Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemn N: Xalis Misewer Pirtkek N

 


Konê Re

  Vê carê jî, mamoste (Xalis Misewer), pirtûkxaneya kurdî bi vê pirtûka xwe ya nû: (Li Rojava Nerînek Rexnesazî li Xwenasîna Netewî di Helbesta Kurdî de), dewlemend kir û cihekî vala têde li gor zanîbûna xwe di rexne û nirxê helbesta kurdî de li Rojava zelal kiriye.. Ev pirtûka wî, ji bilî pêgotina wî, li ser zîlana van helbestvanên kurd li Rojava digere.. Ew jî evin: Dildarê Mîdî, Diya Ciwan, Seydayê Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Seydayê Kele, Rezoyê Osê, Konê Re, Dr. Nûredîn Zaza, Qedrî Can, Mele Ehmed Namî, Mele Ehmedî Palo, Mehmûd Sebrî, Mihemed Elî Heso, Ferhad Içmo, Ebûdê Mexso.. 


  Mamoste Xalis di pêgotina xwe de wiha dibêje: (Di vê babetê de, emê helbestvanên kurd yên Rojava, ku berhemên wan li ber destên me hene, ji aliyên netewî û wêneyên hunerî, ji sirûd û xwexaneyên wan lêkolîn bikin. Bê ka helbesyên wan gîhane kîjan asta hunerî û ta kîjan redeye van helbestvanan karîbû bi helbestên xwe yên bedew, rê li ber miletê xwe ronî bikin û wî bi pirsgirêka netewî û bi bindestiya wî ve hiyar û mijûl bikin…).
  Bêguman ev pirtûka mamoste Xalis navtêdaneke ji helbestvanên ku bi kurdî dinivîsînin.. herwiha jî bangeke ku keç û xortên kurdan bi kurdî his û hasten xwe derînin. Û di baweriya min de ev yekemîn hewildane di rexne û nirxê helbesta kurdî de li Rojava, bi zimanê Kurdî.. ji dil û can spasiya mamoste Xalis Misewer dikim û vê pirtûka wî li xwendevanên zimanê Kurdî pîroz dikim.
 
ji wan kesên ku helbestê dihunin û nexercin ku  

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark