e) û ew di vir de dibêje: (14) Tîrmehê ne tenê cejna
Firansizan e, lê ew roja ya hemû gelên azadîxwaz in, beriya (154) salan
û di (14) Tîrmehê de cemawerên Firansa deriyên zîndana Bastîl şikandin,
hemû girtî ji zîndanê serbest berdan û daxuyanek bi navnîşana (Beyana
heq û kevneyên Însana) hate weşandin û di wir de wisa hatibû
nivîsîn:(Divê tukes têkilî baweriyên mirovên din nebe û divê
mirov kanibe serbest baxêve û binivîse û fikira xwe bê tirs bibêje,ewê daxuyaniyê erdê Ewropa ronahî kir ..)
Dr.Kamîran
Bedirxan pir bi zanebûn û bi mebestek kêrhatî li ser (14) Tîrmehê,
cejna Firansizan) radiweste, ew dixwaze tovên azadîxwaziyê di dilên
hemwelatiyên Kurdan de avde û baweriya wan bi azadiyê xurtir bike.
Dr.K.Bedirxan
gotina helbestvanê Firansî yê mezin Vîktor Hogo dide ber çavên
xwendevanên xwe û tamarên reşbîniyê ji dilên wan hildiqetîne û dibêje
:(Kuştina miletekî bê îmkan e, ev tişt ji destê tu kesî nayê, miletek
mîna stêrkê ye, carna ewir dora wê digrin, lê rojek tê ev stêr ji
nû ve dibriqe .).
Dumahîk heye
Têbînî: Emê cihderên kêrhatî di dawiya xelaka paşîn de binivisînin.